Xizan Şîlan
di konçalên mêjiyê
min de
bi hezaran
bersiva pirsên nependî
diçeliqin
aqil û wijdan
li nav nakokiya
hestên tevlihev
radiperin
li biharên kesk berfa kul û kederan li ser şadiyên mindibarinçûkên şevederdi dewsa min de îlahiya miriyandilorîninrojdi dîmenên çavsoran dereştarî dibinşevli nav mija xewên sergêjdibiriqinezşervanê westiyayî yê çaxa xwe meli pola jiyanê mamosteyê felsefeya xwe mehêviyên pûçli morîstanan bi xwedî dikimji xeyalên tevizî…
Mehfûzê mele silêman
Rûreşê xelk bê çar kirin
Dilşad û aram jar kirin
Rûmet û bext jî tar kirin
Azad û jîn pir sar kirin
———–Desthilatan xwe har kirin
Ar li her derê ra kirin
Noker û hov şiyar kirin
Zindî hemî mirar kirin———–Newêrekan hawar kirin
Dizekan xwe diyar kirin
Wênekan xwe bi par kirin
Xelk bê nan û bê…
Konê Reş
Bîst û pencê vê ilûnê
Refranduma serxwebûnê
Erê erê bo hebûnê
Bijî bijî serxwebûnê.
Kurdno! Rabin bilezîninNasnameya xwe bistînin Bi yek dengî bilîlîninBijî bijî serxwebûnê. Bela canên gorbihiştanŞad -aram bin li goristan Navbilind bin li KurdistanBijî bijî serxwebûnê. Şerefxan û Mîr BedirxanNehrî û Pîran û BarzanHer zindî bin li KurdistanBijî bijî serxwebûnê. Hewlêr û Dêrsim û BatmanMehabad, Amûd û BotanEw in…
Laleş Zerdo
Aşekî nayê gerandin
rêsekî nayê hûnandin
kalekî hew tê bezandin
dil bi zorê tê livandin
derdekî bê çare ev derd
hew bi kêrî tiştekî têm
çav û gav çûn rih sipî têm
bê kesû kûs û Evîn têm
bê çira bê Dêm û Rû têm
derdekî bê çare ev derd
va li rastê mame çendek
lib-libî pekyame cengek
…
Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan) Eylûl – 1996
Îro dîsa jî ferman eFermana gul nêrgizan eFermana reş û pir qirêcBirîna merxên biran e!
Dax dibe kezeba min, te!Lewra welat perîşan e!
Fermana Kurd, bo Kurdan e!Ew ên bê ap, ew ên bê xal.
Dîsa jî hatin xapandinMixabin bi fêlên dijmin!
Carkedin fermana xwe danDestûra nemana xwe dan!
Vêxistin…
Narîn Omer
Niknika baranê
li pencerê di wê şevê de
tevlî çikçika tiliyên te
dibû
tike tika larzandinê
dîlana Koçerî û Botanî
li ser ritma dil
geştir dikir û
bi tevzînokên bahozê re
tevizandina kenê mebi hêz û bizav dibûBelê… Barana dilmîna sirûşta xakêrengereng dibe piyama dilovaniyê dirêse û belav dikeDibêje… Dil xweze yeXweze dilê evîniyê rengîn dike.
Laleş zerdo
Hûn talan dikin
Hiş
Mejî
Ken
Hezkirin
û
Rehên Dil ji kok ve radikin
hûn talan dikin
Welat
Milet
Dîrok
Hêvî
daxwaz
û
têkilîyên Civakî di Çilê-çilde
li Aşê bêhişîyê dixînin hûrdikin û
li ber Bayekî Kur didêrin
erê….
hûn talan dikin
Zarok
Raman
Zanîn
wargehan kavil dikin
û
di Qulên Gornepaşan re
wan derbas dikin
di himbêza çewtiya xwede de
…
Majêd A
Mihemed
Di Perçe
wêneya rojê de
Tu ne mîna kevokên
şaristaniyê
kedî bû
ne jî ew hovê çola bû
na tu ne yekser ji xunava geşiyê çêbibû
ne jî ew bi tenha xwa
ji hêrsa bejatiyê peyda bibû
li ber çavên niçîrvanê qedera xembarbûn e ajelên gelkî zîrek û harsibe çû êvar hatlê armanca hestan bicî nehatû hîn li benda te mayî neçar…
Nizar Yosif
Ji kelbûnê
Xûna min di Sîtil
a sing de bi kel e
Rêjgeh derya
hezkirin a te ye
Darbest a
peyariya te
Di vî dil ê bi
hêz de
Nûjen dibe
Bi guhêzê re hildipirikim Stêrikên te yekyek pîroz dikimCarna baskên şabûnê Min bê hiş dirêsinDa ku çemên dilya yên Tavê Li ser rawestgehên bendemaniyê deBi ser kederên zemînên te de…
Lazgîn dêrûnî
Partî nema win qet ji bo gel rêberin
Rastî bikin yan naxwe dûrî gel herin
Kursî tenê armanc û daxwaza we ye
Heyf û mixabin win dibên em kedkerin
Şêst sal ku bûrîn tev bi lavlav û xwezîEncam tenê hev parçe û qetqet kirin Bawer bi wan yekcar nema îdî beseHer win evin sed şoreşû derfet werin Derfet ku çû…