sersaxî

Îro, bi dilekî xemgîn, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya perwerdekar, nivîskar, lêkolîner, siyasetvan, kesayetiya civakî û welatparêz Mihemed Qasim bihîst …
Kurê Dêrika Hemko, ê ko bi hezaran xwendekar li ber destên wî xwendine, û perwerde bûne, çend pirtûkên wî hene, hinek ji wan çap bûne, û hinek…

Bi Hêstirên çavan û xemgîniyek giran, ez şîna Birayê hêja Isam(Essam) El Dîn Awnî piçûktirîn Kurê Dîroknivîs ê navnas Mihemed Ali Awnî û Birayê Rojnamevanê bi nav û deng Duriye xan û Bavê Mamoste Adam,li Oxford –Englîstanê, di 87 saliya xwe de li ber destê vê rojê 30.04.2021çû dilovaniya xweda bi Milletê Kurd û Misrî…

 
Bi dilekî pir bi dax û pejar, ême wek Nivîsgeha birêvebir ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, me nûçeya koçkirina dawî ya hevalê rêgaya xebata we, Doktor Roj Nûrî Şaweys bihîst, kesayetiya siyasî û partî a gelekî hêja û lêhatî, me jî ew wek rewşenbîr û nivîskarekî kûrbîn û dûrbîn nasdikir,…

Heval û Bira Berêz Kemal Ebdî Îro berbangî, Roja Sêşembê 17.11.2020 li Bajarê Efrînê çû Dilovaniya xweda.
Bi Koçberiya wî,ne tenê Malbat û Milletê Çiyayê Kurd û seranserî Rojava pê xemgîn dibe, lê her Tariya oxira wî li Esmanê hemû Kurdistanê digere.
Birayê gewre Kemal Ebdî, Nimûnekî taybet bû. Jiyana wî her Têkoşîn, Eşa Millet û Welat…

Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan!
Civaka kurdan ya Kazaxistanê!
Hêjano! Bi mixabinî û dilekî şikestî me li Qamişlo, nûçeya koçkirina xatûna kurdên Kazaxistanê (Gulistana Hemo Bedirxan: 1925-2020), li bajarê Amata bihîst.. Eva ku ji ber qencî, dilovanî û rehma wê li ser hejar, belengaz û feqîran di nav civaka kurdên Qafqasayê de bi navê (Dayika Kurdan) û (Dayika…

Îro, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, bi dilekî gelekî xemgîn û bi dax, nûçeya hate ragîhandin ko Seîd Gabarî koça dawî kiriye bihîst ….
Bêgumane ko bi koçkirina Seîd Gabarî, gelê me bi giştî û huner û stiranbêjî û folklora Kurdî bi taybetî bejneke gelekî bilind winda kir, û stêreke geş ji…

Di nûçeyeke xemgîn de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya koça dawî ya hevjîna helbestvanê navdar, Mehmûd Sebrî endamê şaxê Hesekê yê YNKS bihîst.
Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê ji mamoste Mehmûd sebrî û tevahiya malbatê re dixwezin û hêvîdarin ji Yezdanê dilovan wê bi buhişta xwe ya rengîn şad bike.
Bila serê malbatê sax be, û cihê …

Ez Deham Ebdulfettah û malbata xwe, em spasiya hemû xwîşk û biraderên xoşewist dikin, ewên ku beşdarî behiya me bûn û xemgîniya me bi koçkirina kurê me (Îqbal), bi me re parvekirin.
Em ji Xwedayê dilovan tika dikin ku wan biparêze û sîwana jiyaneke asûde, bê kul û keser li ser wan vegire..!
Deham Ebdulfettah.
Amûdê 5/4/2020
.

Rêzdar kek Dr.Azad Cegerxwîn!
Bi dilekî gelek xemgîn me nûçeya koçbarkirina birayê me Keyo bihîst,bi rastî ev nûçeya cihê dilêşek kur û mezin bû,bila serê te ,hemû xwîşkên te û gelê Kurd li Kurdistanê û li dervayî welêt sax bin,dilovaniya Xwedê li giyanê wî be,cihê wî buhuş be.
Dilsozê we

Dr.Ebdilmecît Şêxo
Efrîn,29.03.2020

Mamoste (Deham Ebdulfettah) bi dilekî xemgîn û şewat heval û dostên xwe agahdar dike ku doh 28/3/2020 kurê wî yê mezin (Iqbal/ 51 salî) li Hollandayê bi kirîza mejî koça dawî kiriye.. Ji ber rewşa ku cihan serûbinî hev bûye, baş e ku sersaxî bi rêka telefon û mesajên (social media) be. Serê gelê Kurd…