Helbest u pexşan

Şêro DALÎNÎ

hingavtina tiliyên te..
dîlan û reqsa mine
tewafa tenikiya du lêvên te ..
peyala serxweşî û heca mine .
te çi agir berdaye tirafa hestên minî kerixî ..

ezê vê êvarê çi bejim çavên xwe
yên ku ji gera li te na westin..
nizanim kî ne hişt çavan têr bikim ..
nezanim ..
nizanim belkî ez ji te têr nabim ?!
tenê…

Dilawerê ZENGÎ

Diyarî ji bo giyanê pêşewayê gelê Kurd nemir Bavê Şiyar re pêşkêş dikin û bejna xwe li ber gora wî ya pîroz ditewînim.

Ey mirin,
Ey mirina reş,
Ey mirina bê bext û ol,
Ey narevîna xiniz û sergerîn,
Ey feleka bê zik û pişt,
Bi pencên xwe yî rewrewkî,
Bi bejna xwe yî xapînok,
Te konê reş li ezmanê me…

Konê Reş

Kurê min!
Şevên westyayî
Di nav mijgolên çavê min de
Radizên..
Xewn û xeyal
Li ber dergehên feqîr û hejaran
Radiwestin..
Em tev rastiyê nas dikin
Lê rastî kor kirine,
Nema kesî nas dike..
* * *

Sîpanê min!
Tu gunehkarî,
Ji ber ku te nizanîbû xwe
Xûzkiriba..?!
Bavê te gunehkare,
Ji ber ku dergehên mala wî
Bilindin..?!
Berê min ji xwe dipirsî;
Çima gul,
Hilm û bîna xwe li ber ba…

Demhat Dêrikî

1.Esmerê; xuşîna sûlav rondikên li ser dêma diherikîn kûrhiya şevê… û welatên serpêhatiyên şahî û bedewbûnê di nava dîmenên ber bi sêdaran ve dibirin konên şînê li paytextên dilan vedidan û zarokan strana sêwîbûnê li bajarên winda bûyî distarandin… û ez jî, li vî welatî koçberekî bê nav bûm!…

2.Esmerê; dilê min li ser çend…


Dilbirîn Halo

Şevê dî li Dêrsimê
Ez li navê xwe digeram
Min di bejna agirî de
Sema dikir ..

Ez gulek bûm di destên zarokên
Wanê da bibûm hêvî
Dayikên şehîda li benda min
Doayên jî dirêjiyê dixwestin
Ji xwedê
Bo kêşana azadîyê
Bi serbestî, bibînin .. ew bimînin
Mehmet, xewnên min û te
Jêk dûrin
Ez di eşqa amedê de
Yê aşiq bûyîm
Tu kekê min ..
Yê bi şeve dîskoyên
Sitenbolê…

Nizar Yosif

Ji qelan ê sergo yên xwe berdan
Tiyên herdem
Ji qulîteyên jehir î ne nûşiyan
Çermçir ê kizirî avêtin
Kizik ên pehtî hiştin

Ji mand ên sînor kêşan revîn
Karwan li pê kêşa hev çûn
Nîşan ji wan ve nexuyayî
Hogirên xwe şopandin
Ji rojhilat
Berû şînwarên rojava
Li kêl ên gor ên xwe hiltepilîn
Bi rê de wenda kirin…


Ehmed Bavê Alan

Ezê ji pêçeka jiyana xwe
Rûpelekî jêkim!
Û li xêza dawî
Çîroka evîna xwe bi tere
Bi nosim
Çimkî çîroka min bi tere
Pirr hindike

Ezê memika giriyê xwe
Li nav meya zelal bixim
Ta tû jê serxweş bi be
Ezê dergûşa temenê xwe
Bikim kunca
Bûk û zavê
Û tenê tû xemla kuncê be
Ezê diyarîyên xwe
Di gel xwe
Diyarî te bikim
Tê bîra te…


Axîn Mîrxan

Gelek caran
xwe di nav pûşên xewnan de didît
bayê bîranînan
bêndera wî di dêra
barkirinke ne ji dil
xwe li riwê wî dipêça

çirayên hevdîtinê dîsa şewq dan
û niha çav li demên derbasbûyî digerin
û xwezî bi sed xwezî
dîsa bi bilûra şivanekî keriyên bêrîkirinê zîvirîn
xendeya ku di wî wêneyî de wek xwe ma
ne hate guhertin …

Şevger

Ezim leşgerê her tim veşartî
Her di xizmeta gel û welat î
Ez tême sotin mîna mûmekê
Tim bi xebatim bo vî miletî …..

Ez na bêjim ax na westihim ez
Ta bimînim sax bo dozê me ez
Min heye semax bi rêbazim ez
şevgêrê civata xurtê jêhat î …
Kefenê min ser destê mine tim
Niştîman pêyva lêvê mine tim
Tîyê azadî yê me…

Şêro DALÎNÎ

Pirs .. û bersiv .

Pirsa min ev bû : tu çi ji min re dibêjê piştî qurimîna çav û hestan ..
Gote min : Bersiva min jî eve : ezê destmaleke sipî bidim destê te
Min got : hewceya wê çiye ?
Gelo ezê li sergovendiya xwe wê bihejînim yan jî hêsirên bê dumahî li pey…