Helbest u pexşan

Xizan Şîlan

ez
li derûniya jiyana kambax
laşê ber devê
dilşadiya kurm û kêzika me
li valahiya asîman
bersiva pirsên nependî
yê gerdûna nava xwe me
li tenetiya şevistanên bizdonek
hesretkêşê li nav koçberiyê me

giyanê min
li taristana şevê
di tirs û jana xwe de
diperpite
di kelkela tîrêjên tava rojê de
diqefilim
li ber seqema zivistana xopan
ji german diqewirim
xêrnexwezan
li şefaqên welatê rojê
beybûna qûntarên çiyayên min
çilmisandin
awaza bilbilê baxê dil
di…

Tengezarê Marînî

Daku sirûdên te adareke sêgulî bilorênin, sê dilopên helbestê sûndeke aşiqane li goristaneke bênavnîşan- navê wê
Qamişlo ye- verêsin, çend xewn û xwezîkên derengmayî dê bişkuvin.
Em dibûn berfeke nuxumandî, ji pêlên bahozeke di nav jiyaneke bihî de.
Di bedena xwe de, me çîrok bi hêsiran diguvaşt. Li rojeke bi dîrokê hilçenî, me şîna xwe…

Siyamed Sîpan

Em dîsa ketin biharek dinû me xema zivistanê li dû xwe hişt.Me dilên cemed girtî bi barana biharê şûştinû me li ber tîrêjên tava ji hêrsa „Roja Nû“(Newroz) difûre, hestên xwe raxist.
Newroz ku mizgîniya biharê û demek xweş bû,bû xema biharê.Mirovên ku dilê wan di cemediya zivistanê de rizya yeû li şûnê bêbextiyek bê…

Kamran Simo Hedilî

Li peyî te kanî û rûbar ziwa bûn hest gêj
daxwaz mandû bûn
dil
çûkê serxweş e
bask tu yî
serhildana ewran e
rondik şîn û reş dibarin

roj
di bin kirasê şevê de
reng di êşa kulîlkên hinarê de hêvîdi asoyê dûr de dinalindîroktêkçûnên me ji çeperekî dibe çeperê dinji serkeftinan pirtir giyan…

Ronî Elî

De wer yarê …
Da te bibînim
Sirûda tiktika dilê talankirî
Li ser dilê dagîrker
Bixwînim
Gulên çilmisî
Ji seqema dûrketinê
Di nav tîna ava çavan de
Biçînim
De wer yarê …

De wer yarê…
Da xemla zeviyên Helebçe,
Ji gerdenê te hilînim
Û bi ser termên
Nemirên
Enfal û yekê Sibatê de
Vegrim û vereşînim
Û bi lîlînên te
Ji serkeftinên azadiyê re
Di giyanê nemirên 12 Avdarê de
Govenda rakim
Û birûskan…

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

Dilê min, sibehîn tu min ji xewê radikî. Bi nazikî şîrava evîniyê tu bi ser hêviyên min de belav dikî! Ax dilê min, tu ajoyê bihinê yî. Ez bi kû ve diçim, bandora te li min jipiya ye!
Çi dikim, nakim nizanim çi bikim? Canê min di hêlana matmayînê de ji xwe li xwe…

Bêkes Reşîd

Vedenga ko ji şûna bêjeyê tê
Fonêma “ bûn “ ê vedijîne
Hemû tabûyan li paş xwe dihêle
Xwe jî ji bo min dihêle
Fatûreya dawî ji mine
Nalet li xewa bê xewn be!!
Şîfrenin ramanîyî winda
Derdoreke veciniqî
Hertişt li hember xwe
Sireke biyan rojgara enîyê diyardike
Nîşanin nû…
…Dîrektîvin nû ji tirsê

Berî hin pêvekên ji derveyî lîsteya nîgaşan
Xwejibîrkirineke…

Demhat deriki

Tirs ! tirsa ji wê dûriya dûr ji wê nêzikiya nêzîk Ku di nava me de rê û bajarên gorên miriyan avakirî..Wargehên artêşa bizdonek goristan di hembêza me de bi cih kirî.Heta kengê yê taca bê dengiyê li serê te beû asîmanê bûyî şevistan şûrê destê te be.Heta kengê tu yê me hînî …

XEMGÎNÊ REMO

Avdarê …
Dîsa wekî her car
Te kezî û biskên xwe
Li destpêka buharê
Vekirin
Û pora xwe
Bi xwîna çend hevendan
Şiştin …
Te dîsa dil û cergê
Çend dayîkan biriştin …?

Kolanên qamişlo
Bi avê nayêne şiştin
Şaredarî lê razayîye
Tenê nêçîrvanên tarîyê hişyarin
Û dem dîsa
Dema nêçîra kewaye …
Di şevên newrozan de
Gulên ji xwînê diişkivin
Û govendî yên me
Li van kolanan
Ji hilm û…

Ronî ELÎ

Tevî dizanim
Koça dawîne
Nikarim dilo
Xatir bixwazim
Tevî dibînim
Qîr û ahîne
Nikarim yarê
Dil jê vekşînim

Soza min hîn ew
Simbola jînê
Silogan ew e
Şehîd namirê
Nêrgiza mine
Di çemê dile de
Torînê xwîna
Barzanî hilda

Tevî dizanim
Rê hîn dirêje
Nikarim yarê
Destên te berdim
Tevî dixwînim
Ev roj Avdare
Nikarim canê
Dilkê te derdim

Hembêz biçûke
Lê bar girane
Destan dirêj ke
Ew ne razane
Li benda tene
Da bilîlînî
Destên te bigrin
Ger tu biçînî

Ewin jibo me
Xetîra rojê
Dixin destên…