Gotar

Rapirsî: Dengê Kurdistanê yê Zindî

EBDILBAQȊ  ELȊ

Ne hemû bûyer bi encamên xwe yên rasterast têne pîvandin; hinek ji wan bi guhertinên ku ew di hişmendiyê de çêdikin têne pîvandin. Û rapirsiya 25ê Îlonê 2017 yek ji van bûyeran e; wê serxwebûn pêk neanî, lê tiştekî kûrtir kir: Wê serxwebûn ji arezûyekê bo projeyekê veguherand, û ji xewnê veguherand bo hilbijartineke stratejîk, û ev çîrokek e ku divê bê vegotin.

Di 7ê Hezîranê 2017 de, Rêberiya Kurdistanê di civînek berfireh de ku li havîngeha Selahedînê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî û bi beşdariya piraniya aliyên siyasî, di nav de Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, partiyên îslamî û neteweyî û nûnerên pêkhateyan, hatibû lidarxistin, biryar da ku 25ê Îlonê 2017 wekî roja rapirsiya serxwebûna Herêma Kurdistanê were diyarkirin û Encûmena Bilind a Rapirsiyê were avakirin. Di 15ê Îlonê 2017 de, Parlamena Kurdistanê civîna xwe ya yekem pêk anî; 68 endam ji 111 endaman amade bûn, piştî rawestanek nêzî du salan, û bi piraniya dengan (65 deng) deng da ku rapirsî di dema xwe de were lidarxistin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê çavdêriya wê li xwe girt. Di 25ê Îlonê 2017 de, dengdêrên li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Halabce, û hejmarek ji herêmên kurdistanî yên derveyî Herêmê (yên nakok liser), wek Kerkûk û Xaneqînê, berê xwe dan sindoqên dengan da ku li ser serxwebûnê deng bidin.

Bo çi ev rapirsî?

Bersiva pirsa: “Çima rapirsî hat kirin?” ne di gava lidarxistina wê de, lê di dehsalên beriya wê de veşartî bû.

Ji sala 2003an ve, Bexda di bicîhkirina makezagonê de berdewam lengoyî kir. Rapirsî ne macerayeke hestiyar an hewayek siyasî bû, lê encama rasterast a komkirina dirêj a bêzariyê û bêhêviyê ji siyasetên Bexdayê, û encama lengoyiya kronîk di bicîhkirina makezagona Iraqê de bû; bi taybetî xala 140 ya têkildarî herêmên nakokî, û dosya neftê, gazê û budceyê, û her wiha astengkirina damezrandina Encûmena Federal û Dadgeha Makezagonî ya Bilind.

Xala 140, ku soza çareserkirina doza Kerkûkê û herêmên nakokî bû, tenê li ser kaxezê ma, û budce veguherî kaxezek şantajê ku li dijî herêmê tê bikaranîn her gava Bexda xwest fișarê bike, û dosya neftê û gazê bê zagoneke federal ma, û Encûmena Federal nehat damezrandin, û Dadgeha Destûrî ya Bilind nehat avakirin, û hevkarî, ku diviya bû bingeha Iraqeke federal a demokratîk ava bike, veguherî serdestiya navendî ya bi rengê mezhebî.

Di vê çarçoveyê de, Serokwezîr Nûrî el-Malikî di 2ê Tîrmeha 2012an de Fermandariya Operasyonên Dîcleyê ava kir, bi hinceta çavdêriya dosyaya ewlehiyê li Diyalayê, Kerkûkê û Selahaddînê, û yekkirina hewldanên agahdariyê û hevrêzkirinê di navbera wan de ji bo parastina ewlehî û aramiyê, û navenda wê li ser sînorê Herêma Kurdistanê danî, di helçûneke eşkere ya li dijî Pêşmerge û rêberiya Herêmê de. Ev gav, di vê rewşê de, ne lêzokiyeke demkî bû, lê bertekeke kirdeyî bû li dijî binpêkirina domdar a Bexdayê ya yasa û derbasbûna wê ji sînorên hevkarîyê, û nîşandana mafê çarenivîsê yê ku yasaya navneteweyî garantî dike, û peyameke du alî bû: ji hundir re ku Kurd mafên xwe ji bîr nekirine, û ji derve re ku sînorên bîhnfirehiyê hene.

Û piştî neh salan, sedemên ku Kurd ber bi kirina rapirsiyê ve birin hîn jî berdewam in, lê hîn xerabtir bûne; dosya bûceyê hîn jî belgeyeke fişara siyasî ye ku li dijî herêmê tê bikaranîn, û hinardekirina neftê hîn jî cihê nakokiyeke bingehîn e bi Bexdayê re, û Xala 140 hîn jî tenê li ser kaxezê maye, û doza Kerkûkê û herêmên nakokî nehatiye çareserkirin. Û ji bilî vê, têkiliya di navbera Bexda û Hewlêrê de rastî destwerdanên rasterast û bêyasa hat ji hêzên “Heşd El Şe’bî” bi piştgiriya lojîstîkî ya Îranê, ku lûtkeya xwe di bûyerên 16ê Cotmeh 2017 de bû, ku li pey xwe, koçberkirina zêdetirî çaryeka mîlyon welatiyan ji Kerkûk û Şingal û Xaneqînê bo bajarên herêmê anî, û bi sedan qurbanî ketin, û talankirineke berfireh a milkan, bêyî hesabpirsîkirina serokatiyên têkildar tevî binpêkirina wan a eşkere ya makezagonê.

Serok Mesûd Barzanî rapirsiyê bi rê ve bir, ne wek serokê partiyekê an herêmekê, lê wek mîratgirê projeyeke dîrokî: xweseriya ku Mistefa Barzanî bi dest xistibû, federalîzma ku Mesûd Barzanî çespandibû, û rapirsiya ku hatibû wek belgeyekê ku Kurdistanîbûna herêmên dagirkirî û mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê bîspprov bike. Ew ne tenê kesek bû ku li benda derfetê bû, lê dizanibû ku dibe derfet venegere. Ew têgihiştibû ku DAÎŞ bi beredayî berê xwe nedabû Kurdistanê; hatina wan fişar bû ji bo betalkirina ramana rapirsiyê, ji ber ku Îranê û Nûrî el-Malikî gelek salan dizanibûn ku Barzanî di biryara xwe ya çarenivîsê de berdewam e. Kurên wî û neviyên wî ala serokatiyê di şerên li dijî rêxistinê de hildan.

Û 16ê Cotmehê 2017 hat. Di wê rojê de, gava Pêşmerge û xwebexş û gel li bendê bûn ku dawiyê li binpêkirinên Iraqê yên li ser nasnameya Kerkûkê bînin, hevrêzî di navbera Talebaniyan û Qasim Silêmanî de hebû, û rê li ber hêzên “Heşd El Şe’bî” hate vekirin ku bikevin Kerkûkê. Û hêzên bi ferman bi serokatiyeke xayîn ve vekişîneke bi mebest û ji nişkê ve kirin, paşê hewl dan ku Pêşmerge dorpêç bikin da ku wan bikujin an dîl bigirin an jî kêmtirîn çekên wan desteser bikin, û berê xwe dan Hewlêrê, qela Kurdayetiyê, bêyî guhdana li qebareya xwîn û qurbaniyên sivîl. Lê ya ku qewimî dawiya çîrokê nebû; Pêşmerge di şerên Pirdê û Sehîla de berxwedan, Pêşmergeyên Rojava berxwedan, Serok Barzanî berxweda, û nifşa nû Nêçîrvan û Mesrûr berxwedan.

Wan dek û dolaba wê di pêngava wê de têk bir, lêdanê hilmijand, bi danûstandinê bersiv dan, û ji berevaniyê derbasî êrîşê bûn. Wan peyitand ku Kurdistan bi hişmendiyên kurdî yên paqij tê parastin. Û rêkarên tolî yên ku Bexdayê li hember navçeyê girtibûn, di nav de gefxistina li ser Hewlêrê bi xwe, rastî vê berxwedanê hatin; ya ku ne tenê serbazî bû, lê nîşanî jî bû, ji ber ku hat piştrastkirin ku daxwaza gelê kurd bi hêsanî nayê şkestin.

Û tevî ziyanên rasterast, serokatiya navçeyê, bi pêşengiya Serok Mesûd Barzanî û bi piştgiriya Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, karî bandorên têkçûna ramyarî veguherîne serkeftinek aborî û avahîsazî.

Di salên dawî de, herȇmê pêşketineke mezin di binesaziyê de, başbûneke berbiçav di karûbarên giştî de, û avakirina toreke pêwendiyên navneteweyî yên xurt bi welatên Kendavê, Ewropayê û Emerîkayê re dît. Û li kêleka vê serokatiya dîrokî, nifșeke nû ya serokatiyên ciwan derket holê ku destpêşxerî di birêvebirina karûbarên aborî û darayî de kir, û wan guhertinên mezin bi rê ve birin tevî dorpêçeke nêzîk a li ser navçeyê, û birîna muçeyên karmendan, û rawestandina hinardekirina neftê ji sala 2023an ve.

Û vê hebûna ciwanan şiyaneke nûjen da ezmûna kurdî, û peyitand ku herêm dikare cîgirên pêşkeftinê biafirîne, hetta di tarîtirîn merc û kawdanan de jî.

Û piştî derbasbûna neh salan, dikare bê gotin ku rapirsî, tevî ne şiya ku armanca xwe yekser bidest bixe, lê ew bi ser ket ku ramana serxwebûnê wek hilbijartineke stratejîk a qayîm di hişmendiya komkar a kurdî de bi cih bike, û piştrast kir ku têkiliya di navbera Bexda û Hewlêrê de nabe ku li ser bingeha binemayî an danûstandina nehamkûf berdewam bike.

Rapirsî bû sedema ku tevgera ramyarî ya kurdî daxwazkirina mafên makezagonî tenê di nav Iraqê de ber bi ramana giran a li ser paşerojeke serbixwe ve araste kir, hetta di demdirêj de jî.

Û kolana kurdî, ku ji ezmûnê derket û bêtir bi pêdiviya serxwebûnê bawer bû, niha têdigihe ku civaka navneteweyî dê mafê wê bi hêsanî nede, û ku divê ew xwe bispêre yekîtiya navxweyî, saziyên xurt ava bike, û serkeftinên aborî û ramyarî bikar bîne ji bo xurtkirina cîgeha herêmê.

Û li vir erkê serokatiya kurdî derdikeve holê, ya ku karî hebûna kurdî tevî dorpêçê jî biparêze, û bernameya xwe ya ramyarî li hemberî dijwariyan biparêze.

Û encamên rapirsiyê, ku nîşan da ku 92.73% ji beşdaran ji bo serxwebûnê deng dan, bûne belgeyeke gelêrî ku kes nikare wê tahrîf bike, sexte bike, an betal bike. Û ew encam, her çend ji sindoqên dengdanê yên li Herêma Kurdistanê û herêmên ku rapirsiyê di nav xwe de digirtin derketin, ne tenê derbirîna helwesta beşdarên wê bûn, lê belê daxwaza Kurdan li çar parçeyan û li dîasporayê jî nîşan dan; ji ber ku hestên kêfxweşiyê û pîrozbahiyê ku wê demê Kurdistan dagirtibûn nîşan didin ku piştgiriya rastîn a mafê çarenivîsê ji rêjeya dengdanê bi xwe firehtir bû.

Lewma ew ne biryareke takekesî ya Barzanî an ya komekeke diyarkirî ye, lê belgeyeke derbirîna vîna komkar e ku napejirîne ku bi sînorên erdnîgariyê an bi yek kêliya dengdanê were kêmkirin; ji ber ku eger hêzên ramyarî yên kurdî li ser birêvebirina piştî rapirsiyê li hev kiribûna, dê kawdan li Kurdistanê negihîşta wê astê ku gihîştiye.

Li Herêma Kurdistanê, divê hêzên ramyarî têdigihîjin ku çarenivîsa Kurdan ne ji bo kedxwarî û zordarî ye. Û divê ew rêzik û bingeyan ava bikin ku berjewendiyên hemûyan pêk bînin, û bibin xetên sor ku nabe werin derbas kirin, çiqas pevçûn an astengkirin û girtîbûna ramyarî tund be jî, da ku bibe bingeha ku welatê kurdî yê tê xwestin li ser were avakirin.

Kurdistan yek qeware ye û ne qewareyên ji hev cuda ne tevî taybetmendiya her beşekê û pêdawîstiyên wê di rewşa niha de, û sirûştiya rejîmên ku li ser wê serdest in, û asta pêşketina civakî, çandî û demokratîk di rêvebirina desthilatdariyê de.

Û ya ku piştî rapirsiyê qewimî divê bibe fersendeke rastîn ji bo ji nû ve nirxandina rewşê, pejirandina helwestên yekgirtî li ser mekanîzmayên birêvebirinê, û yekgirtin û avakirina dezgehên dewletê li ser bingehyên zexm ên ku pêşî li gendeliyê digirin û jîngeha ku alîkariya pevçûnê dike ji holê radikin.

Û derbasbûna neh salan li ser rapirsiyê piştrast dike ku doz nehatiye girtin, û ew ê hîn jî amade be heta ku sedem hebin, û heta ku gelê Kurd bi mafê çarenivîsa xwe bawer be, û heta ku makezagona Iraqê bê berbend tê binpêkirin. Ji ber ku rapirsî ne dawiya rê bû, lê destpêka qonaxeke nû ya têkoşîna siyasî, aborî û dîplomatîk bû, û ev qonax hîn neqediyaye.

Rapirsî xwesteka gelê Kurd e û bingeha sereke ya avakirina dewleta Kurdistanê ya pêşerojê ye; bi wê re rastî diyar bû û neheqî winda bû.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din