Miha rojbûnan

Nizar Yosif

Em di dîdarên adarê de wêneyan çêdikin
Em di rojên wê de
Rojbûnên lehingan vêdixin
Adarên me îşkin ji bû mirinê  

Avdarên me ji zayînan pîrozin
Rêveçûnan di zikakan de mûm dadan
Roniyê bang li azadiyê dikir
Xelexozikan perdeyên şermê ji ber şevê hilandin
Li ser adarê de xwîn barandin 
Bihara wê avdan
Dengê stiranan
Çenga milan
Bangên tirsê ji seyrangehan
Ewrên reş berdabûn ser hêzên çavsoran
Leşkeran bi ser çênîkên meşvanan re nal çêkirin
Potînên tewanbaran
Rojên şahîxweş lewitandin
Çavên bêy rêz
Romet ji cejin û mirovan êxistin
Kevokên bangên wan çengo kirin
Razangehên zarokan ji pêsîrên dayan revandin
Arav li ardûyên hebûnê pekandin
Pêkolînên vemirandina êgir 
Rawestandina diljenînê livandin

Çendî adar kuştin
Mûm vemirandin
Birîn hingaftin
Arjenînê kêferat kir
Adar lerizî
Konê tirsê bêy stûn hişt
Peyker li ewlekarên xwe bûne Dêw
Siha destên wan
leşkeran dehf didin
Di derya ya sehwan de
xelkên me avjenînê dikin
Li pey termên cegerên xwe
Tablûya rêya roniyê çêdikin
Stranên hetavê di xwînin
Êgir di parêzin
Vî welatî di pêjinin 
Li hêleke din şemal geşdibin
Roj rojbûnên dilêran tînin
Ew nave ji bin zorê zîl di de
Dibe miha rojbûnê 
Dibe newroz.
 

07.03.14

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…