Helbest u Vidyo

Tu sultanî

Gurkan Elhac

Tu zanî dil birîndar e
Newêrim bêm tu dermanî
…
Beharî tu mi zinhar e
Tere bêjim gulek kanî
…
Şêrîn xewnî ji şûnwar e
Te nabînim keça Waոî
…
Dizanim tu ji golê tê
Neçarim bêm tu leylanî
…
Nefes nabim ji kerba re
Sirek bayî ji zozanî
…
Tihin naçê bi çava re
Tu Şilnakî beyabanî
…
Kel û germa bi awra re
Nebin arek tu perwanî
…
Nebin tavek bi ewra re
Lehî rabê tu Şîlanî
…
Diyarî hat ji Damar e
Niza canî ne insanî
…
Nebê bê Şûn bi desta re
Ji dûr bêjim tu sultanî
…
Dîlok:02.08.2015.

https://www.facebook.com/gurkan.elhac/videos/10217406124881307/

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…