Gotara Komîta Amadekar Ya Mihrecana Helbesta Kurdî

Emer Ismayîl

Xuşk û birayên hêja, wêjevan û kesayetiyên rêzdar…

Dema we xewş be, û mihrecana helbesta kurdî li me û we û toreya

kurdî pîroz be.

Bi navê komîta Amadekar ya mihrecana helbesta kurdî sala 2024  bi piştgêrîya Yekîtîya giştî ya Rojnemevan û nivîskarên kurd û Yekîtîya Nivîskarên Kurdistan Sûrya Em bi xêrhatina hewyên hêja dikin.

Em bi omêdin ku ev boneya bi rûmet, dê bibe gavek ji bu zîbakirina riste û toreya me ya kurdî û pêşveçûnek rewşenbîrî, di zanîna mereqdarên peyva me ya ristevanî de.

Em gelek şadin bi vê arezûya berçav, li rex ciwanên kurd, di aliyê helbesta kurdî de, ev bi encam dibe pêşveçûn ji tore û zimanê me re, bi giştî.

 

Rêzdarên hêja :

Em îro vê mihrecanê li dardixin wekî karekî  berdewam ji Yekemîn mihrecan di sala1993 de bi hilkefta bîranîna oxirkirna helbestvanê mezin seydayê Cegerxwîn heta nuha û ev mihrecana me ya vê salê dibin nav nîşana Mihrecana (keça kurd) wekî rêzgirtin ji kar û xebata  mamosteya me ya hêja Emîna di warê ziman û çanda kurdî de û Em nîşan didin ku em bi hevre alîkarbin ji bo bilndkirina bejn û asta helbesta kurdî li cîhanê tevlî hemî astengîyên Jîyana  penabrî û dûrbuna ji welatê xwe, em vê mihrecanê weke karekî pîroz bi vînek xurt û bi xebatek domdar û doza yekrêzîya ristên xwe ava dikin , bi hemî  rengên helbestan bersiva gelek corên jîyanê didin ku buye dîroknivis,

Hêjayî gotinêye  ev mihrecan tê li darxistin di rewşek cihê rêzgirtinê ye di derbarî gavên pîroz yên hatine û tên avetin di warê zanist û çanda kurdî de , nexasim geşbûna  dîyardeya avakirina grûpê rewşenbîrî û komelên kurdî û derketina pir kovar û çapkirina pirtûkên kurdî yen ku pirtukxana kurdî pir bihêz û delemend dibe,

amadeyên xoşewîst û rêzdar

 Ev bûyera salane, cihê dilxweşiya her kurdekî dilsoj û mereqdarê toreya kurdî ye..û ji bo vê yekê, ji helbestvan û rewşenbîrên me tête xwestin ku asta xwe ya torevanî ristevanî bilind bikin..

Em bawerin, bi behredariya ristevanên xwe..û em ji wan dixwazin ku ew ciwan karî û  behredariya kurdî ya resen bidine xuyakirin, di mihrecanên ayinde de.

Em ji ristevanên xwe yên hevdem dixwazin, ku ew behredariya Cizîrî û Xanî û Nalî û Koyî  ji nûve vejînin, da nifşên nû tê bigihêjin ku gelê kurd her jîndare ,tevlî hemî zordariya li wan hatiye kirin  .

Amade û beşdarên birêz, taybetmendiya vê Mihrecanê ew e ku kariye mûmên  lidarxistinê ji sala 1993an ve geş û vêxistî bihêle heta ku îro mihrecan gihişt îro , di dema ku her civînek kurdan ji bo ziman ba yan jî tore û siyaseta kurdî ba, qedexe bû û cihê lêpirsîn û sizakirinê bû , lê komîta amadekar ya vê mihrecanê bi dilsozî û viyaneke kurdewarî  li wan astengan tevan nedipirsî, û mihecan pirî caran bi şêweyekî nehînî û veşartî li dar dixist, û hin hevalên komîta amadekar tûşî girtin û zindanan bûn di ber berdewamiya vê helkefta pîroz de.

Nuha bi dilekî şad û bi pîrozbahî, em di dest bi bernameyên mihrecanê bikin.

Bijî mihrecana helbesta kurdî.

Her bijî kurd û Kurdistan

Komîta Amadekar Ya Mihrecana helbesta kurdî

Essen – Almanya 26.10.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc…

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke…

Xurşîd Ilêwî

Ji bo F. Ebdê

Kekê min,

Min helbesta te xwend,

Û deriyekî ji heriyê di sînga min de vebû,

Û gundê te bi lingên xwe yên tazî derket derve,

Siyên kesên ku çûne li pey xwe dikişandin,

Û berîkek nedîtin ku şirîniya xwe…