Konê Reş û pirtûka 33an bi nave “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”

  Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
  Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an de li gundê Doda yê di navbera Qamişlo û Amûdê de ye, ji dayîk bûye. Navê Konê Reş yê rasteqîn Selmanê Osmanê Abdo ye. Ji encamê kar, xebat û keda di warê kurdewariyê de, bi navê Konê Reş di seranserî Kurdistanê de hatiye naskirin.
  Konê Reş, yek ji wan kesên destpêkê di qonaxa me ya nû de ye li Rojava ku piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Tîrêj, Rezoyê Osê, Deham Ebdulfetah û hwd… ku bi zimanê kurdî nivîsandiye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt berhemên wî hatine weşandin û belavkirin.
  Ji berhemên wî herî dawî jî pirtûka bi navê ‘Cizîra Binxetê û Jiyana Rewşenbîrî’ ye. Ev berhem. lêkolîneke dîrokî li ser kantona Cizîrê û xebata rewşenbîrên wê di warê ziman, kiltûr, çand û wêjeya kurdî de ye. Herwiha di 10ê Sibatê/ 2025 de li HRRKê bi ahengekê hate îmzekirin.
  Ev pirtûka wî bi kurdî hatiye nivîsandin, li ser jiyana çandî û rewşenbîrî ya herêma Cizîrê ye bi giştî û bi taybetî li ser Qamişlo û derdora wê radiweste. her wiha helbestvan Konê Reş diyar kir û got, armanca çapkirina pirtûkê ew e ku mîrata çandî ya kesên ku bi ziman û wêjeya kurdî re eleqedar in, were parastin, ji bo nifşên nû bibe referansek hêja. Di pirtûkê de çend mijar hene, ji wan rewşa zimanê kurdî piştî şoreşa Sûriyê, rê û resmên pîrozkirina Newrozê li Sûriyê, Û bandora nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji bilî vegotina çîrokên gundên herêma Cezîrê yên wekî Hasadê, Xerab Kortê û Abrê. Konê Reş heta niha 33 pirtûk bi zimanên Kurdî û Erebî çap kirine, ku di wan de gelek babetên derbarê wêje û zimanê Kurdî de cih digirin.
  Naveroka vê pirtûkê bi tevayî, li ser zîlana van mijaran dizîvire: Herêma Cizîrê (Binxetê) -Reseniya Kurdan di Cizîrê de -Di Sedsala Dawî de Rewşa Ziman û rojnamegeriya Kurdî -Zimanê Kovara HAWARê -Serhildana Wêjeyê Li Rojava -Rewşa Ziman Piştî 2011an -Cizîr Gencîneyeke ji Folklorê Kurdî re -Wêjeya zarokan li Cizîrê -Bi Kurt Kurmancî, Kiye Rewşenbîr -Hizir û Bîra Azad -Cejna Newrozê Li Rojava -Bandora Nexwendina Bi Zimanê Dê -Bandora Sirgûnê di Wêjeya Kurdî de -Giringiya pêwendiyên Welat û Sirgûnê -Giringiyên wergerê ji bo Kurdan -Rola dengbêjan û Jina Kurd di parastina zimanê Kurdî de -Bandora Kurdên Bakur li Kurdên Rojava -Bandora Serhildana Şêx Seîd -Hebûna mê di Zimanê me de ye û gelek babetên din… Pirtûk bi pêşgotina mamoste Xalis Musewer hatiye neqişandin û ji 230 rûpelî pêk tê. Pirtûk ji van lehengên pêşeng re hatiye diyarî kirin: Mîr Celadet Alî Bedirxan, Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û tev hevalên wan re. û Spasiyên gerim ji (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) re pêşkêş dike.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…