Ebdilbaqî Elî
Derewkirin Rengdêreke pîs, nebaş, û kirête, nexweșiyeke sinçî ye û gelek pirsgirêk û nakokiyên mezin li pey xwe têne ȗ belkî bibe sedama dijminatî, kîn û zikreșiyan jî.
Nexweşiya derewan pirsgirêkek mezin e, lê pirsgirêka herî mezin ew e ku mirov derewan li xwe bike û hewl bide ku derewa xwe bawer bike wekȗ rastî be.
eger mirov niha di nav rêzên hêzekê de be ku wî ramanê wê çewt ȗ șaș, daxwazên wê kêm ȗ qels, ȗ karê wê weke sûcekî mezin didît.
ger mirov di kêliyekê de, Ji nişka ve xwe berovajî biguhere, ȗ ji hembêzekê têkeve hembêzeke dî, ji aliyekî derbasî yekî dî bibe, ȗ xwe bi vê bi vê yekê qure bike ȗ xwe pê bibîne, û di heman demê de her wekî ku dema li alîyê dî bû, yên dijberî xwe tawanbar bike, ango di her rewşan de, ew ramana xwe jêdera rastiyê bibîne, û her kesê ku bi wî re nakok bin xayîn û xwefiroș dibîne??!!.
Tiştê ku li jor hatiye û min nivîsandiye ne vedîtinek yan Peyxama xeyalî ye, ȗ ne gotineke tewerîkî ye an ramanek razber e, belê mixabin ew bi rastî di piraktîkê de di nav tevgera kurdî li Sûriyê de pêk tê.
Dema ku em vedigerin ser kokên nakokiyê, em dibînin ku ew di destpêkê de dendik bû, di nav axa yekem partiya siyasî ya kurd li Sûriyê de hate çandin, Her dendikek heft tovî bȗ ȗ heft guh dan ,di her guhekî de sed lib çêbȗn ,ȗ li gorî xwestek ȗ daxwaza cotkarê ku tov çandibȗ, guh zêde bûn. Heta ku guh ziwa bûn, çargoşeya qada tevgera Kurdi bi guhan tijî ȗ dagirtî bû.
Piraniya lêveger û çavkaniyên dîrokî yên devkî û nivîskî ku dîroka tevgera Kurdî li Sûriyê belge kirine, piştrast dikin ku parçebûna yekemîn di nava refên tevgera Kurdî de bi navê çep û rast bi bihaneya nirxandina hebûna kurdan li Sûriyê û nakokiya li ser helwesta vê hebûnê bȗ, ku kurd li sȗriya miletekî resene,li ser axa xwe ya dîrokî dijî ȗ pêre çi mafên encamgir hebin li gor soz ȗ peymanên navnetewî, yan miletek e ku ji welatê xwe koçber bûye, û li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi cih bûye, ango kêmneteweke ,û li gor wê mafê welatîbûnê bitenê jêre encamgire.
Heta niha dibe ku ev mijar ji bo her şopȋner û zanayekî dîroka kurdan û tevgera kurdȋ li sûriyê normal be, lê ya ku nayê têgihiștin, belê heta guman û bêbaweriyê jî derdixe holê, tevlîbûna hineka nav kom û nifșên dawîn ȗ hewldana pêkanîna rewatiya wê helwestê û dijminatiya her kesê ku vê derbirȋnê nepejirîne, ȗ ligel kesê ku wan ew wek simsarê ewlekariyê gunehbar dikir hevkar, belê nêzîkî xala yekîtiya ziman hal bȗne, piștî ku van kesan di dema bȗrî de, dema ku rejîm ji bilî (ixwanilmislimîn) ti opozisyona navxweyî û derve nebû, peywendiyên navdewletî û herêmî yên bêhempa hebûn hestiyeriyeke sexte ȗ derew ya tund ȗ zêde li hember her aramî, an bihinferehiyê li hember rêjîmê yan netȗjkirin ango hêrsnekirina dezgehên wê yên ewlehiyê nîşan didan, û her kiryarek di vê derbarêde xiyanetek mezin û firotina pirensîpan didîtin,heta ku bilindkirina ala welat li ser şanoyên newrozê ji aliyê hin komên folklorîk ve bi sûc û tawana newelatparêziyê didîtin, îro ew bi xwe li pey lêlana rewatiya derewîn û sexte ya li ser xwîn û qoqên sûriyan hatiye avakirin dikevin, banga hembêzkirin û nehêlana ketina wê rêjîmê dikin, eger bihayê vê yekê şehîdbûna sedan xortên kurd be jî li qadên şer ( ger qurbaniya vê yekê sedên ciwan û keçên kurd bin), digel ku ew bixwe li qeraxa dî bȗn ȗ bi heman coş ȗ kelgermiyê șerê aliyê beramberî xwe dikirin, bi behaneya (Rewşên subjektîf û objektîf) ango Rewşên xwebixwetî û riyalîst.
Dema ku we ala têkoşîna şoreşgerî û berxwedana lehengî bilind dikirin ev riyalîstî li ku bû?! dema ku we kesên dî bi tirsonekiyê, newêrekiyê ku bi parskirin daxwaza mafên kurdan ji dagirkeran tawanbar di kirin.
çi rewabûn herî xurt e ji bo piştgirî û alîkariyê guncaw e?(rewabûna rejîmeke bi têkiliyên dîplomatîk ên xurt û temam dike, an jî rejîmeke ku hema hema tecrîdeke bêkêmasî li ser xwîn û qoqên Sûriyan bi hemû pêkhateyên xwe dijî).
Ev mirov çawa dikarin ji qeyikekê xwe bavêjin qeyikekê? Ev kes çawa dikarin baweriyên xwe biguherin mîna ku pirensîb û bawerî kirasek be her kêliyekê dibe were guhertin?.
Li vir gotina kesekî ku bi vê rêzê ve girêdayî bȗ, di avêtina ji hembêzekê bo hebêzeke de pispor ȗ jêhatî bȗ, di bûyereke parçekirinê de dema ku xwe ji karê xwe yê qirêj re amade dikir û hewl dida ku atmosferê ji bo cihê xwe yê nȗ tekȗz bike tê bîra min, dema ku jê hate pirsîn ka çima wî pirensîbên xwe ew qas bi lez guherand û nêrînên xwe yên berê betal kir û got: “pirensîb qapûtek e ku di dema pêwîst de em li xwe dikin.”
Berê hatiye gotin: (Eger tû şerm nekî, tû çi dixwazî bike),ȗ em niha dibêjin heke tû pirensîba xwe bi firoşî, xwe ji çeperekê yan hembêzekê bavêje ya dî, mîna meymûnekî ku xwe ji çiqilekî tavêje çiqilekî dî.