Helbest u pexşan

RÊBERO

Ehmed Tahir

Rêbero ma çi ji te kême
ev qelsbûna te ji bo çiye
kurd dibêjin ê xwe bike ga
divê cot bike
lê mixabin îro zeviyê te beyare
tovê te pûç û rizî ye
Ho hey gayê xemsar
Her sal xwezî bi par
Ne xebate,ne jî kar
Em li kê bikin hewar
Te kuştin xewn û buhar
Te tev de sparte neyar
Hîn ser pişta me siwar
Xewna te timî dolar
Rêbero ma tu dînî yan gêjî
ma tu kerî yan korî
yan bê hest û nestî
xwe firoşî
ev çi koletiye tu tê de
ev çi bê dengiye
tu di xewê de
ma qey pozê te na şewite lo
Bêje çi çand û çinî
Ji wî tovê pûç û genî
Milet xistin dubendî
Ji bo xatirê kursî
Ho weyla xwelîsero
Serkirde û rêbero
Tev yek reng û reftarin
Ser me gur û keftarin
Rêbero ma hûn bê dev û zimanin
xwe bidin paş heger hûn nikarin
va ye keç xortên me diyarin
hemû şervan û xebatkarin
Keç û xortên pir hêja
Guh nedin van qirêje
Li pêş me bûne kelem
Çîroka me dirêje
Xewna xwe bibin serî
Qet guh nedin wî kerî
Wê me bixe çiravê
Bi derewên çirvirî.

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din