NEWROZ.. RONÎ DIDE ÇIYÊ

Fewaz EBDÊ

 

Xak

            rehên xwe li ber ronahiyê vedike

            rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

            xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

            radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

            li asîman reng vedidin

            canê dapîr û bapîran li ser serê me dirêsin..

Çem

            bêdengiya  Zivistanê ji ser milê xwe davêje

Kurdo

            mîna Sîmir ji nav terafê radibe

            li ser birîna devê şûr direqise

            û ji kevir û kuçên çiyê re distirê;

                        ewên ku yek rojê xayintî lê nekirin.

Kurdo û Xweza hevalcêwîne

            ew tayê geyayî zirav e ku serê xwe

                        ji qelşên keviran derdixîne

            ew çûkê ji devê tivingê direve.

Kurdo siya stiranên li keviyên çem e

Kurdo û Xweza

            mîna du evîndarên piştî demeke dirêj hev bibînin

            hev himêz dikin

            di çavê wî de azadî û

            li bejna wê kirasekî gulgulî.

Newroz

            ne hema rojeke

            ne hema cejneke

Newroz

            deqa li destê dayikan e

            birîneke kesk e di sînga dîrokê de

            dûmana ji hinavê efsanê dertê

            dengê Kawa ye çaxê di ruwê hesin de qêriya

            agirê Kawa ye û hê terafa wî di destê zarokan de difiride

                        weke stiranekê

                        weke şûnbirînekê

                        weke sûndeke herheyî

                                    nifşek disperse nifşekî

Di bajarên bi hesin bendkirî de

Di sikakên navan dadqurtînin de

            Zarokên kurd rokê li ser dîwaran çêdikin

Karmend ji kar direve

Xwendekar ji dibistanê

            çikû riya dibistanê girtiye û

            Newroz deriyê xwe ber bi asoyên bêdawî ve vedike

Newroz

            agireke li jora çiyê

            qublegeha xaka ji mirinê radibe

            di qirika bablîsokê de; şîhîna xortan e û

            keskesoreke di nav tiliyên qîzan re bazdide

Newroz

            di çavê qîzan de kirasekî ji rivîna agir e

            keç û xort xwe di ser xeleka agir re çemdikin

                        xwe davêjin serdemên nehatî

Çiya xwe dadixe û li wan temaşe dike

Xak navê kesên di ser re bûrîn dinivîse

            Ew navên ku

                        bûne reh

                        bûne stiran

Newroz ne hema rojeke

Newroz çîroka azadîxwazan e

            azadîxwazên bi zengelorka xwe

                        qeyd û bendên zordariyê şikandin û

            bi xwîna heyvê gul avdan.

Newroz nûkirin e

            nûbûn e

            hêvî ye

            azadî ye

            keskesoreke zindî ye

            di sînga asîman de stiraneke kurdî ye

Agirê Newroza ne hema xetîreke

            ew bîrdanka bapîran e

            qarîna Kawa ye

                        Ejdehak têk bir û ro ronîkir

Kurdo!

            Çiqasî Newroz dişibe te;

            Her ku dijmin wê diperçiqîne

            di bin nigê wî de

                        dibe kaniyeke gul û

                        di birîna hebûnê de dipişkuve.

===============

Tablo, şêwekar: Luqman Ehmed.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Di destpêka salên heftêyan de, dibe ez di refa sê-çarê de bûm, ez û hevalekî hêja (Ehmedê Xelefê Hacî Elî) li dibistana seretayî di bêhnvedana di navbera du waneyan de em dûrî şagirtan diçûn, li gora têgihana zarokîtiya me ewê hingê û gotinên ko me ji bavên xwe dibihîstin, li ser rewşa Kurdan em…

Hejmara (25) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê “Di Sûriyeya Nû de; Çand û Wêje” ye , li ser vê mijarê çend nivîskar û rewşenbîr nêrînên xwe anîn ziman..

ji pêşekiya hejmarê: Mijara din a ku divê…

Dr. Mehmûd Ebbas

Ji bo hemû bira û xwişkên hêja,

Ji rêberên Tevgera Kurdî û Kurdistanî, endamên Konferansa Neteweyî ya Kurdî, mêvanên birûmet,

Û ji bo her kesê ku beşdar bû, piştgirî kir û alîkarî da ji bo serkeftina vê bûyera mezin a Kurdistanî.

Bi navê herî…

Beşîr Botanî

Min berê guhdariya Radyoya Bexdadê-Beşê Kurdî dikir û ez piştrast im ku hunermend Mehmûd Ezîz Şakir ji sala 1969-1979’an nêzîkî 25 stiran li Radyoya Bexdadê-Beşê Kurdî Tomar kirin…

Sala 1973’an hunermend Mihemmed Şêxo hat serdana me li Balek û Kerkûkê (Îraq), hingê ewî bêhtir stiranên hunermend Mehmûd Ezîz Şakir…