Lorîn

Mihemed Ebdê

Keçika xwîn şêrîn Lorîn
Xwediya wêneyê xemgîn
Di şûna wê de maye êş û nalîn

Ew bû hemî hêvî û vîn
Ji  bo te ta îro dil mane birîn
Penceşêra ku bû evîndara keçika nazik bi navê Lorîn
dijmina canê mirovan  penceşêra
Ma çi dil li ser te ye ?  
Penceşra ku tim sdema şîn, derd û kulan
Çend mirov te birin û dawî ti nehat
va te bir Lorîn
Dilê ku ma bê evîn
Riwê nazik tijî xwîn
Ji bavê xwe re ew bû tim heval
Nazik û rind û delal
Jîr û hêja û xifşa xezal
Ti wî Lorîn…..
Berxika buhar şibatê
Navê te şêrîne Ii ber ba tê
Kulîlka çiyayê sipanê xelatê
Tu namire…..
Ken ê te jiyan e…..
 Navê te hedan e…..
Çihê te buhişte Yezdanê dilovan e ….
De rakev e……
Tu vîn û jîn î…..
Tu hebûn î…….
Mêvana dil û raman Mîna dara şîn tim tu şêrînî   
 
Qamişlo 5-2-2014

  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…