Lazgin Dêrûnî
Li vê jîna bi êş û him bi azar
Dibînim ez li ber çavan xetên xwehr
Li dinyayê tenê kurd mane bê war
Di bin destan gelek riswa û bê par
Welatê min ji zîv û zêr tijî xêr
Ji lewra dijminan hatin kirin çar
Dixwazin em bi aşîtî bibin yar
Mixabin ew li hember me gurên…
Zagros Osman
Li Qiraxa Zinarekî Serhişk
Ezê êşê binivîsim
ez … Nifşê windabûnê me
Lehiya Êşdiîtinê .. me
Pêximberê Meşextbûnê .. ezim
Ey Kujerê Peytikên Dilkutkên min
Ey Kevir .. ey Dilê Xwedan
di bin Niqriya Dildariyê de
Kuçê Siyemîn Ezim
Ey Paşayê qedexeyên Dehbe
Ey Yasayên hêçketî
Ey reyandina Dojehê
Ey Dîwarê dilodîniyê
Tu Xwedanê tundre…
MAHMOD OSO
Fermo hevalê tu were ba min
Bipirse li min, çi bûye halê min
Têkeve nav çar parçê dilê min
Efrîna rengîn baxçê dilê min
Hewlêra şêrîn ,rih û canê min
Mahabad lê hene gazincên min
Li amedê bûm ew paytextê min
Bawer bike tu sermeda……min
Çav reşe dîlberê eywanê min
Min da te bi erzanî xwînê min
Wêneyekê çêkim dîlbera min
Çar rêza sor çêkir…
Ebdilmecît Şêxo
Kerek min hebû
Min kuda dajot
Ew wê da diçû
Ez dibirim ser kaniyê
Dibirim nav rêz
Ez di nav çiyan û
Çema Efrînê re derbaz dikirim
Bi vî rengî me çar Demsal
Bi rêzdarî bi hev re derbaz dikirin
Lê min rojekê xwe jibîrve kir
Wî yêm bikim
Zarên gundê me
Di wê rojê de
Ji dest zûrîna kerê min
Xewnekirin !!!
Mirov
Azepek keyayê…
Alan Hemo
Li vî dilê ketî rikê
Jibîr nake naberde rê
Ax û nalîn her jê tê
Gilî û gazin nema bikêr tê
Dilê jar ax dilê jar
Dilê jar bi te ma hewar
Temnê çûyî neke bar
Derfet tê wekî her car
Bendebe wa tê bijmar
Dilê jar ax dilê jar
Dilê jar bi te ma hewar
Dilo bese jarî
Li jînê hiştim bê parî
Çendîn li min…
Husên M. Hebeş
Di komayê de
laşê te ne yê te ye,
hişê te ne yê te ye,
mejiyê te ne yê te ye,
giyanê te ne yê te ye,
kesayetiya te ne ya te ye
û xewnên te jî ne yên te ne…
Tu tenê weke teyrekî bask şikestî yî,
nikarî li banî binêrî û bifirî,
yan wekî…
Nizar Yosif
Hemî can winda dibin,
Xatirxwaziye ku sibehê ji xew rane bim.
Min biçîne,
Gul ê vebin.
Tovên meywe yên ji dil ketîn,
Lêvên zuha û westiyayîn,
Ji tavê re rûgehin.
Bi kefî ya rondik mêtî,
Min hilgire,
Bi be çiyan.
Li bin dara berûw a hişk,
Da ter bibe,
Ji vî giyanî,
Sembola wargehê xanî.
Li ber siha dikeyê dildarê bê…
Anahîta Hemo
Bonsoir kurdistan
ji Parîsa ronahiyê ….
.Bo…Qamişloka evînê ….
Êvarê şiyar mekin….
Aramî di damarê min de
DIHERIKEEE….
Hezkirin şahinşaha Her demê ye
Aramiya giyanee…
hêviyê azadiyê bi qeftek gulê gulînî ….
Min civandin bi omîdanre …
Bi hevala vînê Nedûşê …
Li ser çemê Sên …asîmanek zelale…
Hêvî xwezî me dirêsa…
Avrêl bûka demsalan ..
dîsa tîrêjên roja parîsê
Çavên min dixemilîne…
TÎRÊJ
Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê
Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye
Hawê sisîya ji bihna şemamok…
Nehrî Goranî
Li ser dêmê bendewara
Dibin sûlav
Dûûûûr dipên
Piştî dûriyê
Dibînin .
Kulîlkan li ser sînga dipişkuvînin
Arûziya vedikin
Vê re dilîzin
Bihinê belav dikin
Rengvedidin
Di xulimaşiyê de kurtepistin
Bêdengin
اavên di tabiloya de digirinjînin
Bîranînan kedî dikin
Hestan dihurhutînin
Li ser lêvên sozdara
Meraqa vedijînin
Nêrînin
Li ber dîwara hevdîtina didiqdiqînin
Li hev dinêrin…