sersaxî

Sersaxîyek ji Konê Reş bo Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan

Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan!
Civaka kurdan ya Kazaxistanê!
Hêjano! Bi mixabinî û dilekî şikestî me li Qamişlo, nûçeya koçkirina xatûna kurdên Kazaxistanê (Gulistana Hemo Bedirxan: 1925-2020), li bajarê Amata bihîst.. Eva ku ji ber qencî, dilovanî û rehma wê li ser hejar, belengaz û feqîran di nav civaka kurdên Qafqasayê de bi navê (Dayika Kurdan) û (Dayika Têrêza) dihat naskirin.. Xwedê wê bi dilovaniya şad bike.. wek ku kurdan gotiye: Şêrejinek Kurd bû, stûna malbata Zîyoyê Bedirxan bû..
Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan!
Xweş li bîra min e dema ku di sala 1992an de tu hat Qamişlo.. Me li mala rehmetî Dr. Alî Loqo hev dît û baş em bi hev re li dîroka malbata te (Bedirxaniyan) sekinîn.. A dinî rojê, em bi hev re çûn Eyndîwerê, raserê bajarê Cizîra Botan, da ku tu ji wir bajarê (Cizîra Botan), hêlîna bapîrên xwe bibîne.. Hingî, min tu naskir.. Min reseniya te naskir.. Min Bedirxaniya te naskir..
Jixwe wek ku tê gotin; bavê te Zîyo Bedirxan bû, yê ku di sala 1953an de, piştî mirina Stalîn, bû rêber û alîkar ku Barzaniyê nemir ji Taşqendê here Moskoyê û çav bi Xorşov keve..
Belê, wek ku mamoste Hemîdê Hecî Derwêş her dema ku dibû behs û qala Bedirxaniyan digot: “Bedirxanî li kû bin, Kurdistan li wire..” Li gor şopandina min ji kurdên Kazaxistanê û bi taybetî yên ku li bajarê Almata ne, rola te wek Bedirxaniyekî di nav wan de zor mezin e, tu bi wî erkê xwe yê kurdewariyê radibe.. Mala te ava be..
Belê ezbenî Prof. Ezîzê Bedirxan! Xwedê dayika te (Gulistana Bedirxan), dayika Kurdan, bi dilovaniya xwe şad bike.. Buhişt mala wê be.. Serê te û malbata te sax be.. Serê kurdên me li Kazaxistanê sax be û  serê gelê kurd sax be.

Konê Reş/ Qamişlo

10/7/2020

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…