Helbest u pexşan

Xizan
Şîlan


hechecokan
diyarê xwe
terikandin
beytikan
li ber
qefesa dayikên xwe

hezkirin ji bîr kirinkevokan ji hêlîna dilfîrar kirinbazên çiyayên berzdi asoya rengîn de asê bûnerefê qulingandi kemîna çavsoran deketin xwarêçûkên baskşikestîdi kavilên hinavên min rederbas dibinpinpinîkên hewşa giyandi semahgirtina xwe desermest bûnkewansewta qebqeba xwe ya xweşikwinda kirinbilbilandi axîn û fîxana xwe detêlên gewriya xwe qetandinkundanli nav îskeîska demên reşbînreş girêdanbarana biharên…

Ereb Horê

Divim bbihêrijjm û
Vverêji raza dilê sade
Lê ,,,
Di gewriya min de
Hezar pîj diçin û tên,
Derbirîn dimîne ,,,

Di nava rikehê de
Marşa mirinê lê dixin,
Qurbanên rastiyê
Berê
Ceka min li min e û
Li bendî biryara yekî ,,
biyan im da biçepînine
surmê
Gelek caran qirşên
JI piştê ve,,,
di nav polê min de,,,
diçe…

Konê Reş

Sibe ku ez berê xwe bidim oxirê,
Ezê te bi xwe re di gelek balafirgehan re
Derbas bikim..
Te ji ber çavê çeteyan
Veşêrim..
Bitirsim ku te ji min bidizin..!

Tu jî baş, Xwe di nav damarên dilê min de Veşêre.. Dil mezin e û cih fireh e.Qamişlo! Ez xweş serwextî dîroka te me;Gelek kerwan di…

Hewas Mehmûd
Wergerandin bo Kurdî: Cankurd


Gotin: Ma tu dildarî?
Min got: Erê
Gotin: Navê wê çiye?
Min got: Navê wê bi tîpa (K) dest pêdike
Û li ser eniya wê mangek heye
Û li ser dilê wê nexşeya xeman hatiye nîgarkirin
Bi rengê xuliyê

Ez bi janeke efsaneyî lê temaşe dikim
… û ez wê di xewnên xwe de dibînim
Lê ez nagihime…

Vejîna Kurd

Gurzek hesret..
baxek hêviyên stewr..
rûpelên çîrokeke
bêzar..
destarê
xeman
li
bêdera sîngê min digerînin
kon
û sîtava êşan
bi
ser dawa demê ya qulqulî de berdidin.

Di dilê min de birîneke şeşsalî daxife pişta sibehên ku helbestên talankirinê dihûnin û hawaran li pişta kêlîkan sîwar dikin xûz dike. Rêwî me…. yan penaber im.. Gavek li pêş.. yek li paş…



Senar- Mûsa Qulîkî Mîlan



Têhran 1376


Rojekê qijika xemsar,
Wiha dikire qareqar:
Bilbilê hêja yî dengbêj,
Li nava qefesa xwînrêj,
Serbestiyê
xewn dibîne!

Hela ware vê ecêbê,Ew ê reben û belengaz,Çi xewnê li ku dibîne! Min jî wiha lêvegerand:Ahay qijika laşexwar!Here dû xwarina mirdar!Bes e tu bikî qareqar! Eger ew bi lingan qeyd e,Eger bi zincîr û bend e,Lê tu qet ber xwe nekeve;Çûnkî…

Nizar Yosif

Ji kederê
Sancên dirêj
Di demên kurt de
Paşhestên min
Peyama te
di bînahiya melûl de
li ber mijankên kuh danî
Wek heskirina wênegir

Ji lewendiya dîmenan
re
Çavên tirsê
ji xwedawenên şoxê
Ji roniyê
Bi lewazî dil dagere
Bi be reben li ber
Sihê

Min şiyaDi peyamê deJi nazikiyêGerma perê Peyvên qelewHevokên Tablûyê te Bi wê tirsê ve kûr bikevimêÛ min nikarî jê birevimPerdeya esmanan…

Şepal Hêvo

Her sibeh
pêçeka helbestê
li ser têla ramanan radixim
li bendî ku bayê dilê te
ji henasên şevan rizgar bibe.

Her sibehPirsên xwe di çavên zarokekî de vedişêrimrişma rewanê xwe sist dikimû yekserberî ku girî di çavên te dejidayik bibexwe ji banê dîmenê wer dikim. Her sibehXwazgîniyên tenêtiya min bi min redi tabloya jiyanê determên hevokan dinjinînin. Her sibehû berî…

Roni Eli

Bêje … Nebêje
Gotinên te
Mîna toza
talîzokên havînê
Bi gulmek av
Têne şiştin û
wenda dibin
Mîna afsaneyên şevbihêrkên zivistanê
Hinavan dicivilînin
Û piştî kêlîkekê
Bi pençê kenekî re
Koçdikin û têkdiçin

Bêje .. NebêjeWêneyên teDi tîna havîneke girgîn de Bawşîna li ser dil inDi berbanga hêviyan deGeşteya asoya paşerojê neLê nameyên teMîna mûşegên ku dîwarê pişta sêwiyanLi welatê min hilweşandinTîrêjên sibehê diqelişînin ..Talan…

Giryan Seyro


Rûkê wê û devê wê
Lêva wek liba tiwê
Eşqa wê wek deryayê
Di nav de ez bûme
xwê

•••••••• ••••••••Hezar rist û sed helbest Min ji berxê yek helwestDi ber pesnê wê de hînBerdewamin hest û dest ••••••••• ••••••••Çi delal û bedew eÇendî dêm bi pertew eDelala min bê yî wêHelbesta min derew e•••••••• ••••••••Tim li bîr e…