Helbest u pexşan


Tengezarê Marînî

Li wir, cihê êvar tête xwarin, dawiyeke din tune ye,
valahî heye.
Di rêka kadizan de, stêran roja xwe windakir.

Spêdeyek, kolana hişê min, xewneke jixwerazî birîndar ketibû.
Xelwetgeha wê, rû bi rû bêciriya xwe li bazara êşan belavkir.
Nehişiya min ji nişkekê ve, hawarên xwe hijmartin, yek, do, sê, gelek, nema
tên hijmartin.
Ne derya, ne jî bej dikarin susretên…



Mizgîn Hesko

ji bo çilrojiya şehîd ketina Mişal Temo

Çilroj…
û çil melyon Mişalên
vêketî.
çil melyon çinarên
li ber ketî.

çilroj…
û bi melyonan
xortên protistgêr
serhildêr
û şoreşgêr
ji banga te
qet venagerin
tevde pêt in
çiran e
û Mişal in

çilroj…
û bi hezaran
Sûriyên dozê

darên kevnar e
paybilind
na livin qet
li ber bager û bahozê

tevde…
neviyên buharê ne
piştî Newrozê

tevde…
bi yekdengî … ban dikin
em in tîrêjin rojê.


çilroj…
erê..
Misalê min
xelkê…


Dildar Ismaîl

Ma ne zû bû barkirÇû ji nav me Bê xatir û bê silavEw perengê hê disincirîEw şewqa ne divemirîBarkir …

Ew canê hê ciwan Ew birîna bê dermanMa ne zû bû windakir Ew ramanên jiyanek nuhEw rojên bê gunehMa ne zû bû li ber me hiştRêça miştî kelemDerdekî tev êş û kulBarekî giran û şilMa…


Mihemed Ebdê

Va zê herim şoreşa azadîyê dîlana mirinê
Zê Rajim ala mêranîyê
Canê xwe dirêj kim ger ez mirim ez namirimzê bikevim dîroka ne mirinê

Dîroka bakrewanan dîlanvanan ji ber dibêjin şehîd Ti carî qet namirin
Zê biherfînim dîwarê tirsê ger bi tirsê re bijîmEz ne saxim ez mirîme!
Va ez çûm şoreşa azadîyê pînosa min bimin re were
Her…


Abbas Ismaîl

Heware li Ercîşê qêrîn û heware
qesir û qunaxên bajêr serûbin bûne hatine xwar
xwişk û bira kur û bav
jin û mêr gêj û mestin
bang dikin ev çi gosirmet û bêtare

guliyên keçan bin ax bûne
felata wan bê çare mendalên bê xwedî û winda
Li her kolanê girî û bare bare
teyir…

Arjen Arî

keftar î keftarçar kenar, har î harbicivin li termé minvegijgijînin bi diranén berazîmin bikin qet qetmin bikin piç û parî!

ne cendekekî heram im, ne kelaşekî nicis:goşté qewmekÎ me, welatek im di mélaka min de nikulén dasîhilqetînin roviyén minheta bi hinavén min derxinwe bivé germ germ bixwinwe bivé gep bi gep, bi sarî!
piştî her luqmé,…

Mehmûd Badilî

(ji Wanê re.. ji giyanên di erdhejînê de çûn û yên man )

Ji sêwiyên xwe re bêje
çi di dilê te de digerî..?
min te di germa mista xwe de vedişart
dema ku pûk û pêlên qeşayê
lêvên xwe di xwîna min de
tûj dikirin

av bi av
min te di navbera ewr û bayê de hildigirt
tu li hawîr xwe
ez li…

Him Omar

Ba serê me sax be
Lê dilê me şa be
Hêviya me heye
Serkeftin a me ye

Ew dê rabe rabe
Roj an mehek mabe
Vîna gel biryar e
Ji demê re hişyar e

Ba serê me sax be, şehîd çûn ji nav me yekcar
Lê li bîra me mane, weku şêrên nirxdar
Şev û roj digotin me, de dest bi dest em rabin
Mîna…


Şêrzad Zeynelabidîn


Xewin nîne bibîn dewlet , ka hizra xo tu veke
Kar bike bo serxwebûnê , ya dujmin dibêt wê neke

Kesê mafê xo bihêlît , dê riswabîtin li dinê
Dujmin dê pê ket trana , paşî dê hêlît bi tinê

Tu biray nede bibîyanî , bo paryek nanê genê
Dê te şot wekî simaqê , paşî dê bi te…


Qadir Egîd

Awirên wî, careke dî bi laşê wê ve hilperikîn , li ser sînga wê; qada cengan Sist bûn. Gotinan, careke dî xwe li ser lêvan kuştin.
dema dîmena herikandina laşê nazik di nav tiliyên wî de xwe li ser hişê wî perixand, Pêlin ji xemgîniyê xwe girtin ser dilê wî…
Rondikek windayî da hev,…