Konê Reş
Ha ho,
Kê gotiye stêr dimrin?!
Her û her li asmana diçirisin,
Ronahiya xwe
Bi ser welat de
Berdidin..
Di tariyê de,
Di rojên reş û teng de
Bêtir û bêtir xuya dikin..
Namirin, zindî ne
Û kî dibje;
Şêrko Bêkes miriye?!
Ji xwe re dibêje
Stêr namirin
Namirin,
Şêrko Bêkes zindî ye.
Ha ho!
Ma çiyayên Kurdistanê ji
Ji darên Beriwan
Xalî dibin?!
Tovê Nalî, Hacî Qadirê…
Kamran Simo Hedilî
Carnan
ez gêrîlayê pêşî
yê cîhanê me
roniya Manî
wekheviya Mazdak im
carnan wêneyên şadiyê
di dêmên min de rûdinin
carnan awirên bêkesiyê
di asîmanê çavên min de dicemidin
carnan tofana çiyayê asê
çirûska hemdem
Zerdeştê kal im
carnan gula di guldankê de
bêav mayî
ciwanê bayê windakirinê
baskên xortaniya wî şikandî
di nav melûliyê de
kenê girî me
carnan qêrînên Rindîxanê
hevokên êşê
serê kurê…
Zahid Mehmûd
Va te pertew perûkirî
Ber bi sewgir ve dibirî
Giyan û dil nû şadkiri
Kêşa rewa bi rêve birî
Bendewarê dîtna te me
Nexşe war te diyar kirî
Şevbuwêrka min qediya
ring û şewqa xwe hilkişî
Hêvî û raman û moral
Tev geriyan dê tu werî
Nevşe û sitiran va xweşdibin
Pişt dane xewnê lerizî
Perûka min deng vedaye
Va çirawîska rêdikî
Bendera nav cawîdane
keştiya…
Salih Bozan
Ji bo şehîdên Amûdê
Li dawiya şevê…
Yara min ji şoreşa şkestî vedigeriya
Navê şehîdan di tûrê wê de bûn
Nêrînên wê li peravên gazincan
dimeşiyan
Û vedenga nefesa wê
li deriyê dilê min dixist.
*
Yara min digot:
Çendîn bihna xiniziyê genîye
Fêde dimirin..
Û bazirganê laşê şehîdan serok in.
*
Giriyekî zengiloka wê diqoqiland
Çav bi cengan mişt bûbûn
Karwanê peyvan
li ser…
Salar Temer
Amûda min Birîndare
bi Qêrîne û bi Heware
Xwîna Xorta li Ardê ye
Talana Xuşk û Bira û Bav û Dê ye
Nêrgiz û Kulîlk şînda li Cihê
Baran û Awir li ser kir Sihê
wa Partîyên bi Rêz û Hûrmet
şerme kuştina Kurdên bi Rûmet
ew Doza Dijminê me ye
ne Rêka Bav û Kalê me ye
lê digerin li Azmana
kuştina Kurda li…
Konê Reş
Welato!
Ji wan re bibêje !
welatînî ne hêsane
welatînî dilsozî û bargiraniye
Ji çiya û zinarên xwe re
bibêje ku,
mirovên çê
di deverên teng de xuyane
Welato!
tu cih û demî,
hebûn û sinc û afirandinî
hebûna te hebûna welatîyên te ye…
Welato!
Tu pîvan û terazoyî
tu welatîyên çê û ne çê
ji hev cuda dikî
pîvana welatiyên te bi teye
…
Konê Reş
Di rojek zelal de
Çelebiyê Beriya Mêrdînê bûm
Keriyên pezê min
Di quntara Çiyayê Ebdulezîzê û
Şingalê de diçêriyan
Min jî,
Nêçîra karxezala dikir..
Di rojek ewir de
Keriyê pezê min dizîn
Karxezalên min kuştin
Û hewildan min jî bi dûr xînin
Lê qet nikarîbûn
Hezkirina Beriya Mêrdînê
Ji dilê min derxînin..
Qamişlo, 17.02.2011
behmend xano
van dijminan çi anî serî
qadama dizîn bi hişkerî
kedama xwarin bê fedî
rojên me tev kirina tarî
bo em ne bînin ti xweşî
* * *
bajarê me bin dest kirin
daristanên me hişk kirin
zimanê me qedexe kirin
xelkê me ji hev cida kirin
kirin karkerê me bê kar
* * *
zîndankirin pir kal u ciwan
gel zilim u êşkencî u talan
nalîna…
Narîn Omer
narinomer76@gmail.com
Adarokên welatê me di agirxaneya vajîheviyê de dilerizîn û xema nenasiyê ji derdorên xwe dûr dikirin, ji nişkave bêje û peyvên te mîna şepola hêrzan û coşeyan li ser sewda û ramanan de herikîn û mizgîniya vaçek nû di axaftina kurdan de afirandin
Axaftinek bê bend û bendik, bê lixab û hevsar. Wisa weko me…
Konê Reş
Bi hebûnê gerdûnê re
Reng hene
Tev ji keskesorê hatine der
Spî û reş
Kesik û sor
Şîn û zer ..Û
Di nav wan de şer e
Tev şerê rengê spî dikin.
Tev hewildidin ku
Rengê spî bi lewitînin..
Tev razî nabin ku
Rengê spî ,
Spî bimîn e.