Nûşîn Bêcirmanî
Ji tariya şevê
Min xwe dizî…
Raman û hiş min rêkirin
Hiş rê dibir
Raman roja nû dixwend,
Mêvanê çiya û asmanê te me,
Min himbêz bike,
Vemale, rondikên digindirîn,
Ji kehniya nalîn û îske îskê min.
*** *** ***
Gerdena çiyayên te dirêje,
Wek ewrên payîza sêwî ,
Li gundê me,
Ku têr nebû,
Ji gum guma tavên giran,
Li te geryam
Di çol û bêlanan di geryam,
Bîranînên şikeft…
Xizan Şîlan
êdî pênûsli bêdengiya perava helbestêdi xwe de fetisîpeyvdi ferhenga ziman deker û lal inhevok
li çolistana giyanêtî û birçî neher rojli berbangannermiya sibê ya kenok di asoyên awirên xwe demizdidimbi şevê restêrên asîmanêdiherikin hinavên helbestên mindi koşka dilê xwe depel bi pel bêhna gulanvediçinimdi xewnên bi tirs debi gavên şemitok bêrawestan dibezimli paytexta dilê…
Abdsemed Hesen
Bi sûnd ezê binîsînim helbestaWergerînim ramana ramana sere xwe Ta helbest bi bî helbestBi sûnd ezê ezê deynim helbestaTa li cîhanê hebin bi destEzê deynim helbestaLi ser welatê xweLi ser kurdistanêLi ser gelê xweLi ser xaka xwe
Bi sûnd ……….Li ser roja nû
Li ser newrozêLi ser li ser Kawa agir û dozêBi sûnd ………Li…
J helbesta nemsawya hevçerx
Helbestvan : hîrvîk fun krwîtiz bruk
Helbestfan hîrvîk dige l wergîr bedel Revo l nemsa
Wergêrrana : bedel revo
J ezmanê ellmanî
1 ـ çek
ger te çekek hebîtin
Digel fêr be
Çewa dê b serkevi!!
Derav …kel û pelin ,
Evînî … Gunneh ـ barîê ,
Herdû b sengin.
Ger tu çekek xelat ke ,
Ger tej hevalekî…
C . Silêman
siwesra
Ser blindî tû
Bi te e z ser bilindimNaz û gernas û mêrxasî tûBi te ez rustemê kurdimPerwerê dilovanê
Cezîrî me ezDilber tû
Di pesnê dilberê deÇiqas kûr û merdimBilindî serTû ser bilindîBi te ez çi bilindimSer bilinda minAnî rojêNerîn dojêŞar û gundeBuhare tûŞehrezare û çem çemalêDiya xerda wêrane tûMey xane hinderLê newe mey ger…
Helbest:Aladîn Cengo
Wergerandin: Ezîz Xemcivîn
Dara min
hemû êmîşan
zeytûn,
leymûn,
sêv û hinaran
li ser şaxên xwe hildigire..!!
Dara min
li ser wê hêlîna xwe ava dikim.
Şaxên wê
ji min pê ve
tu tilûrî napejirînin..!!
Honkaya bayan
li ser dibûre
bi bêzariya şaxên xwe
laşê min dişopîne;
û bi aviya xwe
tîbûna min dikuje..!!
Dara min
bi çar darikên sitiriyan
dorpêç e..
kok û rehên wê
bi destê kînokan têtin avdan…!!
Xwediyên her darikekê stiriyan
dibêjin:
li buhişta bawermendan
ev…
Ahîn Zozanî
1
Di civîna dil û helbestê de
Feqe mîr bû..
şevbuhêrk bi Xanî re,
xweş bû..
Di xatir xwestinê de
bi şêrîn zimanî
Cizîrî ken li rewanan geş kir..!!
2
Kilçav
gazinan meke
demsal dibuhirin
herdem
tu
çavan le havînî degerinî??
3
Li hêviya bersivê
bi şevê re westiya
pala xwe spart tava heyvê
û stêrk jimartin,
tariyê rê da ahînan..!!
4
Xwe li germa
bihinvedanê girt..
Mîna goşîkî
hêlîna zêrîn vegirt,
dara…
Bavê helbest
Ez helbestim helbestim
Ez helbesta welatim
Zaroka gelê kurdî
Ji Qamişlo ez hatim
Ezim efsana xanê
Mewlûda melê batê
Dilbera melê botan
Çemê wî feqê teyran
Kîme eza cegerxwîn
Çeka bêkes û goran
Dengê dildar û hejar
Ezim mala bedirxan
Diyarî ji keça min helbest re û hemû zarokên bi navê helbest
Di roja 04/12/2006 de diya min (Şêxa Tahirê Hisên) çû ber dilovaniya Xwedê, min jî ev çend gotin li ser wê gotine:
Şêxa Tahirê Hisên
Ji nav me daye rê ye
Ew dayikek ciwan bû
Şêx Cibir kalê wê ye
Kalo bi ûcaxên xwe
Tu lê bike rehmêyê ye
Diya me pir şêrîn bû
Rihstîn kete rê ye
Canê nazik jê stand
Ew qedera…
Dr. Ebdilmecît Şêxo
Ez ji hechecuka
xwe re,
ya li ser dara sicikê,
ku herdem li stêrkekê
temaşe dike,
li ber awaza Sulava
Meydankê
li ber hênkayiya darên henarê
li Kurzêlê
nazik nazik
li têlên dilê xwe dixim,
û ji rinda rindan re,
stranekê li ser guleke çelmisî
distirêm.
Almaniya , 2002