Semînar

Êvara roja 18/12/2016an li bîroya Kurdî li
Brûkselê semînara nivîkar û helbestvan Hoşeng Osê hebû. Semînar xwendineke rexneyî
derbarê romana “Hefteyeke dirêj li Amedê” a romanivîs û wergêr Kurd
Fewaz Husên bû.

Di destpêkê de Osê, xwediyê romanê bi beşdaran
ve da nasîn û got: Fewaz Husên di sala 1953ê de li gundê “Kurdo” yê
girêdayî bajarê Amûdê ye, hatiye jiyanê. …

Komela
Kurdên Hamm li / Elmanya,NWR,
sîmînereke ramanî bi sernavê (Cenga ramanan û dewleta kurdî) li dar dixe.

Di sîmînarê de rexnevan û lêgervan mamoste Heyder Omer
li ser pirtûka Dr. Ehmed Xelîl (Kurdistan berî her tiştî), ku weregerandiye bo
zimanê kurdî, daxive.

Dem: Yekşem, 13. 11. 2016. Kat: 15,00

Cih: Kamenerstr.181

59077 Hamm

.

Komela mamosteyên Kurdistanê (KOM-MAK) li Elmanya / Zaxsena jêrîn,
we vedixwene sîmînarê ҫandî-ramanî, li ser pirtûka (Sûriyê ji sitemkariya ewlehî ber bi bobelata mirovahî de) ya lêgervan Idrîs Omar.

Roja Şemiyê, 15. 10. 2016. kat: 14.00

Edrês: Windenheimstr. 4

30451 Hannover.

.

Li roja 25.09.2014an ji aliyê Parêzgeha
bajarê Şilêsvîgê, şeveke helbestxwendinê li Hola parêzgeha bajarê Şilêsvîg
(Kreis Schleswig-Flensburg ) bi amadebûna Parlemanterê Civata Rîspiyan (Landesrat)
ya bi ser bajarê Şilêsvîg ve, Nûnerê
Parêzgerê Şilêsvîgê,
Karmendên Bajarvaniyê û hin Endamên Partiyên Elmanî ji bo Helbestvan û
Nivîskarê Kurdistanî Birêz Ezîz
Xemcivîn, hate li darxistin.
Di vê şevê de Helbestvan Ezîz
Xemcivîn bi Nameya Gelê…

 
roja înê 2/11/2012 an li navenda Osman Sebrî semînarek di bin sernamê Rûpelek ronîdayî ji diroka toreya Kurdî hat li darxistin, têde mamoste Mihemed Şêxo vekolînek li ser torevanê hêja Eliyê Teremaxî xwend. xuya bû ku yê vekolîner xwe pir westandibû û li gelek jêderan vegeriya bû, beşdaran bi germî tevlî mijarê bûn û gelek…

 
Li bajarê Qamişloko û Li hola Zelal ya bi taybetî bi kar û barê çalakiyê rewşnbîrî radibe, û di vê şeva han de bi beşdariya birrek ji rewşnbîrên kurd, û çend kesayetên Ereb û Asûrî mamoste Brahîm Mehmûd şevbuhêrkeke folklorî li ser tekst strana (Ez kevokim) ya ku seydayê Cegerxwîn di pirtûka xwe de folklore…

Roja çarşemê 20.06.2012, li danişgeha encûmena kurdî li Sûrî-Qamişlo û li ser daxwaziya komela Subartu, û bi amadebûneke jinê yî balkêş û ciyawaz, Mamoste Fewaz Ebdê bi simînarekê bi nave “Jin di metelokên kurdî de” rabû.
Simînar li tevaya çarçiwên jiyana jina Kurd rawestiya; weke kepanî, jina male, dê, perwerdeker, hewî, keça evîndar, xwazgînî, delalî, spehîbûn,…

Bi alîkariya şarestaniya bajarê Tübingen (Baden-Württemberg), beşê hevgirtin û wekheviyê, û dibistana gel ya bilind (vhs). Komeleya Urkêş ya çand û hunerê li Tübingen, karî pênc simînaran bi zimanê Elmanî organîze bike, bi navê cîhana kurdan (Miletek tenê bi gelek welatan).
Simînara yekem rêzdar Dr. Kemal Sîdo pêşkêşkir. Di mijarê de li ser rewşa gelê kurd…

BIRADOSTÊ MÎTANÎ
Li bajarokê girkê legê şeva 7/5/2012/ dîdargeha girkê legê ya rewşenbîrî şevek çandî lidarxist ser torevanê me yê hêja MELA EHMEDÊ PALO bi arîkariya kurê wî RÊZAN PALO û biriyê me ÛSIV BAVÊ EBDILWEHAB yên ji qamişlo hatin mêvantiya dîdargehê
– helbestvan BEXT REŞÊ KOÇER rêveberiya şevê kir û bixêrhatina mêvan û mamosta RÊZAN EHMED PALO û biraderê…

Xalid Omer

Di roja şemiyê 27/4/2012 de, bi amadebûna hejmarek xuya ji nivîskar û xemxurên zimanê kurdî , şevbuhêrkek helbestî li bajarê Hesekê -taxa Miftî bi kêlîkek bêdeng li ser rewanên pakrewanên kurd û kurdistan û Şoreşa Sûriyê bitevayî hate lidarxistin, pişt re pêşkêşê şevbuhêrkê mamosta Salar Elo, rê da xwendina helbestan..

helbestvanên ku beşdarbûn û helbestên…