Helbest u pexşan


Mihmed Ebdê
Mirwan94@hotmail.com

Dilo çima tû hatî birîn darkirin ji ber derdê evînê?
Çendî cara tu ji ber evînê hatî guvaştin ji xwînê
Navim evîn darbim naxwazim evîniyê carek din bibînim
Navim evîn darbim dilê min ji ber ku di nav bera min û evînê de cenge

Dildarî ji min re nabe ez dil janim birîn darim perîşanim
‏‏‏‏‏‏ Eger evîndarbim carek…

Demhat Dêrikî

1.DA BIBIM PARÇEK JI XEWNÊN TE

Ji tizbiyên not û neh lib, ji kenên derewîn û awirên xapînok, ji roviyên di qehbîtiya felekê de bûyîn”şêr” direvim, xwe diavêjim di navbera didanên felsefa jînê û ji wir xwe diavêjim bextên şevên te û di nava çemên canê te de sed carî xwe noq dikim da ji…

Nisrîn Ehmed

Te di xew de dibînim..
çûna te dibînim.
xwe amade dikim ji çûnê re.
sitêrên min ji dîdarên te re dayîn hev,
yek bi yek darve dikim.
li pişta xwe girêdidim.

Gulên ji roniya çavên te bişkivîn
li ser kirasê xwe ve werdikim.
xewnên li ser sînga te min dîtin…
ristikin li ser gerdena minin.
bi tilîyên te pora xwe şehdikim.
helbesta cara yekemîn, di…

Demhat Dêrikî

Esmerê,Wê şevê ew dilbuhariya min ya ku ji çavan destegul belav dikirinber bi şevistan, ewristan û baranistanan ve bû rêwî û di nav tixûbêndengvedana birûsik qeyrana heneseyên min de, çend dîmen; ji şewatê,ji jana vedana reşkonên evîna kurdayetiyê, ji xwelî serî û bê tebata hezkirinê hembêzkir.

Wê şevê, di wê şeva baranî de te sakoyê…

Yasîn Hisên

Tu sibehan di riwê xwe de vedişêrî
Tu roka sibehên havînê yî
Dema ji tîna ez çeng dibûm…

Tu tava sibeha zivistanê bûyî
Dema ji tirsa re min xwe dialand
Û bi te diramiyam
Tu…
Bihna buhara harbûyî ye
Dema dêmên te bihn vedidan
Tu…
payîz bû….!

Di nîvrojên havînên de,,,min te dikir bûka rojê…
Çiko kes xwe naspêre tîna te…ji bilî min

Nîvroj di zivistanê de,,,hevalmenda…


Mihmed E`bdê

Hevalo ger tu windabe li vê jiyanê
Li te bigerim di dilê xwe de te bibînim
Ger cî û war ji ter tinebin
Di ronîya çevên xwe de te hilînim
Dibin tava rojêde dimînê tu ezê
Liber sîka mijankên xwe de te bilorînim
Carek ku tu xuyanî nebe hevalo
Di rûpelê dîroka xwe de te derxînim

Were li bamin…


Nizar Yosif

Honandin a keziyên çend zeriyan
Biskên çend dilberan
Li hev birês im
Werîs ê hêmandin ê
Bavêj im qurm ê dara tûyê
Li deşt ê

Û seryê din
Li kembera dar a berûyê
Girê bidim
Û merşik a kevnar
Rengên bi hisretan xêz kirî
Ji tevna pîrik a pişt qof
Li ser raêxim
Bi mûyên don girtî
Ji pirça wê
Pê landikê
Bi wêrîs…

Sevger

Ez çi bêjim û çi ne bêjim
Ji derdan ez îdî gêjim
Carna dibêjim min çi jêye
Ziman devde ez dugvêjim.

Dîse bi xwe ez nikarim
Ji ber ez ne kker u lalim
Hemberî pîsan §iyarim
Divê rastîyê ez bêjim..

Li civatê tama§ekin
Çwa §erê hevdû dikin
Xwe ji doza xwe dûr dikin
Ma ji bo van ez çi bêjim?

Ji sedî nîv çewt û §a§in
Ew…

Ahîn Zozanî

Diyarî rewanê birayê min.

Dayê keleha sewdanê xwe ji ariya dengê min daweşîne.
Bila bîranînên min di şikefta sînga te de mîna aveke zelal ji kendalê dilê te biherikin.
Xweliya kenê min bi ser reşrojên mayî ji temenê min de bibarîne…

Dîsan feleka xayin weke hercar, şahî ji hembêza diya min revand!
Dîsan baraneke reş bi ser gulên…


Demhat Dêrikî

Evîna ji dergûşa Farqînê û ji ziman û rengê sûrên Amedê
di bêrîkirina te de bêriya te dikim û ji bêrîkirina te têr nabim
esmera Amedî.
Dema tu dibêjî rojbaş
bêriya êvarbaşa te dikim
û dema tu dibêjî êvarbaş
bêriya rojbaşa te dikim can!

Di vê bêrîkirinê de li sînorên mirinê temeşe nakim
li dengên man û nemana feriyadan guhdar nakim
tenê …