Dema zimanê dayik zimanê Kurdî be

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê belê di navbera nifşên netewe û civakê de jî, ji bo gihandina peyama zimanî û pêkanîna pevgihiştin û hevtêgihiştinê, di navbera aliyên beşdar di wê peyamê de.

Di vê çarçoveyê de, zimanê dayik bi yek danasînê nayê diyarkirin û cudakirin, lewra danasîna zimanê dayik bi gelek hêman û mercan ve girêdayî ye, lê berî her danasînekê pêwîst e bê zanîn ku têgeha rast (zimanê dayik) e, ne (zimanê dayikê) ye. Mebest jê zimanê resen ê wî neteweyî ye, ku serbibûna mirov jê ye, çi ji aliyê bav be, çi ji aliyê dayikê be, êdî ne zimanê dayikê tenê ye, lê belê, di heman demê de, zimanê bav û dayikê ye.

Meger mirov li ser neteweyê bavê xwe tê hejmartin, naxwe divabû ji zimanê wî re bihata gotin (zimanê bav), lê mebest jê ne dayik û ne bav e, belku mebest jê zimanê dayik e, ango zimanê resen ê neteweyê bav û dayikê ye, yan jî zimanê zikmakî ye, yan makeziman, yan zimanê mak ji zimanên din re ku mirov, berî yan hevterîpî yan piştî zimanê resen ê neteweyê xwe, fêrî wan dibe. Weke mînak, eger kesek bavê wî Kurd be û dayika wî Alman be, ew kes xwe bi Kurd dihejmêre, êdî eger wiha be, pêwîst e zimanê wî yê resen Kurdî be, wiha jî zimanê wî dayik zimanê bav e, bêhtir jê ku zimanê dayikê be, ji ber ku zimanê dayika wî Almanî ye, êdî ji bo wî kesî (zimanê dayikê) Almanî ye, lê li gorî serbibûna neteweyî, (zimanê dayik) ê wî kesî yê bav e, ku ew jî Zimanê Kurdî ye.

Fêrbûna zimanê dayik derfeteke bêhtir ji zarokan re peyda dike ku fêr bibin, ji ber ku baştir û hêsantir tê wergirtin, bi taybetî eger dê û bav li malê bi zimanê dayik biaxivin û di jiyana xwe ya rojane û danûstandinê de, bikar bînin. Wiha zimanê dayik wê bi zarokên re alîkar be ku zûtir û bi awayekî hêsantir fêrî zimanên din jî bibin, lewra zimanê mal û malbatê, navgîna ku dikare girêdanê di navbera bêhtir ji sîstemeke zimanî de pêk bîne, eger ew ziman ê dayik be, yan jî zimanekî din be, lê eger zimanê dayik be, her wê baştir û bisûdtir be.

Bi fêrbûna zimanê dayik, zarok bêhtir dilxweş dibin û şanaziyê pê dikin, wiha jî ji hestûnestên xwekêmdîtinê rizgar dibin û bixwebawerî li cem wan bêhtir dibe, ku ew ne tenê zimanê fermî yê dibistanê dizanin û fêr dibin, belku zimanê wan ê dayik ê mal û malbatê çavkaniya wê bixwebaweriyê ye, ev yek bêhtir ji dê û bavan tê xwestin, ku dest ji zimanê xwe yê dayik bernedin, ji ber ku ew bi wî zimanî şarezatir in, û dikarin zarokên xwe bi wî zimanî bidin fêrkirin. Bi fêrbûna zimanê dayik jî nasname, çand û kultûr, herwiha kesayetiya mirov û bihayên neteweyî û niştimanî têne parastin.

Çendîn zimanên biyanî yên miletên din hêja bin, lê ew cihê zimanê dayik nagirin û danagirin, lewra zimanê dayik li gorî civakê û jîngehê xwedî taybetmendî ye, û ew bi xwe sîstema ku ew milet dikare pê deribrrînê bike û berdewamiyê bide hebûna taybetmendî, ciyawazî û nasnameya xwe.

Di rewşeke wiha de, dema zimanin din li kêleka zimanê dayik hebin, dibe ku zimanê dayik navgîn be ji bo fêrbûna zimanên din, yan jî dibe ku zimanên biyanî nevgîn bin ji bo fêrbûna zimanê dayik, lê bi her hawî piştguhxistina zimanê dayik karekî ziyandar û nedirust tê dîtin, weke çawa ku kesek bibêje va ez tevlî civak û neteweykî din bûme, êdî nema pêwîstiya min bi civak, welat, netewe û dîroka bav û kalên min heye, ango jibîr bike ku, di koka vê mijarê de, sedema koçberbûna wî yan malbata wî, ji ber wê yekê bû ku, ew neteweyê Kurd û Zimanê Kurdî, bi dirêjiya dem û dîrokê, rastî gelek serkutkirin, zordarî, zordestî û sitemkariyan bûne, lewma rehendeke sincî ya exlaqî ji vê helwestê re heye.

Zimanê dayik bîrdanka netewe ye, ji ber ku ew kultûr, têgeh, bîrûbawerî, dabûnerît û bihayên neteweyî, niştimanî, civakî, dîrokî û kultûrî li xwe digire, lewma zimanê dayik, beşek ji jiyana mirov a rojane ye, li nav malbatê. Ji zimanê duyem û sêyem cuda ye, herwiha dibe ku ji zimanê fermî jî cuda be, lewra zimanê dayik bi hêsanî û bê ked û westîna gelek, tê wergirtin, lê zimanên biyanî bi westîn û fêrkirinê têne wergirtin.

Zimanê dayik hokareke pêşketina bîr û civakê ye, ji dema bûrî, heta niha û ayendê. Wiha jî amêreke girêdanê ye, di navbera mirov û nifşên netewe de. Ziman pîvaneke sereke ye ji nasname û serbibûnê re, lewra ciyawazî û berdewamiya netewe berceste dike, û yekrêziyê di nav kes û nifşên wî neteweyî de, dirust dike, wiha jî amêra sereke ye ji bo avakirina pêwendiyan di navbera tekekesên civakê de, bi dirêjiya dem û dîrokê, ku nasnameya tak beşek, ji nasnameya netewe û civakê ye, û bi parastina nasnameya netewe, nasnameya tak ji windabûn û jinavçûnê tê parastin.

Neteweyê dayik û bav, ew pîvan e di diyarkirina zimanê dayik de, ji wan û zarokên wan re, lewra dibe zimanê malbatê, ne ew sîstema zimanî be ku bi (zimanê dayik) bê binavkirin, lê belê zimanekî biyanî be, li nav malê tê bikaranîn, êdî ji bo zelalkirina vê yekê, pêwîst e, hin danasînên din ji zimanê dayik re bêne berçavgirtin, ji wan jî ew danasîna ku dibêje, zimanê dayik, zimanê wî neteweyî ye, ku dayik û bav ser bi wî bin, yan jî dayik ser bi neteweyekî be, û bav jî ser bi neteweyekî din be. Li vê derê dibe zimanê dayik yekta yan duta be, li gorî yekbûn yan neyekbûna zimanê bav û dayikê.

Zimanê dayik, ku zimanê neteweyê bav û dayikê ye, dibe zimanê dayik ji bo zaroka wan. Eger zimanê yek neteweyî be, êdî zimanê dayik ê zaroka wan yekta ye, lê eger dayik û bav ji du neteweyên cuda bin, êdî du sîstemên zimanî yên cuda hene, û zimanê dayik ê zaroka wan wê duta be, ango zimanê dayik zimanê wî neteweyî ye, ku serbibûna dê yan bav jê re heye. Wiha zimanê dayik ew ziman e ku girêdayî serbibûniya neteweyî ya mirov e. Ew jî zimanê dayik û bav e, lewma ji erkê bav û dayikê ye, zaroka xwe, berî zimanên biyanî, bi (zimanê dayik) bidin fêrkirin, li ser prensîpa ku zimanê dayik ew zimanê resen ê neteweyê ku ew mirov li ser tê hejmartin, tê binavkirin. Ew jî zimanê bav û dayikê ye, ne yê bav bi tenê ye, ne jî yê dayikê bi tenê ye.

Li gorî vê yekê, dibe zimanê dayik, bi (zimanê resen yan bingehîn) bê binavkirin, li ser prensîpa ku zimanê resen ew zimanê bingehîn e ku kesên neteweyekî yan nişteciyên navçeyekê bikar tînin û sîstema wan a zimanî ya sereke ye. Li vê derê girîng e bê zanîn ku ne merc e zimanê resen zimanê fermî be, weke mînak, zimanê resen ê Kurdên Rojavayê Kurdistanê, Kurdî ye, lê zimanê fermî yê Erebî ye, wiha jî li Bakurê Kurdistabnê, zimanê fermî Tirkî ye. Jidestdana zimanên resen jî, yek ji mijarên girîng e, di warê zanistî de, lewra ew digihîne encamekê ku êdî civakên wan zimanan bêne qirkirin û pişaftin.

ZIMANÊ PÊŞÎN / ZIMANÊ YEKEM

Bi awayekî giştî, dibe bê gotin, zimanê dayik ew ziman e, ku zarok dema jidayikbûna xwe, rastî wî dibe, sîstemên wî werdigire, û yekem car di roj, heftî, meh û salên pêşîn de, ji jiyana xwe, beşekî jê werdigire, êdê fêrî peyv, hevok, destewaje, derbirrîn û şêwazên wî zimanî dibe, piştre dikare bi hêsanî bikar bîne, ev jî tê wê wateyê ku zimanê dayik û bav û malbatê, ew zimanê pêşîn e, ku hin caran bi zimanê dayik tê binavkirin, ji ber ku dibe weke dayika hemû zimanên din be, ku ew kes piştre fêrî wan bibe. Lê dibe ku ew zimanê pêşîn, ne zimanê bav û dayikê be, yan jî tenê zimanê yekî ji wan be, êdî li vê derê pêwîstî bi ronîkirina mijareke aloz heye.

Zimanê dayik nîşanê bi zimanê neteweyî dide, lê dibe ku ne zimanê yekem be. Zimanê dayik zikmakî û siruştî ye, ku zarok dema jidayikbûna xwe, li ser mezin dibe, lê dibe ku zimanê yekem, ne zimanê dayik be, belku zimanê ku zarok li dibistanê û civakê werdigire. Zimanê yekem ew zimanê pêşîn e ku di zaroktiya xwe de, mirov fêrî wî dibe.

Aloziya mijarê ji wê yekê tê ku, gelo merc e zimanê pêşîn bi zimanê dayik bê binavkirin? Bersiv: Na. Lewra dibe zimanê malbatê, bi taybetî dayik û bav, ne zimanê wan ê dayik bi xwe be, lê belê zimanekî biyanî be, yan jî zimanê fermî be. Êdî tevî girîngiya fêrbûn û wergirtina wî zimanî, ne merc e ew zimanê pêşîn û yekem, bi zimanê dayik bê binavkirin yan hejmartin, ji ber ku dibe zimanê yekem be, lê ne zimanê dayik be. Li ser vê yekê pêwîstî bi hin mînakan heye.

Mînaka yekem: Du hevjînên Kurd, li Almanyayê dijîn, li nav malê, bi Zimanê Almanî diaxivin, helbet zaroka wan yekem car wê fêrî Zimanê Almanî bibe, êdî Zimanê Almanî ji wê zarokê re, zimanê yekem û pêşîn e, lê ji ber ku dayik û bavê wî Kurd in, ji bo wê zarokê, wiha jî ji bo dayik û bavê wê, Zimanê Kurdî zimanê dayik e, lê ne zimanê pêşîn e, ne jî zimanê yekem e.

Mînaka duyem: Zilamek Kurd e, lê hevjîna wî Alman e, li malê du sîstemên zimanan hene (Kurdî û Almanî). Eger Kurdî tenê bê bikaranîn, zimanê pêşîn û yekem ji zaroka wan re, Zimanê Kurdî ye. Lê eger Almanî tenê bê bikaranîn, êdî zimanê pêşîn û yekem ji zaroka wan re, Almanî ye. Di heman demê de jî, ji bo zaroka wan, zimanê dayik ne tenê Kurdî ye, ne tenê jî, Almanî ye, belku zimanê dayik duta ye, ango Kurdî û Almanî ye. Êdî ew zarok xwedî zimanekî dayik ê duta ye, ji du zimanên cuda, pêk tê.

Li vê derê dibe ku bê gotin, zimanê dayik ê wê zarokê Almanî ye, ji ber ku dayika wê zarokê Alman e. Dibe ku bê gotin jî, zimanê dayik ê wê zarokê Kurdî ye, ji ber ku bavê wê zarokê Kurd e, li ser bingeha ku zarok ser bi neteweyê bav tê hejmartin, êdî li vê derê, zimanê wê zarokê yê dayik zimanê bav e!. Li vê derê, ji bo nehiştina aloziyê, ya baştir ew e ku bê gotin, zimanê dayik ê wê zarokê Kurdî û Almanî ye, ango duta ye. Di heman demê de jî, zimanê pêşîn û yekem ê zarokê Almanî û Kurdî ye, lê eger tenê yek ji wan herdu zimanan bê bikaranîn, wê zimanê pêşîn li gorî bikaranîna wî zimanî yekem be, ev yek jî nabe rêgir li ber wê yekê ku zimanê wê zarokê bi her hawî duta ye, eger bi herdu zimanan bizanibe yan na.

ZIMANÊ DUYEM

Dibe ku mirov fêrî zimanê duyem yan bêhtir ji zimanekî bibe, berî zimanê dayik ku pêwîst e yekem ew  be, lê di hin rewşan de, fêrbûna zimanê dayik dereng dikeve, êdî zarok, berî zimanê xwe yê dayik, fêrî zimanekî yan bêhtir ji zimanekî dibe, ev jî nayê wê wateyê ku ew ziman dibine zimanê dayik, ango ne merc e, herdem zimanê yekem yan duyem zimanê dayik bin, bi taybetî li diyasporayê, bi mebesta misogerkirina têkilbûn (entegrasyon)ê, hinek malbat xwe neçar dibînin li malê jî bi zimanê wî welatê ku lê dijîn, biaxivin, da zarokên wan zûtir û baştir fêr bibin û têkelî wê civakê bibin, piştre li zimanê dayik vedigerin yan venagerin, tevî ku baştirîn gav ew e, bi her hawî zimanê dayik, bi çi behaneyê be, neyê paşxistin, piştguhkirin û perawîzkirin.

Pêwîst e zimanê dayik bingehîn, pêşîn û yekem be, lê zimanê duyem ew zimanê biyanî be ku mirov, piştî yan hevterîpî zimanê dayik fêr dibe. Bi vê yekê zimanê dayik yekem û zikmakî ye, lê zimanê biyanî duyem û bi wergirtin, fêrbûn û hilbijartin e. Herwiha zimanê duyem nabe alternatîv ji zimanê dayik re, ji ber ku biryara diyarkirin û destnîşankirina zimanê dayik di rêzbendiyê de, weke zimanê yekem, ne di destê mirov de ye, lê belê ew jî weke çi kultûr û paşmayê, ji dayik û bav û malbata xwe werdigire û li ser mezin dibe, piştre jî ew zimanê dayik dikare ji bo fêrbûna zimanên din bêhtir alîkar be, bi taybetî di salên pêşîn ên zaroktiyê de.

Hin kes dibînin, zimanê dayik ew ziman e ku mirov fêrî wî dibe û werdigire, lê ne wiha ye, ji ber ku dibe mirov Kurd be, lê yekem car fêrî Almanî bibe, ev fêrbûn nayê wê wateyê ku ew kes bûye Alman, ji ber ku neteweyê wî yê resen, ne neteweyê Alman e, belku Kurd e. Ev yek jî ne kêmkirin e ji bihayê netewe û zimanê Almanî, lê belê cudakirina zimanê Almanî ye ji zimanê dayik ê Kurdî, hevdem girîngîpêdana bi zimanê dayik e, ji bo diyarkirin û tekezkirina reseniya mirov û ciyawaziya wî ji kesên ziman û neteweyên din.

Lê eger yekem car fêrî Zimanê Almanî bûbe, pêkane Zimanê Almanî jê re zimanê pêşîn û yekem be, piştre eger fêrî zimanê Ingilîzîz bûbe, êdî Zimanê Ingilîzî jê re dibe zimanê duyem, lê her zimanê wî yê dayik dimîne Zimanê Kurdî, eger bizanibe pê biaxive yan jî nizanibe, eger tê bigihêje yan jî tênegihêje, bi her hawî zimanê dayik ê yekta yan ê duta, ji wî kesî re dimîne zimanê wî yê dayik, ango zimanê neteweyê bav û dayika wî.

ZIMANÊ FERMÎ

Zimanê fermî binavkirineke yasayî ye ji zimanê dewletekê yan herêmekê re. Wiha jî dibe di yek dewletê yan yek herêmê de, bêhtir ji zimanekî fermî hebe. Li Swîsrayê 4 zimanên fermî hene (Almanî, Fransî, Îtalî û Romanşî). Zimanên femrî yên Iraqê jî, Erebî û kurdî ne. Zimanê fermî bihayekî yasayî li dewletekê yan li herêmekê yan li navçeyekê werdigire, ango ew ziman e ku li sazî û dezgehên hikûmetê tê bikaranîn, lê ne merc e zimanê nişteciyên wê dewletê be, belku zimanê hikûmetê û sazî û dezgehên wê be.

Zimanê dibistanê, yan zimanê fermî yê welatekî, ne merc e ku zimanê dayik bin, weke mînak, Kurdê ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jidayik bûye, zimanê fermî yê wî welatî, li gorî destûrê, Zimanê Erebî ye, û zimanê fêrkirinê, li dibistanên fermî, tenê yê Erebî ye, ti rêya destûrî jî bi Zimanê Kurdî nehatiye dan ku perwerde pê hebe, ji bilî serdema Rêveberiya Xweser ku Zimanê Kurdî li dibistan û zanîngrehên Rojavayê Kurdistanê rê pê hate dan, lê heta niha, li ser asta destûra Sûriyê danpêdaneke fermî pê nehatiye dan û nebûye zimanekî fermî li wî welatî.

Eger li kêleka zimanê fermî, (weke mînak, Almanî), ku zimanê dewletê ye, zimanê dayik bi xwe jî (weke mînak, Kurdî) zimanê mal û perwerdeyê be, ne ku tenê zimanê fermî yê dewletê, êdî ev gaveke gelekî girîng û bisûd e, ev jî weke erk û stûbarî ji nifşên mezin tê xwestin, da nifşên nûhatî ji windabûn û pişaftinê parastî bin.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) piştgiriyê dide fêrbûna bi zimanê dayik, ji ber ku fêrbûna bi zimanê dayik pêşketineke berdewam pêk tîne, bi taybetî di çarçoveya pêwendiya di navbera endamên malbatê de, herwiha di navbera nifşan de, lewra tenê bi rêya zimanê dayik bihayên cuda yên kultûr û nasnameya neteweyî, ji nifşekî têne veguhestin bo nifşekî din.

ZIMANÊ DAYIK Ê KURDÎ LI DIYASPORAYÊ

Fêrbûn, fêrkirin, naskirin û zanîna bi zimanê dayik, ku li vê derê mebest jê Zimanê Kurdî ye, ne tenê li welat, belku li derveyî welat jî, girîng e û pêwîstî pê heye, di pileya yekem de jî, ev erk ji dayik û bavan tê xwestin, ji ber ku erkekî mirovî, sincî û neteweyî ye. Wiha jî ji sazî û rêxistinên Kurdî tê xwestin.

Zimanê dayik xwedî roleke mezin e, di pêkanîna hişmendiya mirov û civakê de, ji ber ku ew bîrdank û gencîneyeke dewlemend e, bi awayekî reha yê bêsînor, têgeh, hizr, bîrûbawerî, dabûnerît, kultûr, çand, dîrok û bihayên mirovî û neteweyî li xwe digire, û ji takekesekî vediguhêze takekesekî din, hevdem ji nifşekî radestî nifşekî din dike. Ji vê yekê girîngiya zimanê dayik tê û pêwîst e li diyasporayê guhdaneke mezin pê hebe.

Piştguxistina zimanê dayik derfetê dide piştguhxistina beşekî mezin ji çand û kultûra civakê û netewe, herwiha dibe sedema jidestdana hêmanên bingehîn ên derbirrîna nasnameya neteweyî û civakî. Wiha jî sivkayetî bi zimanê dayik, yek ji proseyên tunekirina ciyawazî û taybetmendiya kesayetiya mirov e, serbarî ku metirsîdartirîn şêwazê serdestkirin û zordarîkirinê ye li ser neteweyekî, û li ser zimanê wî neteweyî, ku zimanê dayik e ji endamên wî re.

Li diyasporayê, peyam û emanetek di stûyê wan kesan de ye, ku ji netewe, niştiman û civaka xwe ya Kurdî re dilsoz bin, lewra ew jê derketine, lê li pey wan bi milyonan kes mane, û kenala sereke ya danûstandina wan Kurdên li diyasporayê, bi kesûkar û xelkên wan re, zimanê dayik e, ango Zimanê Kurdî ye, berî her zimanekî din, ji ber ku zimanê dayik, nasname, kesayetî, ciyawazî û taybetmendiya mirov û neteweyê wî yê resen diyar dike, û di nerîna kesên biyanî de jî, weke xwedî rûmet tê dîtin, ku ji ziman û neteweyê xwe re dilsoz e.

Zimanê dayik dilsoziya mirov ji serbibûniya wî ya niştimanî û neteweyî û civakî re, nîşan dide. Cihê dax û xemgîniyê ye jî, ku beşekî mezin ji Kurdan, li diyasporayê ji Zimanê Kurdî dûr ketine. Kurdê ku dizanin jî, kesên din fêrkirin nadin, gunehê vê yekê jî, dayik û bav in, herwiha sazî û rêxistinên rewşenbîrî, siyasî û mafnas ên Kurdî ne, ku ji erkê wan e vî barî li xwe bigirin û mezin û zarokan bi zimanê wan ê dayik ê Kurdî perwerde bikin û fêrkirin bidin.

Di vê çarçoveyê de, girîng e bê zanîn ku zimanê dayik, ne rêgir e li ber firezimanî û pirzimaniyê, ne jî astengî ye li ber fêrbûna gelek zimanên din, wiha jî firezimanî û pirzimanî, ne tunekirina zimanê dayik e. Bi her hawî, pirzimanî dewlemendiyeke mezin, baş û bisûd e, û dibe zimanê dayik jî, bi peyv, derbirrîn û şêwazên nû, dewlemend bike, lê bi behaneya firezimanî û pirzimaniyê, nabe zimanê dayik bê piştguxistin, belku baştir e ew bibe navgîn di navbera zimanên din de.

ENCAM

Ji ber girîngiya Zimanê dayik, li ser asta navneteweyî jî, 21ê Sibatê, bi Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik hatiye diyarkirin, ew jî ji bo balikişandinê bi ser girîngiya perwerdeyê bi zimanê dayik û hejmartina zimanê dayik ji girîngtirîn kenalên fêrbûna nifşan. Her ji bo girîngîdana bi zimanê Kurdî, dîroka weşandina yekemîn hejimara kovara Hawarê (15yê Gulanê, ku sala 1932yan bû, di sala 2006an de, bi Roja Zimanê Kurdî hate diyarkirin.

Zimanê dayik ê her miletekî, girêdanê di navbera nifşên wî de miletî de, dirust dike, lewma pêwîst e karine rasteqîne û berhemdar ji bo parastin û pêşxistina Zimanê Kurdî bêne kirin, ji wan: Axaftin û danênan bi Zimanê Kurdî, werger ji zimanên din bo Zimanê Kurdî, xurtkirin û dewlemendkirina ferhenga Kurdî, bikaranîna Zimanê Kurdî di tora medyaya civakî de, guhdana bi Zimanê Kurdî di rojnamegerî, ragihandin û medyayê de, belavkirina bername û pirtûkên fêrkirin, fêrbûn, perwerde û xwendinê bi Zimanê Kurdî, pakirina Zimanê Kurdî ji peyv û şêwazên biyanî, şanazîkirin bi Zimanê Kurdî, Zimanê Kurdî zimanê sereke û yekem û pêşîne be, di nav hemû zimanên din de, belavkirina pirtûkên rêziman û rênivîsê ji aliyê sazî, û kesên şareza û pispor ve û berfirehkirina lêkolînên zanistî li ser Zimanê Kurdî.

Her ji ber sedemên siyasî, civakî, rewşenbîrî û dîrokî jî, gelek alingarî li ber pêşxistin û xurtkirina Zimanê Kurdî hene, ji wan: Li welat, û li diyasporayê, guhdana mezin, weke pêwîst bi Zimanê Kurdî nayê kirin. Li ser asta zanstî, wêjeyî û ragihandinê jî, Zimanê Kurdî, li gorî ku tê xwestin, nehatiye pêşxistin û xurtkirin. Dijminên gelê Kurd û Zimanê Kurdî, hewl didin nerîn û hestên sivkayetiyê bi Zimanê Kurdî belav bikin. Paşketina civakê, lawaziya bikaranîna zîrekiya destkar, paşketina perwedeyê û rêbaz û materyalên dibistan û xwendinê, herwiha kêmbûna lêkolînên zimanzanînê, û şanaziya hin kesan bi bikaranîna şêwaz û peyvên biyanî li şûna yên Kurdî, hemû alingariyên zehmet in li pêşiya Zimanê Kurdî û karên ku divê jê re bêne kirin.

=======

Rudaw

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…