Arjen Arî, destbirakê min bû

Konê reş

Keko Arjen Arî, zindiyo!
Salê 12 mehên xwe gulover kirin..
Payîzek çû û yek hat
Hêjî em di mêrga
(Ev Çiya Rûpî ne, Şêrgele, Bakurê Helbestê

 û Kulîlkên Beivan..) de diçêrin..
Salek derbas bû û
Hêjî çiyayê Omeriyan bayê xwe
Bi ser beriya Mêrdîn ve didêre..
Amed bang Qamişlo dike;
Li gora Cegerxwîn bixwedî bin
Qamişlo bang Amedê dike;
Li gora Arjen Arî miqate bin..
Erê birako,
Miletê li navdarên xwe xwedî derkeve,
Namire..
Yê ku çakên xwe di ser guhan re bavêje,
Ew milet miriye, hebûn jêre niye..
Va dost û hevalên te, bajarê te, Ameda te,
Te bibîr tîne..
Gul û kulîlkan li ser gora te datîne
Ma ji vê yekê çêtir û bilindtir..
Bi dest kê dikeve keko..
Mane Kurdan ji mêj ve gotiye:
Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.
Bese, ku te navekî berz li pey xwe hiştiye..
Navekî Kurdistanî ye..
Bawer bike,
Gelek xweziyên xwe bi navê te tînin..
Yezanê şev û rojê te bi bihişta xwe şad bike..

Not: Di sala 1990 î de, di konreyê abûrî yê navdewletî de li Şermelşêx/ Misirê,  şanda Cihûyan çav bi şanda Yemenê dikeve, bi tenê yek tişt jê xwestiye; ku hestiyên wî helbestvanê cihû, yê ku berî 300 Sali li bajarê Teez miriye bide wan.. mêzekin bê çendî milet hene li helbestvanên xwe xwedî derdikevin..
Silavên gerim bo canê destpirakê min Arjen Arî, bo we; Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê, bo xelkên Amedê..
Konê Reş
Qamişlo, 27.10.2013 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…