(Dîtinekê li ser şêwaza helbestî a helbestvan Nezîr Palo „Bihnxweşiya jinekê“ )

Rêber Hebûn

Dûrî asêbûna ziman û tevina nîşanên tevderbasbûyî helbestvan Nezîr Palo şêwazekî tenik û hestiyar hilbijartibû taku helbestê carek din pênase bike , li deriyê ku  dema wate ango naverok hêsan û xuya bighe nameyên afrêner biserdikeve û dighe armanca xwe û civak bi heman qatên xwe ve name werdigre, bêhtir civak di vê serdemê de bêhtir li wêjevanên xwedî şêwazekî diyar digerin bervajî nepenîbûn û asebûnê, wate ji vê ev e ku helbestvan Nezîr Palo xwe dide li ser gotûbêjê ligel jinê ji bo têgihiştina evîn, heyîn û sirûştê û naskirina seyrana mirovê hişmend di vê jiyana nehêne de , bi rengê evîn û dilsoziyê bi cîgehê re, de ka em li vê gotûbêjê binêrin : Rû 44: ( Min got/ belê tu mebesta minî/ez dibînim keskahî ji nava tiliyên te hişîn tê/Tîpên xwe di bê de biweşîne/bila bibin ewr û stran û bihar./

Mebestên helbestvan di vê gotûbêjê de:

  • Bangekî zelal e ji peywendiyeke hunerî mirovî bi jinê re ji bo vekolîna jiyanê û bidestxistina şadiyê.
  • Dîtineke felsefî bi du van gotûbêjan ve heye bîngeha xwe ji jiyanek hevbeş û hevseng distîne.
  • Şêwaza hunandina helbestê dibe ku bibe şêwazke naskirî ji bo derxistina helbesta hestiyar ji kortên paşguhkirin û jibîrkirinê ve.

Zimanê Nezîr Palo naskirina evînê ye mîna rêbaza jiyanê û sazkirina aramiyeke giyanî, hewila wê di helbestên xwe de hewileke berketî ne barketî, ew dizane heta mirov xwe li pêş helbestê sirûştî nebîne wê huner hevsarê xwe nedêkî, ew banga şahiyê û hêviyê dike di çarçoveya têkiliya jin û mêrê hestiyar dike, girîngiya van dan û standinan sazkirina pireke qayim di navbera herdû zayendan de, ji bo armanckirina civakek zanyar û hişmend.

Nêzî sofîbûnê carne dibe dema wisa dibêje : Rû 82

(stuyê wê radimûsim/û ayeta xweda di afirandina bedewbûnê de dixwînim/

Helbestvan gelek li xeleka pesna yar dizîvire û wan bi dîmenên dewlemend dixemilîne bi herdû cûreyên pesindayîn û binavkirinê,dîmenên darengî û moralî, ev yeka jî dihêle helbest bîngeha pirsîn û xweşiyê be li cem xwendevan.

Encam :

Ev dîwan buçeyeke fereh e têde cîhan carek din xwe bi pergaleke nû û balkêş ava dike, helbestvan têde kedekî berçav dabû ji bo derxistina zimanekî sirûştî dizane çi dixwaze û bi çi rengî jiyanê ava bike bi awayekî hunerî armanca afirandineke nû hertimî dike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…