Helbest u pexşan

Brahîm Mehmûd

Tu dizanî heyvê xwe rakişande min
Dema peyva tu ne gewrî ji devê min derket
Diyarbû ku min li asîmanê dilê xwe ne nêrî

Tu dizanî deriyê pêlek xwe avête min
Dema min hizir kir ku evîna te nizme
Diyarbû ku min nêrîna cavê xwe bibîr neanî

Tu dizanî çem bi hêrz ez dame berxwe
Çiku min gote te tu kine
Diyarbû…

Xizan Șîlan
Li tenêtiya nîvê şevên bi tirs û endîşeyên sersem di odeya xwe ya bêdeng de rûniştibûm. Șewqa finda melûl li navbêra çar dîwarên odê direqisî û min li nav ramanên deryaya xemên kûr avjenî dikir.
Bêhntengiyê henasa giyanê min radipêça. Çar dîwarên odeya keservedanê li min bibûn zilmxane. Ez bibûm dîlgirtiyê hundirê xwe yê ji…

Ebdilmecît Şêxo

Berê rûvî
û çêlkên wan
Ez dorpêç kiribûm
Niha jî
Ez ne tenê dorpêçkirî me
Çi lawirên daristanên cîhnê
Hene

Min û sûruşta min
Di bin lingên xwe de
Dipelixînin
Lê dîsan
Ez li asoyek servekirî
Hêveke devliken
Zemawendên darên
Gulistana dilê xwe
Û li evîna Mem û Zînê
Di sîngê çiyayek berfgirtî de
Û di vê taristana xwînvexwar de
Di Efrîna xwe …

Konê Reş

Were Zeriya min were!
Bi kû ve direvî?!
Tê bi kû ve herî û
vî dilê reben bi xwe re
bibî..?!

Te nîvê bi evîn ji min dizîye,
nîvê hîledarî,
ji laşê min re hiştiye!!
Were, vî nîvê jî ji xwe re bibe..
Ne ev nîv dikare bi hilgirtina barê laş
rabe û ne laş dikare
bi heza vî nîvê hejar…

Ebdilmecît Şêxo

Kaniya gundê min ziya bû
Di bin sîtava dara gozê de
Min ramûsanek di rûçika
Xatûna xwe de çand

Ewê jî li ber ronahiya Hêvê
Sêvek û henarek
ji baxçê guvdê xwe
Diyarî min kirin
Kaniya gundê min
Ji sernûve herikî.

Efrîn,2013

HELBESTVAN: Vîktor Hugo
Wergêran : Anahîta Hemo


Di temenê zaroktiyê de ev kiribû lîstokek
Her sibe dihate oda min
Ez li benda wê bûm,her wiha tîrêjek bi hêvî bûm,
Derbasdibû û digot……dema te xweş be yabo,

Xama min dibir,pirtûkên min vedikirin,rûdinişt,
Li ser cigehê min ,pelên min bi hev dixistin,û dest bi ken dikir,…


Konê Reş

-1-
Çi havînek dirêj e
Tu dibêjî qey heyam
Xwe xuz kiriye û dem
Hûrikên xwe di nav tozê wê de
Didêre..
Waweylê!
Çilo sal pîr dibin û
Mîrneşîn pîr nabin?!

-2-
Herdû bestên li dor gundê min Doda
Gelek çerx û dewran dîtine ta ku
Derbasî dîrokê bûne.
Dîroka ku bi bêdengî zêrevaniya
Rêwiyên xwe dike..
Hin caran bi wan re dikene û hin caran…

Xizan Șîlan

Ez û tu berî deh hezar û sed hezar salan, ji neh mehan carekê me li ser axa Cîhanê çavên xwe vekir. Ne axa min, ne ya te û ne jî ya wî, doh ya me bû, îro jî ya me ye. Ev cîhan ya me hemûyan e, ya bav û dayika min û…

Ebdilmecît Şêxo

Dilrevînê min
Li kolanên bajarê min
Hin kar kirin
Di roja dayikbûna min de
Guharek zêrîn
Diyarî min kir.

Li roja din
Di cejna Newrozê de
Li ber ronahiya roja Buharê
Di nav zevî û gulistana min de
Li pêş destgirtî û dayika min
Gurekî devbixwîn
Ewa bi dara zorê
Ji guhên min qepirand
Ez ta niha
dipirsim
Ev çi hovitî û çarenûs…

Mahmod Oso

Nalînek tê ji çiyayên Hawar.
Gund û bajar bûn kavil û dijwar

Barek girane li ser milê min
Dane ser hev sed ahîn û kulên min

اem û newal ji xwînê bwiye sor
Gel ji welat derketin çûne dor.

Abûdan û şêxorzê û qestel
Jarê û qurnê û şarê bilibil

Bi yek can û dil da çêkin civat
Bi daxwaz…