Ronî Elî
Di peyala xwe de
Guhdarî gupgupa dilê yarekê dikim
Ne tenê lêvên min
Ji tirsa pêjna wê .. Dilerizin
Gewriya min jî
Bi her dengekî re
Hevokekê dadiqurtîne
Nizanim ka serxoş im
An kevanê hestên bi kul
Di argûnê şeydê de
Disoje … Û ji terazûyê dikeve
Di peyala xwe deDahola govendekêBi baskên şevêLi ber serê dergûşekî bê dengLêdidimNiçniçên xîfetanBi gera kadizê reRadikim dîlan û…
Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)
Almaata
1999
Koziya
hesreta dayê
Ji
kezebê qet dernayê
Dikim
ji bîr bikim, nabe
Hewar
ji dest vê sewdayê
Dibêm dayê! Dayê nayêBela ware vê dinyayê- Ji hev destê miyê, berxêDiqetîne bêwefayê Ji min istand feleka pîrMeçêtira xweda dayê Bê dayê ez ker û gêj imŞikand baskêm vê qezayê Bi min şîret dikir her rojWê tûtiya şekirxayê Li ber landikê diya minBi şev, rojan bê xew mayê Hezarî, yek…
Merwan
Berekat
Şaha Şemî û şevên şên
Şahiya şevbuhêrkan..
Şepal û Şehrezad
î
Şalûla şa û şeşremg
Şox, şehnaz û şahîzê
Şêrîn û şekirqend
î
Şevsaz û şewqdana şemŞevşikîna şekokan Şevdera şayesend îŞêrîn, şeng û şahingŞadiyana şahgulan Şîlana şîlavqend îŞivanmijûlka şînêŞekiristana şehreyar Şaha Şadîpesend îŞeş şev û Şemî şan eŞageşa te şanî ye Şayest, şermok û şeyd î Şiqşiqa şivîlokanŞîrava şilêra…
Vejîna Kurd
Ez û te ne.. Efrîn!
Ne xewa min tê
Ne jî
Xumxuma ewran
Şevên te yên xulmaş radestî xewê dikin
Gelo!
Çi tê bîra wan ewran
Ku helbestên xwe
Di guhên êvarên te de dixwînin? !!
Kê hûnandine
Ji bo te
Ev şevên çavşil?!!
Ewr…
Stranên baranê distirên
Dem..
Hêdî… hêdî
Kefenê zivistanê didrû
Bîranînên min
Bi biskên baranê re dibarin
Hestên dîn
Dikevin…
EHMED QASIM
Bi xatirê te welatê minXweda hefîz ey welat.
Ez darim tu dimînîLê dilê min di nava derzên xemgîniya teda vedpirtikêHêsrên min di nava qelşên birînên te de helqan çêdikin.
Bi xatirê te welatê min.Bi hesreta teEz berî xwe didime wundayîyêBelkî bi hestên xwe reDi hindirê buxçikekê deHilm û wêneya te bi xwe re bikme hevalLi navnîşanin…
Ronî ELÎ
Yarê …
Berî çend rojan .. Çend salan
Gupgupa çavên te
Pirpirînkên şeydê
Di govdeyê min de
Şiyar kirinÛ di navbera çar dîwaran deBûme akinciyê welatekîBi AlekeJi rengê lêvên teÛ sirûdekeJi fîxana dilê xwe Yarê …Sêpiya ŞevêHîn rondikên rojê diklîneÛ ji bilî kuzotêTi tişt Bi devê Meşkê nakeveHele were Ka carekê bi Sosinan reEm peyman hevsoziyê girêdinDibe ku di Biharên…
Bavê Semyan
Awazên çiya
Li guhê min
Xweş dihatin
Tewînî li ser tewîniya
Min pê re hildida
Giyanê min..
Awazê çiya DişopandinQurban li peyQurbananWinda..Li pey windayanDi şopaAwazên çiyan deGindirînBê ser û şûn.Rêl û çevakênAwaza..Kezwanên hişkLi cênîkaminWer kirin ûEz dil reş kirim.!!
EHMED QASIM
Li bin nîrê dagîrkeran, setemkar û desthilat
Li nav bêlên sextekar û qelawizên bê rûmet
Qet namînim bêçare û bê taqet û bê lebat.Miletê min, min sond xwarî bi rûmet û hebûnê
Venagerim ji ser vê rê, her diçim bo rabûnê
Rastîyê min mayîna te li ser xakê serfîraz
Xebat û ceng li ser vê rê, dirişma serxwebûnêLi ser…
Narîn Omer
Sawêr
Di paxila xewnan de
sawêrekê kulîlk çandin
Ew ez bûm.
Derya Pêlanên derya belengzkekqêrîn zortir dibê Welatê mine. Pencere Niqniqa baranê Razan kûreniknika cama pencerê bilind dibê.
Baran Baran soreÇav razayîneEz bê çeng kirimwê bihara bê dem. Pirpirîk Di xewnan depora min di xwerînêtiliyên pirpirîka bajarê min. Dêr Rojbûna mineKulîlk vedibinBi min re dikenêDêra taxa kevin.
Mehfûzê Mele Silêman
Sersala nûhatî barkirî ji mizgîna
Bi xeml û xelatî em ji te bi hêvîne
Em
wek te rêbiwarin
Temen
bi hejmar in
Geşke gula .
. xweşke dila . . van mûman pêxîne
Sersala nûhatî dil bi jan û birîn eJi sala buhartî hejar û xemgîn eÇavê me bi girîn eLi te bi nerîn eGeşke gula . . xweşke dila . …