Û EZ HATIM VÊ CIHANÊ

Salih Bozan

Di şeveke pûk û bahoz de
Bavê min nêmika xwe berda
 hundirê diya min
Li hespa xwe ya boz siwar bû

û bêveger çû.
*
Digotin berî ku bi şoreşa Agirî            
 gihîje ji paş ve hat kuştin.
*
Diya min bi sanciyekê ket
Ji nişkave qiriya
Dengê xwe li pişta şevê siwar kir
Li pey hilma bavê min seranser rastkir
Û ez hatim vê cihanê.
*
Diya min navê bavê min li min kir
Û ta dawiya jiyana xwe li bakur
 dinihêrî û hêsir rêwî dikirin.
*
Kesek bi meziniya min hest ne bû
Li kêlekê bajarên mezin
 ez bi gemarê re jiyan bûm.
*
Min potînên ceneralan boyax kirin
Min avdasxane şuştin
Û êvar êvar..
Her ku min serê xwe dida ser milê şevê
Kamûs li min der dibûn.
*
Bavê min di xewnê de li min derdiket
Li ser hespa xwe ya boz
 şûrê xwe bi jor de hildabû
Û ser min de diqîriya:
Law kurê min..
Bi şopa bavê xwe keve
Ê ku hilma çiyan bêvilê wî naşewitîne ew pînce.
*
Ez ji xew vediciniqîm
Tirs di min de sar dibû
Lê wax li min dayê..!
Zimanê min parçeyek dar bû
 dengê min mirî bû.
————— 

Ji d””””wana “SIRÛDA WELÊT”.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…