Helbest u pexşan

Hevalo…. koçrê Min

(Di șîna hevalê Minî hêja M.Amîn Cemal de..)
 bîanîna kuçkirina te ji bîr nabe?…


 Lewend  Dalînî

Çi cara ku ez li turikê xwey zarokîyê
Gerîbûm
Min nameyeke te têde didît
Û çi cara min li neynika
Dîroka xortaniyê
Dinêrî

Tîpekî te têde hebû
Sînorên berxwedanên tey netewî
Di xameya min de
Zelal xuya dibûn
Û
Şehsiwarek bi çek
Di meyda cirîdê de
Hatû çûnek
Dikir

Bingihê mafetiya mirovan
Di dilê tede
Şax berdabûn
Û dozeca netewî
Hîna ji zikmakiyê de
Te mihtibû
Û weke leylaneke bê sînor
Te sînor derbasdikirin

Suxtebûna me ji mêrgên
Seydayê nemir Cegerxwîn;
Şîn dihatin
Û zemên kokê
Bi hostayî dihatin
Kêşan

Meydana tevgerê li te
teng dihat
Û şaxên te
Ber bi xaka azad ve;
Mêl dibûn

Weke Cûdî
Sawîrê teyî bi çirîsk
Serî hildida
Û gemiya te
Dest bi qunaxên nû
Dikir

Malpera te hin bi hin şîn dibû
Û hogirîtî fereh gera xwe
Dikir
Nunerê bê dengiya te
Deng didan
Û ala kurdewariyê
Gurr dikirin

Sîmirê tey bi hiner
Fireke fereh di da
Bilind dirêst
Û şan dikir

Roj bi roj
Asîmanê te ber bi bê sînoriyê de
Koç dibir
Û stêrikên te
Zîz dibûn

Mûma qederê li te gerî
Û nav û nîşanên te
Girt

Kolan bi kola tevn û davikin xwe
Rist
Û zemên xwe
Şidandin

Rê û deryanekên te
Kor kirin û peyala koçkirinê
Dinûşt

Stêreka tey bi şan rijand
Û taristaneke reş
Perda xwe berda
Xwar

Nameya şînê
Şiyande çapê
Û dilê me weke keleka deryayê
Hejî

Laşê nazik û nazdar
Bêcan raste rast
Pêrgî me bû
Û rayên şahiyê ji dilan
Hatin qetandin

Berxwedanên me bêsemax
Kirin
Û rewana dilan
Westakir û dest bi dest
Dida kuştin   

14.02.2007  Qamişlo

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…