Hewildanên Serok Barzanî jibo yekîtiya kurd li Sȗriya berdewamin

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok Mesud Barzanî, wek simbolek siyasî netewî teybetmendî ya xwe ji encama sedên salan xebata bê hempa ya şoreşgerî ȗ siyasî wergirtiye, ew ji malzaroka șoreșê hatiye afirandin, bi ramana kurdayetiyê firșik bȗ ye, di dibistana rêbaza Barzanî de ya ku arîkariya kurdan wek erkek ser milê xwe dibîne fêr biwe, di jiyana tekoşeriya netewî de ava bȗ ye, temenekî dirêj di xebata netewî de derbas kiriye, ew dilsozê bidestxistina mafên netewî yê gelê kurd di hemû parçeyên Kurdistanê de ye, xem xwarê hemû pêşhateyên li Kurdistanê ye, dixwaze ku doza Kurd bi rêyên aştîyane û diyalogê were çareser kirin, ti caran xwe ji arîkarîya gelê Kurd nedaye paş, bêyî ku destwerdanê li nav parçeyên sîyasî yên parçên dî yên Kurdistanê bike, herdema ku kurdek li her parçeyên kurdistanê ȗ li derveyî welat jî dikeve tengiyekê yan pêwîstî bi arîkariyekê hebe Barzanî amadeye, destê wî dirêj kiriye, dilê wî vekirî ye, heta ku ew kurd çendên caran di aliyê wî de șaș jî bȗ be, ȗ gotinên çewt ȗ nebaș jî jê re gotibin, ȗ ku ew alî bi Barzanî re dijber ȗ nakok jî be, ne xeme, heme kurd be.

Tenê ku mirov vekirina dergehê sêmalka-pêșabȗrê bênê berçavê xwe wê dilverehî ȗ kurdewariya serok barzanî wek șewqa rojaê xwiya be, ku digel astengî ȗ xirecira desthilata li aliyê sêmalka ȗ kîn ȗ zikreșiya li dijî malbata Barzanî ȗ herêma kurdistanê.

Ev tișt ji bilî hembêzkirina gelê me yê ku ji ber sitem ȗ zorê berê xwe dabȗ herêma kurdistanê ȗ bi singeke fereh hatine pêșwazî kirin, ȗ karîbȗn alîkariyê jî ji malbatên xwe yê ma bȗn ser xaka xwe li hundir bikin, ku bȗ cihê rêzgirtinê li cem her kesê xwedî wejdan, ku serkirdên nȗ yên sȗriya jî kêfxweșiya xwe jêre anîn ziman ȗ sipasiya serok Barzanî kirin.

Ser asta civakî ȗ komelayetî çendîn bȗyer rȗdan ku mirovên kurd di bȗbelatan de bê çar mene, dîtine ku destê barzanî jibo alîkariyê dirêj kiriye, çendên genc ȗ xortên kurd ku di rê yên koçberiyê de canê xwe ji dest dane, ȗ termên wan li çol ȗ polana mane, serok Barzanî modaxele kiriye ȗ vegerandina termên wan jibo  gihandin kesȗkar ȗ malbtên wan li kurdistana rojava lixwe girtiye, ji xwe dezgeha xêrxwaziya barzanî ku di her rewș ȗ kawdanan de bê cudahî destê arîkaiyê dide penaper ȗ hejaran.

Di warê leșkerî de ji xwe Eva beriya çend rojan 26 / 1 / bîranîna dehemîn ya rizgarkirina kobanê derbas bȗ ku ew bixwe nimȗneyeke bi șewq ya arîkariya serok Barzanî jibo kurdistana rojava ye, ku hêze pêșmergeyên Kurdistan ku sînorên çend welatan derbas kirin, heta gihane kobanê ȗ ketine șerê giran yê rizgariyê de ku di encamê de serketin bidestxwe ve anîn ȗ daișê șikest anî ȗ ji kobanê vekișeha. Kobanê rizgar bȗ êdî pêșmerge jî vegerihan ȗ kobanê ji kesȗarê wê re bicih hiștin.

Ser asta siyasî jî ji roja roj ve, li dirêjiya dîrokê serok Barzanî alîgirê doz ȗ kêșeya kurdî li her parçeyê kurdistanê bȗ, ȗ bitaybtî Kurdistan me ya rojava ku ew babeta mijara me ya niha ye.

Hewildanên serok Barzanî jibo yekîtî ȗ yekhelwestiya kurdî li Sȗriya ne veșartiye. Jixwe rêkeftinên ku bi serpereștiya cenabê wî hatine emzekirin ron ȗ eșkera ne:      ( hewlêr1, hewlêr2, ȗ dihok), digel binpêkirin ȗ bazdana ji cîbicîkirina xalên wan jî lê ew dê bimînin simbol ȗ nîșanên lihevhirina kurdan.

Serok Barzanî, ji bilî rêbaza niştimanî, her dem rêya başiyê, aştîyê û dostaniyê ji xwe û ji beramberî xwe re jî pirensîp girtiye. dema ku mirov helwestên niştimanî yên Serok Barzanî dișopîne, mirov riyalista  rastbîniya wî dibîne, ku li gor hevsengiya rastîn ya mifa û ziyanên berjewendiyên sitratîjîk yên gelê Kurdistanê  pêvajoyên diplomasiyê, hêzê dide nîșan, ji lewra ew wek serkirde dikare serpereştiya doza kurd bike, eva îro jî hemȗ binpêkirin ȗ gotinên nefretê li pișt xwe hiștin ȗ weke bavekî ku zarokên xwe li hev kom bike hêzên sereke yên kudistana rojava jibo kodengiyê anîne cem hev, vêce pêwîste ku șîreta serok neyê piștguh kirin ȗ  gotina wî weke lêvegerê were çesipandin, yek alî bitena serê xwe tevnegere, belê di bin yek sîwanê de, ȗ bi yek șande yê, ȗ bi yek helwestê bi her cihê pêwendîdar re bikevin diyalogê, ku biya min daxwaza herî kêm ya Partiyên Kurdî li Kurdistana Rojava, pêwiste Federasyon be, daxwaza sîstemek federal ya Suriyê bikin û Kurdistana Rojava jî bi sîstema hilbijartinê parlamentoya Kurdistana Sȗriyê were avakirin, ȗ ev bi xwe naveroka nerîna kurdî ya hebeșe ku ENKS ȗ PYNK liser rêketibȗn. êdî dem hatiye ku em vê derfeta zêrîn ji dest xwe neberdin. gereke hemȗ alî xwe bisipêrin bîr ȗ raya serok Barzanî jibo bidestxistina mafê gelê kurd li kurdisna rojava.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…