Hejmara Nozdemîn a Kovara Şermola Derket

Hejmara Nozdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê) ye, ji pêşekiya hejmarê: “Nivîsîn û belgekirina dîrokê ji bo gel û neteweyan xwedî girîngiyeke mezin e. Neteweya ku guh nade vê yekê, dê rastiya dîroka wê were çelexwarkirin, piştguhkirin û jibîrkirin û di encamê de dê di devê hêzên dagirkeriyê de bibe pariyekî hêsan. Her wiha ew milet dê rastî qirkirina nijadî û çandî were. Weke mînak, niştecihên resen ên parzemîna Amerîkayê ji hêla dagirkeran ve hatin qirkirin û navê “Hindiyên çermsor“ li wan hat kirin. Ji ber ku tu mîrateke şênber a nivîskî li ba wan tune bû, kesên ji wan sax man jî, nikarîbûn guhertin û çelexwarkirina ku der heqê dîroka wan de pêk hatiye, biguherin. Ji ber heman sedemê hin gelên Rojhilata Navîn rastî paşguhkirin û çelexwarkirina nasnameyê tên; her wekî gelê kurd. Gelên derdora wan hewl dan koka kurdan bi xwe ve girê bidin da ku wan di nava xwe de bipişêvin. Her wiha rojavaya sermayedar bi navê “rojhilatnasiyê“ şandeyên mizgîndariyê  şandin herêmê û wan karîbû gelên xiristiyanî li herêmê ji hev bixin.
Ji aliyekî din ve şande hinartin herêmê da ku li cihên dîrokî û şûnwarî
venihêrin û di encamê de herêm rastî dizîn, şelandin û çelexwarkirineke
dîrokî ya bizanebûn ji hêla rojavaya sermayedar ve hat, û bi dehên
hezaran şûnwarên dîrokî ji bo mûzexaneyên xwe veguhestin (dibe ku di
cihine nehênî de jî veşartibin). Armanca wê ji vê yekê ew bû ku bi bûyer
û tomarên kevin bilîzin û hin teoriyên dîrokî derxînin; her wekî
teoriyên girêdayî koka hindo-ewropî ya hin neteweyên resen li herêma
Mezopotamyayê.
Li Sûriyeyê jî, li şûna ku serê xwe bi cihêrengiya
neteweyî û çandî ya ku ji hezarên salan ve li herêmê haye bilind bike,
hewldan di salên borî de hebûn û hê jî hene ku şaristaniya kevin a ku li
Sûriye û Iraqê derket, tenê bi nijadekê ve girê bide. Vê yekê hin caran
ramanên nedurist û tundrew der heqê gel û pêkhateyên sûrî de peyda
kirin.
Piştî guhertinên ku ji sala 2012an ve li herêmên Rêveberiya
Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin, hevpeymaneke civakî di
navbera hemû gel û pêkhateyên herêmê de derket. Tê de jiyana hevbeş,
danpêdana bi tevahî çand û zimanên xwecihî yên herêmê û azadiya
weşandinê hatin pesendkirin. Tevî atmosfera vekirî li herêmên bakur û
rojhilatê Sûriyeyê lê tu navend an jî saziyeke têkildarî lêkolînên
dîrokî, Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê tune ne. Bêguman pêwîstiyeke
mezin bi navendine wisa heye da ku careke din ji nû ve li dîroka herêmê û
gelên wê binihêrin û di encamê de sêwir, nerîn û ramanên çewt û
nedurist çareser û sererast bikin û dîrokeke nû binivîsin lê vê carê bi
destê miletên herêmê..…”.
Di hejmara Nozdemîn de gelek mijarên wêjeyî
û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û
welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.
Hejmara Nozdemîn a kovara Şermola 152 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di beşa kurdî de ev berhem hene:

Pêşek:
– Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Dosyaya Hejmarê:
– Girîngiya Nivîsandin û Belgekirina Dîroka Kurdî.. (Merwan Berekat)
– Di Jiyana Gelê Kurde de Girîngiya Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê.. (Narîn Omer)
– Wêje Bedewiya Dîrokê ye.. (Fehîma Deştan)
Lêkolîn:
– Cizîrî û Welatperwerî  -Xelek 1.. (Diyar Bohtî)
– Nirxandina çîroka (Şaîroko) ya Bavê Nazê.. (Aram Hesen)
Pirtûkên Derketî:
– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Huner:
-Stran; Dengê Dîroka Kevnar .. (Berçem Hewar)
-Vejîn (Şano) .. (Simko Cûdî)
Çîrok:
– Kilîd.. (Ebas Mûsa)
Helbest:
-Li te digerim.. (Cemîl Xoce)
– Şevek bû û hatin.. (Yasir kobanî)
Serbest:
– Koça dawîna du rewşenbîran.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Ciwan û Wêje:
– Çîrokek di nav koma jinan de.. (Sewsen Şêx Bekir)
– De were.. (Ehmed Hesen)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…