Konferensa Yekȋtiya Kurdî li Qamişlo û rola Serok Barzanî

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de heye, ȗ ji mȇj ve, ji dehȇn salan ve ew di ҫepera xebatȇ de ye jibo yekkirina rȇzȇn kurdȋ li wir.

Wî derfetek neberdaye bȇyȋ ku para gelȇ kurd li Sȗriya ȗ mafȇ wȋ di gotûbêjên bi aliyên peywendîdar re hebe. di her pêşketinekê de, wî bang li Kurdan kiriye ku jê sûd werbigirin û tê de veberhênanê bikin, û di her metirsiyê de jȋ, wî bang li Kurdan kiriye ku bibin yek û pêdiviyên ji bo xweragirȋ û berxwedanê pȇkbȋnin.

Serok Berzanî ji bo misogerkirina peywendiyȇ di navbera Kurdên Rojavaya Kurdistanê û civaka navnetewî de kedeke mezin daye, ȗ piştî destpêşxerîya wî ya evê dawîyê jî rêyeka bihêz di qada Kurdî de li wir hate mukimkirin ȗ kar û xebata partayetȋ ya teng û tundûtûjîyê hate derbas kirin, ȗ keda wȋ di vȇ dawiyȇde yekȋtiyeke kurdȋ li rojavayȇ kurdistanȇ encam da.

piştî gelek hewldanên bêencam ji bo komkirina Kurdan li vî beşê Kurdistanê,  ȗ piștȋ gengeşe, gotȗbȇj û diyalogên dȗvdirêj di navbera nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de   26ȇ nȋsana 2025an de konfirasȇ” yekȋtiya rȇz ȗ helwesta kurd” ku weke sitasyoneke dȋrokȋ di pȇvajoya siyasȋ ya kurd li sȗriya diyar dibe, li ser daxwazên dubare yên Serok Berzanȋ ji bo yekkirina helwesta Kurdan li Sûriya li bajarȇ Qamișlo  bi beşdariya nûnerê taybet ê Serok Barzaniyê hat lidarxistin,ȗ di navbera hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de lihevkirinek siyasî ҫȇbȗ.

Ev konferensȇ ku bȗye demeke movikȋ di dîroka têkoşîna Kurdan de, nȋșana rastȋn ya vȋna yekȋtȋ ȗ karȇ hevbeș, li hember kȇșe ȗ pirsgirȇkȇn ҫarenȗssaz ȇn doza kurd,    ji encama hewldanên dijwar ên dost ȗ hevalên navneteweyî û herêmî pêk hatibȗ, bi saya piştgiriya mezin û hewldanên berdewam ên rêberê Kurd Mesûd Berzanî, ku her gav piştgirî daye xwestekên gelê xwe ji bo yekîtîya deng ȗ helwestê, hate lidarxistin, Serok Barzanî di pȇkanȋna evê rêkevtinê de roleke sereke hebȗ, ku bi hȇz ȗ bi dilsozî xebitî da ku nerînan nêzîkî hev bike û ev destkeftiya neteweyî pȇkbȇ.

Giringiya vê rola neteweyî û dîrokî ya Serok Mesûd Berzanî di serkevtina konfransa dîyaloga Kurdî li Kurdistana Sûrîya de ji çend hokar ȗ têgehan tê, ya herȋ diyar ji wan xwendina cenabȇ wî ya rast û dirist ji rȇya veguherînên siyasî, ȗ danȗsitandina baș bi qunax ȗ barȗdoxȇn  veguhȇr re li ser asta navxweyȋ, herȇmȋ, ȗ navneteweyȋ.

Konferens werçerxeke girîng bû ku tȇde hemȗ hêzên siyasî li ser piştgîriya destpêşxeriya Serok Barzanî yakdeng bȗ ku tekez dike ku heta mafên Kurdên li wir neyên misogerkirin aramî û ewlehȋ li Sûriya çênabe û divê Kurd weke hêzeke netewî ya bi bandor amade bin da ku mafên xwe li Şamê dabîn bikin. 

Konferens bi beşdariyeke berfireh ȗ curbicur ji Kurdên ji herêmên cuda yên Kurdî li Sûriyeya, her wiha nûnerên Kurdên li hundirê Sûriya ji Şam û Helebê, digel Kurdên ji Ewropayê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, ligel ҫendȋn  şandeyȇn fermî ji başûr, ȗ bakurȇ kurdistanȇ, pȇk hat, lȇ şandeya herȋ bi rol ȗ balkȇș ya nȗnerȇ taybet yȇ Serok Mesûd Barzanî bȗ ku pȇșwaziyek gerim lȇ hete kirin, nemaze name ȗ peyama serok Berzanȋ ji konferas re gelekȋ bilind hate nirxandin ȗ bȗ cihȇ dilxweșiya amedebȗyan, her weha bilindkirina ala Kurdistanê di konferasê de pêngaveke pir sembolîk û pêşketineke girîng bȗ di dîroka têkoşîna Kurdan de li Rojavayê Kurdistanê ji ber ku ev cara yekem bȗ ku bi beşdariya hemû aliyan peymaneke bi vî rengî tê kirin.

Di rûniştinên konferensê de, belgeya siyasî ya ku berê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de li ser li hev hatibû kirin, bi navê nerȋna Hevbeş a Kurd hate pêşkêşkirin, ȗ bi hȗrgulȋ gengeșe li ser hate kirin ȗ bi yekdengî hate pejirandin.

Belgeya ku bi yekdengî hate pejirandin tekez dike ku Sûriye wwlatekȋ pirneteweyî, pirçandî û pirolî ye, û divê destûra wê mafên hemû pêkhateyan, ji Ereb, Kurd, Suryanî, Aşûrî û yên din, garantî bike.

Belgeyê her wiha tekezȋ li ser pêwîstiya pejirandina sîstemeke parlamenterî ya nenavendî ya hikûmraniyȇ kir ku li ser bingeha prensîbên dadwerȋ, wekhevî, cudakirina desthilatan û rêzgirtina ji mafên mirovan û azadiyên bingehîn ava bibe

Derbarê aliyê Kurdî de, belgeyê daxwaza yekgirtina herêmên Kurdî li Sûriyeyê di çarçoveya Sûriyeyeke federal a demokratîk de kir ku bibe yekîneyeke siyasî û rȇvebirî ya yekgirtî, her wiha daxwaza naskirin ȗ danpȇdanȇ bi hebûna neteweyî ya Kurd wekî gelekî resen ȗ xwecihî û misogerkirina mafên wȋ yên siyasî, çandî, rȇveberî û destûrî kir, di gel pejirandina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî û avakirina dezgeh ȗ saziyên perwerdehî, zanestȋ û çandî yên kurdȋ serbixwe.

her wiha di belgeyȇ de daxwazên zelal ji bo jinavbirina encamên polîtîkayên guhertina demografîk li herêmên Kurdî, misogerkirina vegera ewle ya kesên koçber û penaberan, û vegerandina hemwelatîbûnê ji bo kesên ku li gorî serjimêriya 1962an jê hatine bêparkirin dihewîne. Her wiha veqetandina rêjeyek ji dahatên çavkaniyên xwezayî ji bo herêmên Kurdî ji bo piştgiriya pêşkeftina wan a aborî û civakî hene. 

Nerîna hevbeș a kurdȋ ya ku li Qamişlo hate ragihandin, ne wekî bertekek li hember bûyerek bilez û ne jî wekî hewldanek ji bo bidestxistina qonaxeke siyasî ya demkȋ hatiye, belê ew encama berhevbȗn ȗ kombûna demdirêj a êş, bȋrewerȋ, ҫavdȇri, hişmendî û bendewariyê ye.

Ew ne tenê belgeyeke siyasî ye, lê belê himbiz kirina kurtkirineke hemû dilşikestin, Bêhêvîbûn û xewnên ku Kurdan ji dema ku Peymana Sayikis-Pȋko nexşeya herêmê li ser hesabê wan xêz kir, hilgirti ne.

Di vê nerȋna kurdȋ ya hevbeş de, tȇgihîştina kêliya Kurd eşkere dibe dema ku alȋ ȗ tȋmȇn Kurdî, bi hemû dabeşbûnên xwe yên berê ve, beryar dan ku gavekȇ ber bi yekrȇziyȇ ve pȇș bikevin, piştî ku tȇgihiștin ku dijminên wan ên herî mezin ne tenê rejîm bû, lê di heman demê de dabeşbûn, vekişîn û dilsoziya ji aliyan re ne ji kȇșe ȗ dozȇ re. 

Di naveroka vê dȋtinê de daxwazek ji vê mezintir tune ye ku Kurd wekî mirov, wekî welatî û wekî beşek ji tevna neteweyî werin dȋtin, ku ji ber ziman, yan netew, yan çanda wan ti kêmasiyan ji wan re ҫȇ nekin. ȗ ev e bingehȗ naveroka pirsê ye, dadwerȋ ye.

Eger dadwerȋ pêk hat, hingî hemû silogan ȗ dirûşmên din jî şênber dibin. Lê belê, eger Kurd wek metirsȋ ȗ gefe an diyardeyek ȗ rewşeke demkî werin dîtin, dê kirîz dubare bibe, ȗ xwȋnrȇjȋ na raweste.

 Ȗ Li vir, nabȇ rola girîng a Serok Mesûd Berzanî, rêberê Kurd ku ne dȗre ji êş ȗ hem ji xwena Kurdên Sûriya ku bibin hevpișkȇn rastȋn di welatȇ sȗriya de, ne ku li ser xaka xwe bitenȇ mȇvan bin were paşguhkirin.

Berzanî rola şivanê niştimanî di diyardeyên wê yên herî hûrde de bi kar aniye, bi lezgînî banga bavê xwedî ezmûn ji partiyên kurd li Sûriyê kiriye ku guman û dubendiyan derbas bikin, û kar bikin ji bo dariştina dîtineke yekgirtî ya ku ber bi Şamê ve biҫe, ne wek paytexta desthilatdariyê, belê wek navendeke biryardanê ji bo rewakirina mafan û weke dergehekê ji bo pesend kirina hebûna kurdan di destûra nû ya Sûriyê de.

Banga Berzanȋ ne tenê helwesteke siyasî bû, ew bȗ ye weke zengilȇ hișiyarkirin ȗ rakirina hesta netewȋ yȇ ku her kesî haydar dike ku Kurdên li Sûriyeyê dê cihê xwe yê xwezayî na girin ȗ na sitȋnin ger ku ew bi yek dengî neaxivin û ber bi rêyeke welatparêzî ya komkar ȗ yekgirtȋ ve neçin.

Berzanȋ ne li gor neteweperestiya hestyarî, ber bi nerȋna yekgirtȋve dibir lê belê li gor hișmendiya dîrokî, ya ku ew fêr kiribȗ ku maf nayȇne sitandin ȗ bidestxistin bȇyȋ yekîtiya vȋn ȗ îradeyê, û cîhan guh nade kesên ku bi tena xwe yan jȋ yȇ ji hev parҫekirȋ ȗ taromaro diqîrin, lê belê guh dide kesên ku yekgirtî diaxivin.

Girîngiya taybet a rola Berzanî ya dîrokî di dayîna sembolîzmeke neteweyî û xebatgerȋ xwedȋ taybetiyeke neteweyî ji bo her beşekî Kurdistanê, ji bo parastina yekitiya tevna neteweyî ya kurdî, rûbirûbûna hember siyasetên parҫekirin ȗ belavkirin, erebkirin û guhertina demografîk, karkirina jibo yekkirina rȇz ȗ refȇ kurdȋ, ȗ dana rewayiya navnetewȋ jibo doz ȗ kȇșeyȇn wȋ, bi saya geriyana xwert ȗ hȗrgul jibo danasȋna pirsgirȇka kurdȋ bi cȋhanȇ, bi rȇya hebȗn ȗ amedebȗna kurdan di konferens ȗ forumȇn navnetewȋ de, ȗ bidestxistin ȗ qizinckirina piștgirȋ ȗ piștevaniya herȇmȋ ȗ navnetewȋ diyar dibe.

Di encamê de, bi bawerî dibe were gotin ku ti alî an çavdêr nikare girîngiya rola dîrokî û siyasî ya lȇvegerê Kurdistanȋ, Serok Mesûd Berzanî, di piştgiriya mafên gelê Kurd de li seranserê Kurdistanê, û di hewldanên wî yên berdewam de ji bo yekkirina refên Kurd li Sûriya, ȗ dayîna rewatiya niștimanî û navneteweyî ji bo doza wan, û xurtkirina mafên wan ên rewa bi Şamê re, bi rêya konferensa ku vê dawiyê li Qamîşlo hate lidarxistin, berҫav negire.

         

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…

Tengezar Marînî

Nivîsandina bi zimanê dayikê girîng e, ji ber ku ew nasname û çanda mirovan nîşan dide û ragihandina karîger bi pêş dixe. Zimanê Dayîk girêdaneke kûrtir bi raman û ezmûnên xwe re peyda dike û her weha têgihiştin û danûstandinê di nav civakê de bi hêz dike. Ew di heman…