Bin dara gulê

 

Nûman Axîn

Di dema zaroketiya min de 
te dilê min havêt warê evînê
Derya xwînê vekir li cîgera min 
  te canê min kir perîşan
 Delala min 
ew dem tucar naçe ji bîra min 
Dema min
bi destê te digirt
û me baz di da
li nav gund
li ser rêya û banîkan        
Em di lîstin
lîstika çav girtî û veşartinê.
Li buharekê 
em roniştin bin dara gulê
gulek sor
ji destê te min girt
ramosanek
ji dev û lêvên te  
yên hunguvî ez nîvmayî kirim
Gupek bûn hîn sêv
dema ser sîngê min de tu westiya
Porê tarî bi ser milan de hate xwar
Min dest havêt gerdenê deng jê nehat
çav rastî çavan
rondik bi ser rûyan de têne xwar     
Ez nizanim çi bi dilê min hat
talan bû xwîn
di laşê min de nema cih girt 
mîna pêlên deryan hestên min 
û ez ketim nav xeyalên evîna te. 
bin dara gulê
bin dara gulê 
eşqa te ez bi evînkirim
bin dara gulê 
dilê reben te bi hilim û bîhna xwe şiyar kir 
bin dara gulê 
min zaroketiya xwe winda kir       
bin dara gulê 
Stêrkek Li ezmanê dilê xwe min ronî kir.
                   
    Etîne  27.04.2010
Numanaxin@gmail.com 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…