Helbest u pexşan

Seyid Feysel Moctevî / Senendec

Xemê dinê,Dina sarWekî qapûsa şeva reşÛ tarîÇavê mi tirsand

Rengê jiyanêDi jiyana mi de
Wekî befraSîpanêQerisî

Çavê minî gevr û golLi ser rêkekî sipîroDiziqite

Dengê min Bê cihabWekî malê qelpSer mi de Tê zivirandin

Tinê meBêkes û karBê xweyîBê serBê mal û der

DipîvimRêyê bê rêDikevim Şopê befrê

BaBaranBahozSir û sermaJîna min dike aloz

DixazimBişom çavê toz…

diyarî bo girtî yên doza kurdî li zindanên dagirkerên kurdistan

Lawkê Haî

Çar dîwarin min nasnakin
Demjimêrek na raweste
Her dîwarek bi xwe dêwek
Karê pênûsam helbeste

Di xaçirêkên jyanê
Evîna min jar û mesta
Neb incîlê neb quranêHezar carî bi evsta

Gerdûn ge‏şe gul bîn dide
Bilbil dîne bi buharê
Hest ên dilêm bê xwedîne
Gula min birne sêdarê

Min got devo bike qêrîn
Dibe çarak bê meydanê
Dest…

Helbesta: Besam Mistefa

* Bo: Selîm Berekat

Gir û deşt ên te
Hîn li wir in ..
Toz a mîr û
Heriya jîr
Hîn li wir in ..
Hêsir ên xwîn ê
Bêgunehiya gunehiyê
Berfa henûniyê û
Henûniya xemgîniyê hîn li wir in ..

Qeşmerok ên ku bobelatê diserdînin û
Xwêdana hêrsa te …
Hîn li wir in …
Ken ên…

Abidelsemed hesen ( Bavê Helbest)
helbestve-98@hotmail.com
çîçekek avdayî
Bi gulanê
Di deşta dilê Min de
Bi şax û şîne
Ji dilê Min dest pêdike
Bi ger û kar û tekoşîne
Vedigere li dilê Min Di her dilopê De

Ji xwînê
êş û evîne
Rondikê Demê
Li hêla dilê şêrînê
Bager û bahoz
Seqem tav û xumîne
Rondikê çavan
Li ser dêman
Lehîne
çemên…

Wergerandina: Besam Mistefa

Ne Stêrk e
Ne istêrk e ne pêjina pêxemberekî ye
Ne dêmekî ku ji bo heyvê li çok dibe
Vaye ew têt wekû rimeke agirperest ,
Zemîna tîpan êrîş dike
Xwîndar e – xwîna xwe ji bo rojê hildide
Vaye ew tazîbûna keviran li xwe dike
Û ji şikeftan re, limêj dike…

Lawkê Hacî

dîsan hest ên birîndar hişyar dibin
Birînin nû derbasî dîrok a xwe dike
Tîna dil
kelkel a rokê di hinavê xwe de himbêz dike
keştî yên mirovantiyê
li berdîlav ên mirûzî yê vediwestin
rondik ên bi keder diçinin

bang û qêrîn….
ji wêne yên dêm ên dayikan
ji tirsa di çav ên zarokan de
bi xwîn a pakrewan ên azadî yê
namek…

Doza helbesta min

Mehmûd Badilî
mbadili3@hotmail.com
Li pêş xwe binêre ..
li dor xwe binêre ..
şûna pêkên te..şûn mayên te ne
bixwîne..
veçire..
birêse..
eniya bilindî bi rûmet…
doza helbesta mine.
* * *
Li pêş xwe binêre ..li dor xwe binêre ..şûna pêkên te..şûn mayên te nebixwîne..veçire..birêse..eniya bilindî bi rûmet…doza helbesta mine. * * *

Kevirê xwe….
bavêje gola dilê min
xêzên bê…

Ev helbest Diyarî ji Mamosta; Konê Reş re.

Ciwanê Abdal
Rêwiyo ..!
Ez karwan im
Xweş dimeş im
Narawistim li kendal û li newala
Balindê min bilind difire
Venaxwe ji cihok û gola
Dimeşim li pêş xwe
Li dû xwe venagerim hola.

Rêwiyo ..
Karwanê min bi rê keti ye
Xunc û çîçek vebûne li gula
Stêra…

Bavê helbest
Helbestvan-98@hotmail.com

evîna te dibîstane
ew çavên te gulîstane
min divê şagirtê Jîr bim
ez dixwînim gulîstana
şêrîna min
ro ji rûyê te bi şerme
sor ji dêmên te ye
afîtab bi kovane
berfa sipî çi xezane
melûl dil bi kul
tê xwar ji ezmana
sipîbûna wê
ji aniya te ye
gotin ferhenge
şêrîna min
nazik çelenge
bi şûx û şenge
ebrû xwar bin
nerîn cenge
xwîn şêrîna min
seroka ciwana
di dil de ye…


Kone Reş

-1-

Bela bimire yê ku;
Ji bavê xwe fedî bike
Li kul û xemên xuşka xwe
Guhdarî neke
Li diya xwe ne pirse
Adet û teqalîdên bav û kalên xwe
Jibîr bike

Zimanê xwe di ser guhan re
Bavêje û
Deriyê xwe ji ber dost û hevalan
Bi qepitîne
Bela bimire jêre çêtire

-2-
Bela bimire yê ku;
Ji ronahiyê bi tirs be
Di tariyê…