Nûçe

Ezîz Xemcivîn
Evro, bi fermî girêbesta pirtûka Kurdica (Kurdîka) ya nivîskara Kurd Şîlan Doskî digel weşanxaneya J&J ya mamoste Azad Zal, hate imzekirin.
Kurdica (Kurdîka) yekem pirtûk e, ko lîsteya navên zanistî yên gul, dar û giyayên Kurdistanê yên ko li florên welatên dagîrkerên Kurdistanê û yên ko li florên welatên biyanî hatine tomarkirin, digel jêderên wan…

Rojbîn Kizil û Fehîme piştî demek dirêj, amadekarina kilîba xwe a nû ragihandin. Helbest, muzîk û qeyda stranê bi xwe a Rojbîn Kizil e û Zana Kizil wênekêş jê re kiriye.

Kilîba bi navê Keçê Dînê berhemek nû ye piştî demek dirêj.

Rojbîn kizil û Fehîme xwişkên hev in û li Elmanyayê dijîn. Gelek berhemên afirandine. Di…

Hejmara Nozdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê) ye, ji pêşekiya hejmarê: “Nivîsîn û belgekirina dîrokê ji bo gel û neteweyan xwedî girîngiyeke mezin e. Neteweya ku guh nade vê yekê, dê rastiya dîroka wê were çelexwarkirin, piştguhkirin û…

Bi amadebûna Birêveberê Şaredariya bajarê Şilêswîg (Schleswig) rêzdar Stephan Dose evro civîna hefteya kultûran (Interkulturelle Woche 2023) li şaredariya bajêr hate lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye, Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.) bi şandeke fermî li civînê amade bû, di gotina xwe de serokê Komeleyê li ser çalakiya Komeleyê ya ko roja 22.09.2023 ahenga pênasîna Komeleyê pêk…

Di dîroka / 25 / 8 / 2023an de Rêxistina Helebê ya partiya me “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” civîna xwe ya rêxistinî li darxist.
Civînê bi xulekek bê deng li ser giyanê sekreterê partiya me mamoste Ebdilhemîd Derwîş û hevalên damezrêner û hemû pakrewanên Kurdistan û Sûriyê dest bi karê xwe kir.
Di…

Hejmara 105 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok, Lêkolı̂n,
Folklor û Helbestan jı̂ bixwı̂nin.
Naveroka hejmarê:
Nivîsara sereke:
– Sînaryoyên çareserkirina kirîsa Sûriyê/Ebdulbaqî Huseynî
Gotar û Nerîn:
– Berdewama wêraniya Kurdan/Xorşîd Şûzî …..
– Dengvedanê nasnameyê: Pîrozkirina berxwedan û xweşikbûna zimanê Kurdî/ Şêrzad Mamsanî …..
– Me çima…

Li bakurê Elmanyayê-Kiel, Dibistaneka Kurdî bi navê Niştiman hate vekirin. Damezrêner û birêveberê Dibistana Niştiman birêz (Pêştiwan Seyid Reûf) e. Du mamosteyên xwebexş, xatûn Kwîstan Hacî Fayeq bi zaravayê Soranî û birêz Husên Taha Hirorî bi zaravayê Kurmancî, wê zarokan fêrî xwendin û nivîsandinê bikin. Wane bi Alfabeya tîpên aramî wê bên dan. Dibistan di…

Hejmara 103 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên
cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar,
Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Hevpeyvîn, Wergerandin, Çîrok, Folklor û
Helbestan jî bixwînin.
Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanî hatiye
weşandin.
Naverok
Nivîsara sereke:
– Peymana Lozan û sed sal ji çewsandinê / Ebdubaqî Huseynî
Nerîn û Gotar:
– Mele Ehmedê Namî…

 
Di dîroka / 26 / 3 / 2023an de li taxa Eşrefiyê û li ser daxwaza hevbeş a rêxistinên herdu partiyên “Pêşverû , Yekîtî” li Helebê sekinek piştgîriyê bi xudiyên me yên li Efrîn û Cindirêsê û pakrewanên agirê newrozê re bi rêve birin.
Çalakiyê bi rawestandina xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Newrozê û pakrewanên…

Bavê Zozanê

Berî her tiştî ez cejna Newrozê li dost û heval û tevahiya gelê xwe pîroz dikim li welat û li dervî welat .

Lê li Europa li welatê penaberiyê tiştê herî balkêş ku merov matmayî jê dimîne ew e ku li va welatan her girûpek her komelek her tîmek her komek her partiyek her saziyek…