Şeveke helbestxwendinê li bajarê Şilêsvîg- Elmanya

Li roja 25.09.2014an ji aliyê Parêzgeha
bajarê Şilêsvîgê, şeveke helbestxwendinê li Hola parêzgeha bajarê Şilêsvîg
(Kreis Schleswig-Flensburg ) bi amadebûna Parlemanterê Civata Rîspiyan (Landesrat)
ya bi ser bajarê Şilêsvîg ve, Nûnerê
Parêzgerê  Şilêsvîgê,
Karmendên Bajarvaniyê û hin Endamên Partiyên Elmanî ji bo Helbestvan û
Nivîskarê Kurdistanî  Birêz Ezîz
Xemcivîn,   hate li darxistin.
Di vê şevê de Helbestvan Ezîz
Xemcivîn  bi Nameya Gelê Kurd ji Miletên
Herêmê û ji Miletên Cîhanê re
, çend helbest, peyam û êşên gelê Kurd bi  mêvan û gelên cihanê da nasandin.Bi navê beşê Kurdî li bajarê Şilêsvîg  Ji dil spasiya Nivîskar û Helbestvan Ezîz
Xemcivîn , Şêwirdara karûbarên Penaberan Xatûn Sylke Willig,
Endamên rêkxistina Diakonie li bajarê Şilêsvîg, mêvanên beşdarbûyî bi taybetî
yên ko ji Danîmark û Bajarê Kiel (Nawça Hamburg), Muzîkjen Ciwan Îsa, wergerên
vexwendin, Name û helbestan:

Xatûn
Zeyneb Xoce, Birêz  Ilias Arian Shaddadi, û
Birêz Rojava Mahsûm Onen û
hemû hevalan dikim.

Li gel rêz û silavan

 27.09.2014

 Beşê Kurdî-Şilêsvîg
Şîlan û Amed Doskî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…