Jin di metelokên kurdî de

Roja çarşemê 20.06.2012, li danişgeha encûmena kurdî li Sûrî-Qamişlo û li ser daxwaziya komela Subartu, û bi amadebûneke jinê yî balkêş û ciyawaz, Mamoste Fewaz Ebdê bi simînarekê bi nave “Jin di metelokên kurdî de” rabû.
Simînar li tevaya çarçiwên jiyana jina Kurd rawestiya; weke kepanî, jina male, dê, perwerdeker, hewî, keça evîndar, xwazgînî, delalî, spehîbûn, bûk, xesû, û ya kurdûnde.. li gel tiştê nebaş (negatîv) di jiyana wê de.

Di dawî de simînar –bi alîkariya metelokan- giha encamekê, ku mêr bi jinê ye û jin bi mêr e, herdû bi hev re jiyanê avadikin.
Hin ji metelokên di simînarê de hatin:
1-Jin stûna malêye.
2-Mala ku jin avabike, kes nikare xerabike.
3-Dar bi berê xwe ye.
4-Serê ku serî jê nekevin, bila bê veşartin.
5-Jina çê ji hezar mamote çêtire .
6-Law dest tavêje sure bavê, keç dest tavêje teşiya dê.
7-çavê reş kil naxwaze.
8-Jina bê fedî, weke xwarina bê xwê ye.
9-Axa jinê û axa mêr her yeke.
10-Jin û mêr du baskên teyrekî ne.
Simînar bi van gotinan bi dawî bû:
Di kelepûrê kurdî de her û her navê zayend mê berî zayend nêr tê, weke: Jin û mêr, keç û xort, dê û bav, xwişk û bira, pîrek û zilam, pîr û kal “Xwedê we bi hevre pîr û kal bike”. Ev jî nîşanenek ku Kurd qedrikî mezin didin jinêû nîşana rêzgirtinekê ye ji wê re. Lê di dawî temen de dibêjin: Kalo û pîrê. Gelo ev ji ber ku “kalo” bihtir hewceyî guhdanêye navê wî berî yê “pîrê” hatiye?! Ev cihê pirsêye û bersiv belkî li cem civaknasan be!.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…