ÇEND KÊLÎ Û GAZIND LI GEL HEZKIRINA ESMERÊ!

 
Demhat Dêrikî

1:Esmerê, bêrîkirina te di tenûra dilê min de bûye êzingên agirinî û tîna xwe, rayên

canê min bi xweziyên dîtinê, hembêzkirinê, bi ramûsanên sernivîsa rojnameya şevên me yên ji bîra evînê, kiriye xelekên bê veqetînê di heneseyên min de!
2:Esmerê, dema darbest li ser milê me bûn û em di nava derûneke baran buharî de ber bi goristanê ve dimeşîn û li gel dengvedana ba awaza çiyan, dengê sirûd û dirûşmeyên me yên ronhêvî ber bi xwe ve dikşand, tu di dilê min de bûyî û dilê min ayatên hezkirina te dixwend, esmera paytexta xewnên min!

3:Esmerê, her kêlieyk dûrî te, dilê xwe dikim pirtûkeke ji helbestên bêrîkirinê! Her dûriyek ji te, bi jana bê kesîtiyê ser deşta dilê xwe cot dikim da tovên hmebêz kirinê şîn bibe! Her ku tu dûr dikeve, tu nêzîkî dil dibe, jiber ku tu bi xwe dilê minî esmerê!
4:Esmerê; naxwazim li ser lêvên te bibim agirek û naxwazim di nav ava memikên te de çend xuleyan derbasî buhuşta derewîn bibim ku tu hezkirinê bi avcanê min bikujê! Naxwazim, na na qet naxwazim her ramûsanek te goreke bê sinc li ser hestên min bikolê û wek erdek hişk êrîşî pîroziya min bike! Tenê dixwazim, bê dawî guleke zîndî bim di dilê te de, esmerê!

5:Esmerê, xanima stêrka paytexta dilê min! Îşev jî, ez ê hemû kêlî bendemanan di rawestgehê de daleqînim û wan gorî dengê hatina gavên te bikim! Tenê tu were, ez û roniya finda ku di nava destegula dilê min de pêlên aşopên te dileyîze, şiyarin. Were, bila dîsa awaza heneseyan li gel peyvên ramûsanan di şeva bê sînorî de, bibe strana hevdîtineke din ji romana hezkirina me, stêrka dilê min esmerê!

6.Esmerê, li cûdiyê miradan dema ez û tu dimeşîn û çiya kirasê şevê bi ser xwe de dianî, kenê te yê ronî vedan li asîmanê dilê min dibûn stêrik û awirên çavê min di nava pora te ya şevînî de dibûn libên kirîstal, wê demê min naskir ev hezkirina xakê ye, ev kêferata hembêz kirinê ye esmerê!

7.Esmerê, temenê min di hezkirina dilbuhuştiya de kêlî bi kêlî derbas bû! Can! hêj bêhna şîr ji devê min dihat, hêj ji germahiya hembêza dayîka xwe têr nebûbûm te dilê min bir û daku dilê te razî bikim, bi salan min bi neynûkan zinar kolan da navpîroziya te di hiş û giyanê xwe de bi cih bikim, esmerê!

8.Esmerê, bê te hestên min li kolanên memikan sêwî sêwî li bin barana bê navnîşan digerin û li ber dergehê xwe windakirina derewîn, laşfiroş bi bilindkirina piyalên noşcaniyê nasnameya min difroşin!…Bê te esmerê, ez çixarekim di navbera lêvan de vale vale dişewitim, dibim xwelî, werdibim!

demhatderiki@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…