Helbest u pexşan

Zahid mehmûd
Hawar gelî
Ewrê tarî
Çî we heye
Tim li jorê
De rê vekin
Bila ronî
Bê te xwarê

– –
Nema karin
Em bikêşin
Bese zext û
Sitem karî
– –
Demên dirêj
Me hilgirtin
Birîn tev arê-
nc û barrîn
Eva çendîn
Dihê salan
|în damarên
me guvaştin
– –
Roka me wa
gazîdike
Nû biharên
me hilatin
– –
Keç û xortên
me ewlene
Mihanê dijmin
veşartin
– –
va şîndibin
omîdên me
êdî îro me
xwe naskir
– –
Hewar gelî
Ewrên tari
ji bo xweda
hûn vekişin
Bila…

Kerîma Reşko

Gote min
ji te hiz dikim
lê min behwer nekir
çima??
Nizanim

pişt a xwe da min
û hêdî hêdî
bê deng
ber ê xwe da
dar a evînê
û min di dil ê xwe de
ban kir
ey jiyana min
ji zimanê min
behwer neke
were dilê min veke
her piçek ji xwîn ê
nav ê te ye

Beyar Robarî

Mîrê Bedirxan
Kesê zane û şagirtê Ehmedê Xan
Dibistana çand û zimanê me kurdan

Mîrê Bedirxan
Şahmîrê hemû mîran
Ciyê şanazî û serbilindiya tevî kurdan

Mîrê Bedirxan
Danerê elfbeya me ya ciwan
Û rêzimana zimanê kurdî, dilovan
Sazdarê rojnama: Kurdistan

Mîrên Bedirxan
Celadet, Kemîran, Rewşen
Şêr û pilingên qad û meydan kurdan
Mîrşîna çand û hûnerê bûn, malbeta van camêran
Her xweş û geş…

Xûrşîd Xelîl

Ne payeyê kesîme ne hemo û ne alo
Nabim xûlamê kesî ne silo û ne oso

Ne jî çep û ne jî rast tû carî nabim peye
Bi xwendin û bi zanîn dibim paşa û keye

Dibim dostê mirovê her kesê kû aştî xwaz
Li ser xakê mîna şêr li azmana teyê baz

Welatê xwe rizgarkin ji devê gûr û…

Zahid Mehmûd

Eva çendin
ger û çerxin
vedana dengê
te maye

Eva çi
rûpelê canin
ber çavê
hemiya rûdane
Eva çi
şopê kevnarin
ser. me tim
te hildaye
Eva çendîn
bextewarin
kesê bi navê
te xuyane
Eva çi
helbest û xamin
liyana dil
bi te dane
Eva çi
bazin û lalin
bi ser…

Alan pîr mem

Ji şerbeta lêvan ..ez sermest û mecnûn
fîrarim ji dinê………….. bê cî û war û şûn

mame bi tenê ji vê …..dilbirîn û mest
bo te dihûnim çi hebin renge helbest

nazdar û şepal…….por ji sira bayê şemal
derd û kovan û kulên te…ez kirme dilkal

dêm û ronak…….ji hev cuda nabin bi carek
ronahî ji dest ..zendên tey pîroz…

Ji bo dayîka min: Ehmed Mustefa

Ehmed Mustefa

Gotin ew xeyal e
Min gote wan ew dil û can e
Gotin ew xwin e
Min got wan ew çav e
Gotin ew ba ye

Gotin ew kî bû..
Min gote wan ew perçek ji dil e
Gîyan bû Cegere min bû û herdu çav bûn
Ew bê hêş man û lal bûn
Gotin kî bû ….
Min…

Mela Ebdullah Mela Reşîdê Xerzî

Erê Seyda erê Seyda
Di Sasûn da di xerzan da

Jibo kurda te pir deng da
Ji bo azadîya merda

Te mal û can û hiş tevda
Bi xweydan û bi xwîn pêda

Di himber tirk û tazîda
Di cenga tirk û tacîk da

Te go :dînê me ev bêje
Sitem-karî hilîn :gêje

Bi yektî û bi zanîn…

Cemşîd Bagokî

Ger tu ewrê reştarî bî
Ez baran, xunava te me.

Ger tu bihara rengîn bî
Ez gul û kulîlkên te me.

Ger tu gelî û newal bî
Ez çiya, zimarê te me.

Ger tu rêwiyek winda bî
Ez rêk û rêberê te me.

Ger tu derya bê binî bî
Ez baş kelekvanê te me,

Felek li ser te gerya bî
Ez xan û hêlîna te…

Nizar Yosif

Sal qulibî
Di pêsîrên civatên koçkan de germ dibî
Çile yê dudûyan temenê te di hêjmart
Ǜ spîtahiya xwe di rêya te de raêxist
Te dizanî,,,,,

Û tu di adarê de çûyî
Li kirasê evîna wê digeriya
Dibin barê şabûnê de tewyayî
Bi kelên germ
Di beziya
Te 21ê adarê şopand
Xwesteka te tu jîndariyê bigirî
Ǜ sîmê rengan li xwe kom bikî…