Behmend Xano
Qamişlo yar gula meye
hêyva Li asîmanê meye
tîrêja xweş jîyna meye
pirwana ber Çirîya meye
bûhişta duniyaya meye
ax u eman pirîya meye
Qamişlo ew sitêra meye
rêka azadiya gelê meye
nîşangeşa şehîdên meye
şehnşîn u dilvîniya meye
paytexta şehîdên meye
ax u eman ew jîna meye
Qamişlo her bûka bûhara
bi rengê sor u zer xemlaya
dorê govend u xweş dîlana
qîz u xort u kal Li civîyana
çiqas ev bûka…
Xûrşîd Xelîl
Wa gûl firoşê ma kîjan gûlî
Gûrzê di dest te yan dêmên gûlî
Nizam tû gûlî yan ew gûl gûlî
Gelo bi kêj we ev der xemilî
Kenî bi lêva awir da ji çav
Maka gûlê me ez xar û xûnav
Ji bêhna mine tev misk û anber
Ez tême avdan bi ava kewser
Gezo li darim hingiv li şanim
Bûka jînê me…
Ehmed Mustefa
çavên te sibeha şefeqa xwedê ye
Gava roj hiltê sibehan
ji rûyî teyî fedok kenê xweş tê
Her sibehan demê xûnav diberê
bi ser lêvên te yî gezok de şêldikî
Birîna herdu lêvan derman dik e
Her ku sibeh tê ….
Bîranînên maçan tînim bîra xwe
Her ku sibehê tê…
di hembêza te de
Bîranînên Zaroktîya xwe tînim bîra xwe
Û li ser sînga te…
Salih Bozan
Di şeveke pûk û bahoz de
Bavê min nêmika xwe berda
hundirê diya min
Li hespa xwe ya boz siwar bû
û bêveger çû.
*
Digotin berî ku bi şoreşa Agirî
gihîje ji paş ve hat kuştin.
*
Diya min bi sanciyekê ket
Ji nişkave qiriya
Dengê xwe li pişta şevê siwar kir
Li pey hilma bavê min seranser rastkir
Û ez hatim vê…
Konê Reş
Were payîzê were..
Were û sapê temenê min
Li ser bênderên Doda
Bidêre û ber ba bike..
Li şopa pêyên min di sikak û
Kolanê Qamişlokê de
Bigere û bişopîne..
Were û çîroka Kepezê Kîkan û
Kewkebê Millan ji nifîê nûhatî re
Bibêje û bibilîne..
Were payîzê û
Qirş û Qalan
Ji nav me bicivîne..
pêdiviya me
Bi wan nîne..
Were.. Çendî bayê te gur be
Nikare…
mihemedê Seyid Husên
Na na
em cengê, teqemîn û hevgariyan
mûşek û qijokan naxwazin
tew naxwazin bav û birayên me
di şerê navxweyî de bêne kujtin
me diya bî, xûşk û birayên sêwî
serên jêkirî û çavên pelqijî
destên lastîkî û lingên darînî hîç me navên
em naxwazin di revendî û mişextiyê de
eware û di bêganeya cnkuj de
derbider destên parsê dirêj bikin
tenha em…
Narîn Omer
narinomer76@gmail.com
Ez nema terîşan
bi dara xwezeyan ve
dialînim
Nema ez kirasê mirada
li bejna xwe dikim
Ez li dora guristana
nema dizîvirim û
li ber serê weliyan rondikan
nema dibarînim
Nema ez pêxwas diçim
“Amûjgeha omêdan”
Tenê, ezê tirhikan
bi dara vên û xebatê ve
xurtir bikim û
kulîlkên erezoyê
di paxila razanê de
hişyar bikim û
ji kaniya evîniyê
ezê çend bêjeyan
hilbijêrim û ezê bibêjim:
-Bijî…
Konê Reş
Payîzê! Di van rojên te de
Beriya Mêrdînê,
Di nav toz, ecac û tirabêlkê de xuya dike..
Deşta Hesinan,
Bi keriyên koçerên Mîran hatiye dagirtin..
Ebe û şalikên xelkên Deşta Xelef Axa,
Li ber ba dilîzin û li hev digerin..
Û her roj, em di govenda şehîdekî,
Du şehîdan de dîlanê digerînin..
Erê Payîzê, em li hêviya te ne ku tu,
Payîzxêrê…
Xûrşîd Xelîl
Higî bêrya te dikim
Te bi xewnêr xew dikim
Dil li te dorpêç dikim
Ma tê çawa jê herî
Hingî pesnê te didim
Şekir ji lêv der didim
Nîva dil ez mer didim
Kûnca teye bê derî
Navê te go bandikim
Zînê ji gor radikim
Jînê li xak pardikim
Tû di eşqêd rêberî
Dema te bi rê dikim
Rê nerîna rê dikim
Hêviya ez lê dikim
Kengî lawko tê…
Zahid bavê Dilaz
Dan û standin ne pesindan
Havil bo me têde heye
Serkeftin nêzî meye
derfet îro peydeye
destan bidin hev ji dil
milan bisipêrin mil
daxwaza me giran û mezine
Pêwistî îro lihevkirine
pîlan di dest me de hene
gelî kurdan hûn bawerbin
Welat mala mezine
ne partî û partîxane
Yasa me sûnda meye
xebate kare berxwedane
Serpêhatî pir hene
Meyzekin çerxa demê
Jana Milet girane
Ustûbar bindestî girantire
Milet…