Ziman

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Hinek taybetmendiyên erênî ya rênivîsa kurdî-latînî henin ku, dibin sedemê bedewbûn, tekûzbûn, pêşketîbûn û serxwebûna wê rênivîsê. Herwekî nivîskarê hêja Bavê Nazê[1] jî amaje kiriye; hinek ji wan taybetmendiyan û pirsgirêkên elifbêya kurdî-erebî wiha ne:

1- Elifbêya kurdî elifbêyeka fonêtîkî ye, ango her tîpek ji bilî pevdenga (xw)’yê, nîşana dengekî ye. Ji ber vê…

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

1- Herwekî zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan destnîşan kiriye, di zimanê kurdî de teşdîd, yan şide ( ّ ) tine. Bi gotinaka din tîpek du caran pey hev nayê bilêv kirin. Gorî baweriya me, divê peyvên erebî yên şidedar jî di zimanê kurdî de bêyî şideyê bên nivîsîn.

Weke: Milet, Mihemed, Êzedîn, Cinet.

2-…

 
Hoşeng Nîzar Nûh

“Ez ê yan Ezê herim”; “Min ê yan Minê”; “Ehmed ê were” yan “Ehmedê were” û hwd…?

Heke em amraza dema bê ‘ê/dê/yê’ bi cînavk an navdêr ve binivîsin, çi dibe?

Gelo hevokên A. yan ên B. rast in, çima?

A. Ew ê pirtûkê bixwîne.

B. Ewê pirtûkê bixwîne.

A. Wî/Wê yê bigota…

B. Wîyê/Wêyê bigota…

“ê”amrazek e, alîkarîya avakirina dema bê dike, loma ew ne tewang e, ne jî veqetandek e, anku ne paşpirtikek e, tu sedem tuneye…

Samî Mela Ehmedê Namî

Pirtûka DERSÊN KURDÎ, pirtûkeke xwendinê ye, bi pênûsa mamoste Heqî Balte hatiye nivîsandin.

Mamoste Heqî di bin navê ”çend gotin” de van mamostên birêz bi nav dike û dibêje:

”Mamosteyên hêja Ahmed Tîgrîs, Nîzametîn Akkurt, Dersîm Tekeş, Gabar Çiyan û Yusef Erden bi pêşniyaz û alîkariya bêhempa ev pirtûk têkûz kirine. Ez ji bo alîkariya wan…

 
Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Herwekî tê zanîn, çêkirina rêzê (xet) destkefteka mezin a mirovan e. Gelê kurd jî di vê destkefta girîng de xwedan pişk û par e. Ji mêj ve rûniştvanên rêzeçiyayên Zagros û Toros nivîsîne û xwandine. Gorî belgeyên dîrokî û baweriya ziman-nasan , kurdan di dirêjaya dîrokê de ji bilî bikaranîna elifbê û…

Merwan Berekat

Zimanê her miletekî, ji bo wî mayîn, parastin û taybetiyeke netewî ye. Dema miletek zimanê xwe yê netewî ji bîr bike, û zimanekî din bi kar wîne, nasnama wî ya netewî namîne, ew milet dihele û nema wek neteweke serbixwe dimîne, ango em kanin bêjin: Ji berî xaknîgariyê; ziman welatê netewî ye.
Dijmin û xêrnexwazên…

Nivîskar : Hozan Deham Ibrahîm
2015/2016
Bulxarya, Sofya

Lêkolîn
– Biregmatî çî ye ?
* Di ferhenga Oxfordê de : The meaning beyond the sentence which is not cleared directly to the listener.
* Di kurdî de ( Wata veşartî ya ko ne diyare ji bo kesê guhdar ) .
– Biregmatî wek xwe wek gelek bingehên Zimanê Kurdî yên serekî. Yên…

Merwan Berekat

Nakokiya zimanan û nemaze yên ku di navbera zimanên hevsînor de dest pê dibe ne rûdaweke nû ye, ew gelek kevnar e û beşek ji jiyana zimên e. Wekî çawa di navbera hemû zindiyan de, ji bo mayînê nakokî çê dibe û ew tiştekî normal e, her weha eger di navbera zimanan de jî…

Merwan Berekat

Bêguman rola zimên di avakirina hemû warên şaristaniyê de roleke girîng e, û pêşketina şaristaniya miletekî ew jî roleke bingehîn di jiyana zimanê wî de dilîze, wê lomê jî di navbera pêşketina şaristaniya miletekî û pêşketina zimanê wî de pêwendiyeke hertimî heye.
Dema pêşketin dikeve jiyana wêje, raman, felsefe, koltor, warên perwerdekirinê û hemû karûbarên…


Deham Ebdulfettah

Rawegoriya Karan bi Kara û Berkarên wan re
Mebesta me ji gotina (rawegorî) yan jî (kategorî)[1] ew e ku nîşandekên jimara kara û berkaran bi şêweyekî rast û durist , li wan , yan jî li karên wan xuya bibin . Anku , raweya karan li gora jimara kara û berkaran teşeya (forma) xwe , di…