Sekinek piştgîriyê

 

Di dîroka / 26 / 3 / 2023an de li taxa Eşrefiyê û li ser daxwaza hevbeş a rêxistinên herdu partiyên “Pêşverû , Yekîtî” li Helebê sekinek piştgîriyê bi xudiyên me yên li Efrîn û Cindirêsê û pakrewanên agirê newrozê re bi rêve birin.
Çalakiyê bi rawestandina xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Newrozê û pakrewanên azadiyê û di ber sirûda netewiya kurdî re (Ey Reqîb) destpêkir , piştre daxuyaniya hevbeş a herdu partiyan bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin ev deqa wê ye :
Daxuyanî ji raya giştî re
Ji dema dagîrkirina Turkiyê ji herêma Efrînê re 18.3.2018an. Z, tawan û binpêkirin û siyasetên Turkirin û Erebkirinê di dermafê gelê me yê Kurd de li herêmê ranewestiya ne, û ya dawiyê jê komkujiya şeva Newroza 20.3.2023an. Z li bajarê Cindirêsê bû, dema ku giropeke çekdar ji milîseyên “Artêşa El`şerqiyê” (ya bi ser Hemahengiya Sûrî ve û girêdayî dagîrkeriya Turkiyê) bi mebesta vemirandina agirê Newrozê êrişî ser malbata “Pêşmerge” kirin û bi kîndarî û xwîneke sar ew qurşîn kirin, û di encamê de çar endamên malbatê şehîd ketin, û ew jî ev in:
– Nezmî mihemed Osman (53) salî
– Fereh eldîn Mihemed Osman (45) salî
– Mihemed ferh eldîn Mihemed (19) salî
– Mihemed Mihemed Osman (38) salî
Û ev jî birîndar bûn
– Lawê pakrewan Nezmî/  Mihemed Nezmî Osman.
– Xwediyê pêdewîstiyên taybet “Fîras Ebdo Xelîl”.
Em rêxistinên herdu partiyên “Pêşverû û Yekîtî” li bajarê Heleb van kiryar û tawanên hovane yên di dermafê gelê me de li Efrînê têne kirin şermezar û le`inet dikin, û ji Civaka Navdewletî û bi taybetî dewletên xwedî rol û bandor “Amerîka û Rûsiya” daxwaz dikin, ku zext û fişarê li Turkiyê bikin, da ku van binpêkirin û kiryarên hovane û teror rawestîne, û dagîrkeriya xwe ji herêma Efrînê û bajarên din ên Sûrî re bi dawî bîne.
– Rûreşî û serberjêrî ji dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê û kujeran re.
– Hermayîn û serbilindî ji Pakrewanên Cindirêsê û hemî pakrewanên Kurd û Kurdistanê re.
Heleb – 26 Avdara 2023an. Z
Rêxistinên herdu partiyan li Heleb:
-Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.
-Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Di dawiya çalakiyê de spasiya beşdarbûna partiyên siyasî hate kirin û bi taybetî Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî , û Partiya Komonîst a Sûrî ya Yekbûyî. Herwiha spasiya hemû beşdaran hate kirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…