Helbest u pexşan

HAT CIVÎNÊ


Ahmed Tahir

Gulşen û nazdara min î
Dilgeş û buhara min î
Pertew ji wan dêmê gul î
Pêt û ar xistin vî dil î

Dil birîndar,can gizgizî
Hest û nestê min lerizî
Min got hezar ox û xwezî
Xuyabûn ew bisk û kezî
Hat civînê dilber bi lez
Lêv liba tiryê nû ji rez
Mim dêm dane ber maç û gez
Xweştir ji gezo û helez
Şêrîn delala dêm bi xal
Wê şox û şenga çavxezal
Berdane ser dêm bisk û dal
Li bejnê tê pesn û kemal
Tîr ji çava berdane dil
Wê xefş û naza çav bi kil
Pir li bejnê tên berg û cil
Ji dil kişandin êş û kul
Xiste di dil sebr û hedan
Wê xemrevîna dilovan
Poz bilinda ebrû kevan
Îro li min bûye mêvan
Çavan li hev kirin gazî
Ev dil ji eşqa ranazî
Min got gelo çi dixwazî?
Got du şahid û yek qazî
Çav şikandin û pal veda
Sed carî şukir bo xweda
Navê pir xweş navê huda
Spas bo xweda îro qeda.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…