Mihemed Hesko (birasoz)
Destên bi qirêj
Kesên guhdirêj
Pîsin nola şêj
Bê ol û dozin
Bar û serbarin
Dûpişk û marin
Dostê neyarin
Bê sênc û sozin
Hevalin bi dev
Roj jî kirin şev
Qad berdan bi rev
Kerîyê kozin
Kewên regehan
Dizên rûgehan
Segên dergehan
Bi xwe nandozin
Warê kurdane
Cenga girane
Dizker têdane
Pîsên dilsozin
**********
Almanya, 09.12.2021
Ebdilmecît Şêxo
Qîrînên bêdengiyê min
Di dil de bilind dibin
Û stêrkên bêdengiyê jî
Di ezmana Nehlestanê de
Hembêz dikin.
Ciwaniya Hêvê
Li hember ciwaniya sûruşta bajar
Û Şahxatuna min
Pir şerm dike.
Hevdîtina pêşerojê
Li ser agirê kizota evînê
Li bajarê min
Li me pîroz be.
Lê tu were !
Serdilka min !
Pêlên derya evîna bajarê te
Sermest dibin.
Biyanistan nabe Efrînistan
Efrîn jî naxwze…
Helbestvan:Merwan Xorşîd
Wergêr:Bavê Zozanê
Dema ez û suriştê û siha Xwedê li ser golê derbasî Efrînê bûn
Pîrekekê Ba li xwe kirbû
li ser çem ve bi sivikbûna Xezalekê xwe diqevast.
Ya din ku ezmên li xwe pêçabû
Bi nêrdewanên Zeytûnan ve
di çaxê çinîna wan de dihilkişiye.
Ya sisiyan bi ser me ve dihat
Erd û Ezmên di destê wêde dirazan.
Li wir mirovê…
“Boyko lambovskî”
werger ji zimanê Bulgarî: Xorşîd Ilêwî
Ji we nefret dikim
tifî dîroka we ya tirsonek dikim
tifî ruwê we yê nandoz dikim
Û garana we bi kîn nefret dikim.
Kî ye xwedayê we? kî ya şeytanê we?
Kê bi dengê xwîsîgirtî gotiye:
“wê bişwetînin, vê keça dojehê bişwetînin!”
Nozdeh salan
Li gorî qanûnê we jiyam!
min li gotinên we yên genî û çort gohdarî…
yusra Zibêr
Sere kaniyê tû wî babeta jînê
Pênûsamin bi şînî li ser te dixwînê
Nameya pêçayî razekî birîndar
Miletê bendewar tiwî kurdê kevnar
Ji qamişlo hatim bate bi mêvanî
Bo roja cegerxwîn doza niştîmanî
Li bajarê te min xwend dîrok û mizgîn
Helbestên tev jar jiyana cegerxwîn
Li kolanên te meşiyam bi xweşî û evîn
Ser xaka te min xwend dîrokên tev birîn
Tu bê…
Lazgîn dêrûnî
Pîştî te ez riswa kirim daxwaz çi ne
Bilbil ji baxê min birin
awaz çi ne
Taca serê min rakir û bê hêz kirim
Ma vêce îdî ristik û
gelwaz çi ne
Şûşa dilê min te şikand hey zalimê
Ka bêje min mebest û ev
niyaz çi ne
Şeyda ji dil terqand te ez xemgîn kirim
Piştî sema mij bîr kirin…
Konê Reş
Bes e, bes pirsa evînê û
helbestên evînê ji min bike…!
Çax û demên min nîn in
ji dilgirtin gurnijandin û hevdîtinê re…
Li min bibore; Êdi nema strana
(Keçka Simoqî û Bavê Seyro)
giyanê min dihejînin..
Êdî nema xewin û xeyal karin bi dil ku dil bijenînin
Dil perçe-perçe bûye; Perçak li Efrînê ye
Bi darên Zeytonan re…
Xalid Ibrahîm
Perperîkek ser dîwarê her dilê min xwe di danî
Bi basikên xwey kil kirî di razandim bê gumanî
Mîna sêwyê jar û winda ez dûrî wê xuya dikim
Hedan nayê girîyê min di her çax û her zemanî
Keça rojên minî dawî çi buhayê jînê bidim
Bêje li pişt kîja ewrî tu di mînî perîşanî
Va te kir şevreş û…
Konê Reş
Payîzê! Di van rojên te de
Beriya Mêrdînê,
Di nav toz, ecac û tirabêlkê de xuya dike..
Deşta Hesinan,
Bi keriyên koçerên Mîran hatiye dagirtin..
Ebe û şalikên xelkên Deşta Xelef Axa,
Li ber ba dilîzin û li hev digerin..
Û her roj, em di govenda şehîdekî,
Du şehîdan de dîlanê digerînin..
Erê Payîzê, em li hêviya te ne ku tu,
Payîzxêrê…
Lazgîn dêrûnî
Îşev li min mêhvan e yar
Rabim bikim ez kar û bar
Pêşwaziya cana kubar
Ew dîlbera ez bendewar
Mêhvan e ya rind û şepal
Ew mêkewa naz û delal
Ronahî kir xanî û mal
Wê rewş li min kire bihar
Rûnim li rex vê mehderê
Vêxim şemal û fenerê
Şûşa meyê deynim berê
Baqek binefş û gul `îzar
Noşim ji wan lêvên şirîn
Çêja helez û…