Dr.Ebdilmecît Şêxo
(Wêje nabe karekî mirovane,eger ewa netê xwendin û bihîstin)
Can Pol Sartir
Belê!Wêje bi hemû cureyên xwe;helbest,raman,çîrok,şano xawên kardayînên civakî,şaristanî derûnî ye.
Nivîskar yan wêjevanê serwext xwe ji hemû bend û yasayên kevneşopî rizgar kirine,ew berî hertiştî dengê bilind ji naverokê re ye,ew bi peyvên hêsan û sakar kane hestên xwe derbibire,ew kane malikên helbestên xwe bi awazên helbestî û bi naverokên lihevhatî û sûdar pêşkêşî xwendevanên xwe bike.
Lê berî hertiştî;behre di hûnana helbestê de dihêle ku helbestvan di encamê de nayabdar be,em dizanin ku gelek pîşe di zanîngehan de têtin xwendin lê tenha xwe,hûnandina helbestê netê hînkirin,dêmek hunera hunandina helbestê behreke xwezayî ye û ewa jî; ne li nik her mirovekî wêjhez peyda dibe.
Di vê berhevoka jorîn de (75) helbest hatine pêşkêşkirin; ji wan hinek dirêj in û hinek jî kin in,naverok û mijarên wan têkel û cihda ne,lê emê li ser çendekan ji wan mînanî nimûneyên geşdar rawestin.
Lê divê ez vê rastiyê jî bêjim;ez ne rexnevan im,lê ez tenha xwe kanim xwendinek wêjeyî û pênasînek giştî ji helbestvanê Efrînî-Kurdistanî û helbestên wî bidim nasîn û cihên wan di pêşketina wêjeya Kurdî de destnîşan bikim.
Em dixwazin bi kurtebirî naverokên çend helbestan û giringiyên wan di pêşketina cîhana helbesta Kurdî de destnîşan bikin .
Di wijdanê gelan de enbarên ramanî,xem,derd û hêviyên pêşdaçûnê hene,di enbarên helbestên Husên H.Hebeş de jî xem û derd hene,lê ew jî mînanî herkesekî hişmend di jiyanê de kirasê reşbîniyê ji xwe û ji xwendevanên helbestên xwe bi peyv û wêneyên qeşeng diçrîne,ew kane bi peyv,derbirîn û wêneyên xwe yên ciwan û sanahî gulên rengarengî di gulistanên dilên xwendevanên xwe de biçîne,ew bi helbestên xwe yên xwînsivik û têrwate kane mînanî kaniyên xurt di ser û di bin hîmên mezin re derbaz be û li ber tîrêjên royê û ronahiya Hêvê xwendevanên xwe serwext bike,lewra li vir û bêvîna me helbestvanên Filestînî Mehmud Derwîş û Semîh El-qaim di ber çavên me re derbaz dibin,erê pir caran helbest di destê Husên Hebeş de jî dibe çek li dijî koledar û karbidestên Kurdistanê û carna jî helbest di destên wî de dibin bûkên xemlandî û ew fîstanên spî li wan dike û ew bi hev re seyranê li seyrangehên navçeya Efrîna bêzar dikin.
Em niha binêrin çiqas helbestvan bi peyvên pir zelel û jînewerî hunera avahiya helbestê avdide,ew zane ku ew jî mînanî herkesî wê di rojekê de xatirê xwe ji welêt û civaka xwe bixwaze,lê hezkirina gundê xwe Şiyê, bajarê xwe Efrînê û niştimanê xwe Kurdistan herdem di gornê de jî di dilê wî de zindî ye,tu dibêjî qey ew dixwaze bi xwendevanên xwe re bêje:Ezê li wê cîhanê jî li Kurdistana xwe li nik bavpîr û dapîra xwe bi aşopên fereh û rêşalên kûr bêjim:
Ev ez im,
Îro sax im,
Siba mirî me.
Lê tucarî dilê xwe naguhêrim
Û bêbextiyê pê nakim
Şiyê
Efrîn
Û Kurdistan
Herdem tê de zindî ne . Rûpel:10
Helbestvan naxwaze tenê ew bipeyve,ew dixwaze dengên din cihda jî guhdar bike,ew bi dengê bilind bang li çiyan dike,ji wan dipirse;çima hûn bêdeng in,divê hûn jî dengên xwe bilind bikin û bighînin ezmana û bila ewa jî çav vekirî bimînin û bila ezman jî bêdeng,lal û bêçav nemîne,bila bahozên çiyayên me wan şiyar bikin.
Dilê helbestvan bi van çend nifirên jorîn hênik nabe ,kelha dilê wî zû,zû danetê û ew hîn dixwaze ku Kurdistan bibe jehir û agir di dev û bejnên
dijminên welatê Mîdiya de,bila ew bibe goristana bêbinî.
Bila çiya bipeyvin
Bila bahoz peyvên wan bigihîne jor,
Da ku esîman kor û lal nemîne.
Bila axa Kurdistanê
Bost bi bost
Bibe jehir
Bibe agir
Û goristana bêbinî.
Şaxên daran bibin tîr
Bila çiya bipeyvin
Bila şikeft bipeyvin
Bila dar û mar bipeyvin
Bila dilê Kurdistanê bipeyve . Rûpel: (32-33)
Erê dilê helbestvanê me ne tenê li ser gelê xwe germ dibe,ew ne tenê bi helbestvanên gelê xwe re dinale,ew ne tenê ji ber êşa xwe ve dinale,lê ewî giyanê xwe bi ava navnetewîyê,mirovperweriyê jî şuştiye,lewra ew bang li wêjevan û siyasetmedarê gernas Aimê Cêsair dike,derd û kulên xwe jî bi wî re parve dike û ew weha dirêse:
Hevalê hêja Aimê !
Em jî Kurd wek we ne
Ji şahiyê tenê şîn
Û xemgîniyê dizanin
Ji aramiyê tenê girî
Û tirsê dizanin .
Hevalo !
Em jî weke we ne!
Hûn reşik in,
Em spî ne,
Lê bextê me reş e. rûpel:(41)
Helbestvanê me naxwaze mînanî pir kesan melavaniyê di reşbîniyê de bike,na!Ew reşbîniyê xwe û reşbîniyê gelê xwe jî li pêş xwînmêjên serdemê ,li pêş keysbazên xwînvexwar li sêdarê dixe û ew bi ava kaniya Şiyê û çema Efrînê baxçeyên geşdar di dilên keç û lawên xwe de bi vîneke bergir diçîne.Ew dinivîse:
(….
Min di birînên xwe de
Baxçeyên hêviyê diçandin û digot
Welat ji çavên me pir nêzîk bûye!
Dengê bilûra azadiyê
Dê li ser eniya çiyan bilind bibe.
Lê pir mixabin;carna hêvî û geşbînî li nik helbestvan berdavên (beravêtî dibin)û carna pelên gulên hêviyê li ber bayê neyaran diçelmisin,birînên wî kurtir dikin û bilura azadiyê bi dest wî de bêdeng û lal dibe.
Helbestvan mînanî pir kesên wêjevan carna di nav pêlên geşbîniyê û carna di nav reşbîniyê de berxwedanê dike.Diyar e carna çira geşbîniyê li pêş wî di bin bandoreke neyênî de nizim dibe,lê ev diyardeya neyênî li nik wî kêm temen e,erê helbestvan pir matmayî dibe, gava ew dibîne rengê berfê li ser hemû çiyayên cîhanê wek xwe spî û ciwan dimîne,lê tenê berfên çiyayên welatê wî bi hilm û nêrînên dijminan sor dibin;tu dibêjî qey helbestvan gilûgazinên sert li vê cîhanê dike û ji wan dipirse:Çima berfên çiyayên me bi destên neyarên me sor dibin,ma gelo !Dijminên me nahêlin çiyayên me mîna çiyayên hemû welatên cîhanê bi fîstanên bûkan şah bibin û neyar berfên me jî birîn û sor dikin û li sêdarê dixinin!!!!????.
Berf spî dibare
Û spî li ser hemû çiyayên cîhanê digre
Tenê li ser çiyayên Kurdistanê
Spî dibare û sor dibe. Rûpel.(73)
Hêrsa helbestvanê me zûzû sivik nabe ,kela dilê wî bi çend gil û gazinan danetê,ew naxwaze tenê gilûgazinên xwe ji neyaran bike,çimkî ew dizane lome ji neyaran nabin,ew dizane (rî bûye bost lê dijmin nebûye dost),lewra vê carê ew neçar dibe û ji Xweda dipirse û dibêje:Erê,erê me dest û lingên birî û dilên xwînrijî jî dîtin,lê ey Xwedayo!Vê carê em li pêş çavên te di bin siya te de,di bin nedilovaniya te de dijminên nemirovane serê welatê min li pêş çavên te jêdikin,xwîna welatê min di geliyên niştimanê me de diherikin,lê ez nizanim tu çima bêdeng î?
Xwedêyo çima ?
(……
Vê sibê
Ne tenê destek birî
Ne tenê lingên jêkirî
Ne tenê çavekî korkirî
Min welatekî serjêkirî dît !
). Rûpel:(80)
Erê jan û derdên helbestvanê me yê hestenik roj ji rojê pirtir û kûrtir dibin,heyama siyasî li Çiyayê Kurmênc û li Sûriyê bi gîştî hatiye guhartin,
eger berê tenê mirovê Kurd dihate bindestkirin,çanda Kurdî dihate qedexekirin,siyasetmedar û welatparêzên Kurd dihatin zîndankirin,lê vê carê sûrişta me jî;dar,kevir,zinar,giya û ba jî têne bindestkirin,lê eger ewî kanîbûya darên zêtunê û avahiyên Efrînê mîna penaberan di deriya re derbazkiribûna,ewî mafên penaberiyê li Almaniya ji wan re bixwesta,lê mixabin dîsan ew jî ne gengaz e. .
Eger min bikarîba,
Minê hemû darên zeytunên
Efrîna xwe ya pîroz anîbana vir
Ji wan re mafê penaberiyê wergirta!
Da ku min ew ji birandin,şewtandin
Û kuştina bi destên hovan,çetan
Û xwînmêjan biparistana.
Eger min bikarîba
Minê çiya û deşt
Zemîn û binzemîn
Xwerist û xweşikbûna Efrîna xwe
Ya delal jî anîbana vir û ji wan re jî
Mafê penaberiyê wergirta!
Da ku ji jehr û diranên
Mar û dûpişkan biparistana.
……). Rûpel:(101)
Efrîn
3.10.2026

Şîrove (0)