Hestên Şewitî

Ezîz Xemcivîn

 

Hestên Şewitî dîwana helbestvanê çalak kak Baran Heso ye.

Wêneyê bergê kevala Ehmed Heso ye…

Dîwan li weşanxaneya Ar li Istanbulê hatiye çapkirin.

Di nav pêlawazên hestên nazik û dilsozane de bi tîpên hezkirinê helbest hatine nivîsandin.

Baran Heso bi ferhengeka têr peyv sawîrên xwe li ser xêzên afrêneriyê dinexişîne…

Dikarî bû di evê berhemê de pareka giring ji hestên xwe, wek ko ewî nav li wan kiriye (Hestên Şewitî) binivîsîne. Bi ciwaniya dil û canê xwe evîna xwe bi tîpên zêrîn re diyar dike:

„Di şevên sayî de gotin li hêlana evîna min siwar dibûn” R 31

Pir bi hêvî û daxwaz Baran Heso gotebêjiya xwe arasteyî hestên me dike, dixwaze dîtinên çav û derbirrînê bi hûnandineka rewan li ber me raxîne, di evê derbarê de dibêje:

„Dixwazim şaxek ji gulê re bim

Pê re bikenim, lê nikarim!

Dixwazim darek bim, li ser te sî bigirim, lê nikarim!“ R37

Di kesera koçkirinê de ji dilberê re bi axîn û nalîn derdê xwe ji ser zimanê êşê difirîne…

Nikare bi çavgirtinkê li himber bêdeng biraweste… Bi hêla rijdebûnê de her bêtir diçe, ko tukes, tutişt nikare evîna dilberê ji dil û rewana der bike:

„Kenê min ken bû, dema kenê te li pêş çavê min bû…

Kenê min ken bû dema tu bi gulbuharê di destê min de devliken bû…“ R49

Nivîskarê jîrek bi evîna xwe re dinihwirîne, dibêje çiqasî sînor hebin, ez dê bi dilê te re azad bim, nikarim ji çarçove û asmanê hezkirina te derbikevim. Tu bi xwe welatê dilê min î, sîwana ewan çavan xweziyên xwe li jêr wê dirawestînim… Erê ez dê her hogirê civak û warê te bim dilbera min:

„Bi te re azad im, xweş evînê dirêsim

Bi hebûna te ez baz im, li ser hemû welatan digerim“ R94

Her çiqasî yar dûr be, ronahiya wê li dilê nivîskarî dide… Bi sira bayî re bi wê hest dibe, bi bişkuvîna ken û girnijînên buharê re dema li tenêbûna xwe diponije:

Şev sayî ye, ker e, bê deng e

Jê dûr im, lê ji şewqê nêz im

Wek sira bayê li ser dilê min radiweste…

Bi evê kurtenivîsê ez ê nikaribim mafê pirtûka helbestvan Baran Heso bidim, lê bi hêvî me ko bigehê destê xwendevanan û ev dîwana helbestan bi firehî bête xwendin..

01.02.2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…