M. Sefo
Hevalê min deng ji Bilbil
Gel ji te hez kir ji dil
bavê Pîran bavê Mîran
Te giran kir bar li mil
Hevalê min ey têkoşer
Şûna te va xwiya ye
Nirxê kar û xebata rast
Zore giran buha ye
Hevalê min ronî te da
Finda vîna te geşe
Li Kurdistan bi hezaran
Va ye gel tev dimeşe
Keç û xortên Dêrikê tev
Ji bo yî te…
Gula azadî
Dilberé li min hilat…
perwîna asîman
dil veda ü ruhniya xwe té de çand…
Gula azad î
Tu ji min pir nézîk î,
tu büyî koné şahiyé
li ser bejna evîna min büyî sîwan…
Bihnek ji te gulé
nerînek ji te
meya şevîné
yaré
tu hezkirin î,
bihna te welatekî divejîne.
Di çavén te de melevan im…
di rewané te de dilyar im…
va ye ez tém
te bihin bikim…
Nizar Yosif
Salek keserkûr likumî
Pirs û bersiv şaş dixwînin
Sînor bûne deriyê revê
Bêbext di holê de şahe
Devên aza di nixumînin
Li xwe di kenin?
Em pêkenin?
Kevok rojane dibin gorî
Sipî bi soravê gevizî
Kevankêş hêj bi elane
Qamişlo maka civatê
Bêy Mişel e
Bajar li peyvên te di girîn
Bêy Mişel in
Ciwan li rêber di gerin
Bêy Mişel in
Kolan ji…
bavê allan
– li sûriyê rast şoreş e
wek heyva panzdeh geşe
– dûrketin karê çewte
beşdarî rêbazê başe
– ger em tev negerin
çarenûsa me dîsa reşe
– mixabin wek her caran
hindirê me nexweşe
– ji şerê navxweyî re
her kes dibe paşe
– hember neyaran
bilûra awaz xweşe
***
helwesta me gelek zore
dakîrker li ser me bi bandore
binpêdike peyman û sinore
welat ji hemûyan mezintire
karanîna…
Eziz Xemcivîn
Bi xemgînî û éş ev péşwaziya dilé me ji miriné re ye…
Ev 61 rondikén xwîné ne…
Çipikén xwinavé li ser pelgén jîné ne…
Ji deryayeke bébext hatine…
Ji éşé heta bi éşé Kurd in…
Ji miriné heta bi miriné dîsa Kurd in…
Mirineke déw e,
enfala avé ye
babel
îska serdemé ye…
Rijandina tîpén mirovantiyé ye…
Termén perperîkén Xwedé ne…
Alén firiştî di hilma avé de…
Nizar Yosif
Bila giyanên ji canan firyayîn wan bihêjmêrin
Bila baskên seqet li asoyan bê hêlîn birêsin
Bila canên bê dilop di xewnên giran de azadiyê bibînin
Bila çipilên tifalan dilên dayîk û baban bi givêşin
Bila bisk û keziyên serav bûyî bi ser xabûrê û ceqceqê de birijin
Tifik û rejiya sînemaya amûdê li derya îca yê…
Yasîn Hisên
18 kulîlk bûn
11 binefş bûn
27 darên spîndarê bûn
3 melyon xwedawend bûn
Gelo, ji baxên me re çendîn kesên din divên?
– Ma qey em ê bifetisin yadê?
– Ma gelek ma yabo?
– Qey wir gelekî xweş e yadê?
– Amûdê xweş yabo?
– Min bêriya parka xwe Emîna kiriye.
– Min bêriya Apê xwe Kemal kiriye yabo.
Bê girî li…
M.şerîf binxetî
Bayê baweşînê tê ji buhiştê pir xweşî
Dara ku çiqa bilind bê ba lê dixe û di hejî
Ger ku fire serî li kû dimê nê hiş û mêjî
Kurdên me blindest û perîşan çawa bivî rengî dijî
Şeme ku xaka şêrîn dijmin dixwê wek har û dîn
Şerme ti biçavê xwe dibînê û dimînê bext reşî
Tu li ser…
Mihemed Ebdê
Bihna azadiyê tê kurdino em kî ne?
Em in dengê azadiyê li her cihî ne
Em kurd in ser bilind in em Arî ne
Di cengê de Selaheddînê Eyûbî ne
Dengê berxwedanê li ser Çiyayê Cûdî ne
Dengê Şêx Se’îdê Pîran in em zindî ne
Dengê aştiyê ji Mihabadê
Dengê Qasimlo û Qadî ne
Dengê kar û xebatê ji…
LAZGÎN DÊRÛNÎ
Çalakvan û hemî pêşeng
Li paş man em bûye dereng
Bavêj milan rext û tiving
Çare nîne bê şer û ceng
Keç û xortên kurda rabin
Dem hatiye zû şiyarbin
Dest bidin hev wek birabin
Qels û nemerd ji mer nabin
Nekin lav lav û xweziya
Hêvî nekin ji partiya
Ev şoreş ya geleriye
Bo rûmet û azadiye
Rewşenbîr û yên nivîskar
Mizgîn li we bûye bihar
Derkevin…