Xwatirxwestin *


Salih Cefer

Dîsa wekî her car ketim nav xem û xeyalên xwe yên belav kirî
Di quncikên tarîde gerîyam

ku kel û pelên bîranînên xwe bidin hev
Matmayî mam
Bê bersîv mam
Li dora xwe gerîyam
Ev çi xwatirxwestinê
Ev çi koçkirine
Ev çi nişkavkirine
Lê dizanim
Her ku  xewn û xeyalên min dûrî talan û bêmafîyê dikevin
Her ku dilê min ji xemgînîyê bêpar dibe
Her ku gulên westîyayî di henavên min de berve geşbûnêde diçin
Her ku hevîyên min yên şekestî ber  bi asîmanan de difirin
Her ku xeweke bê tirs dibe mêvana hestên min
Ez li ser dengê hawareke dilsotinî di xerîbîya xwede digevizim
Di nav rojên ji rengê xwînê sorbûyî, rengên hestên xwe wenda dikim
Û dibêjim :
Gelo çibû? kê xwatir ji me xwest û dê kî ji me bixwaze ?
De, win bi heqê wan rojên bi ked û westabûnê xweşbûyî vê yekê li me nekin
De win bi heqê wan hestên bi bîrînan dagirtî vê xerîbîya me dijwartir nekin
Em li benda wê rojêne ku disa wan kul û derdan
Li welat careke din bi hevre pareve bikin
Bi germîya wan rûniştinên di ciyên tarî de sarbûna xerîbîya xwe germ bikin
Salên xerîbîya me dirêj dibin û winjî bi lezin
Ne em kanin ji dest brûsk û ewr û tavên hovane bigin we
û ne winjî kanin li hember neheqîyê dilê xwe aram bikin
dilê we û sirgûnîya me li benda dîtina hevin

de bese xwatir ji me nexwazin

de îdî sozê pêşwazîkirinê bidin me

23.10.2010

  • diyarî bo giyanê nemiran
Sami Nasiro û Ismaîl Omer

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…