Ew nêre mêre


Brahîm Mehmûd

Dibêjin   mêre     ew  çiku   nêre
Bi rojê  roviye    bi şêvê  çi şêre  
Adem   li  jore    Hewwa   li jêre
Xwedê jî   pêre    ayin   jî    pêre
Yasa    jî  pêre     û maf jî    pêre
Ma çi ne pêr re    çi ma ji jinê re?
Rastî ya   wiye    ji xwere dihêre

Gotin ya wiye   ji xwere didêre
Xweşî  ji   wîre  reşî  ji    wê re
Ew jêr    seriye  ew sûnde  jêre  
Ew    lê  dinêre  bi  wî    dinêre
Geh dar û  geh  bi   tunde kêre
Ew jê bi    tirse   wate  newêre
Mêrik     zilame   bi xêr û bêre
Ew jê re peyve  nedeng ji wêre
Ew bextewere   wî      hilbijêre
Çi bêje   xêre    ku rast be xêre
Ku xwar be xêre  ku çewt be xêre
Ku virbe be xêre  ku  hişk be xêre
Ew  çiku   nêre  nav dibe mêre
          
Jiyan bi xwe ye bi nav   dilêre
Ev mêye zîve      ew  nêre zêre
Diya   lawike       bijî ji    wêre
Diya   qîzêye      çi şerme  pêre
Çi navê heye      bi wî bi  kêre
Ew nêre nêre      berxê   şigêre
Paşî   berane       navek sipêre
Tiştekî kevne   ne duh ne pêre
Jin bi gûmane    ne bar bihêre
Mêr canpulate    bi   hiş jî têre
Wek ser hatiye    gotin bi dêre
Mêr paqijiye     jin her   qilêre
Jin ku bi demêre  bi ro û şevêre
Ku çêdibe  ne   xêre   bi nav dibe   ne xêre
Ku dikene  ne   xêre   ger  digirî     ne xêre  
Ger deng dike ne xêre  an derkeve ne xêre  
An geşdibe ne xêre   lê dimire  xweş  xêre
Mêr bi demêre    Mêr ji demêre

Ev   çi   mejiye   eve    kwînêre
Ne   tu bawere   tevîxwe    gêre
===
Têbîn:

Ev
nivîsiya ku bi navê helbestê diyar dibe, rewşeke wê ya taybet heye, ku
hêlaye bi vê şweyê belav bibe, ew e ku min bi navê hevala rêka jiyana
min ya hevbeş nivîsandiye, û min jêre xwendiye , û hinek gotin ji min re
srrastkirine, lewra ez vê nivîsiyê  diyarî wê û çi jinên li cîhana me
ya biçûk û mezin dikim , û navarok hest û helwestên min bi xwe ne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…