Yara min kurdistane

Dilbend Xelîl

Sipî boze , bilind poze
Dil bi soze , nerîn doze
Ebrû moze , ew newroze
      Yara min ew kurdistane
 
Naz û xweşe , zevî geşe
Ew keleşe , lat û beşe
Seyran meşe , kar lê xweşe

      Yara min ew kurdistane
Ew Kurdistan , ew şehristan
Bax û bustan , gul , gulîstan
War gotistan , cê şehîdan
      Yara min ew kurdistane
 
Yar û yare , xweş buhare
Gul buhare , gurê hare
Zar û jare , cem neyare
      Yara min ew kurdistane
 
Bi zagrose , bi torose
Ararate , xweş xelate
Bi hemrîne , şerfe dîne
      Yara min ew kurdistane
 
Xwedya vine , mem û zîne
Ew şêrîne , ferhad dîne
Ware vine , pak zemîne
      Yara min ew kurdistane
 
Ew bi çiya , cem me hemya
Çem û derya , gul û giya
Hingi dunya , a me hemya
      Yara min ew kurdistane
 
Bi sînore , ew bi lore
Soran gore , hawîr dore
Dijmin kore , zor ew zore
      Yara min ew kurdistane
 
Ser bilinde , naz û rinde
Heyva gunde , pir lewende
Şêrîne qende , xwedî pende
      Yara min ew kurdistane
 
Ser hildane , a kurdane
War ne mane , lê civyane
Me ew dane , xwîn û cane
      Yara min ew kurdistane
 
Bi reng û rû , me jî dad û
Ew sawîr bû , hate û çû
Bi rengkî zû , me xwe xist dû
      Yara min ew kurdistane
 
Em ew kurdin , kurdê kurdin
Ser bilindin , pak û rindin
Xweş comerdim, can em berdin
      Yara min ew kurdistane
 
Bi dû kezî , furat mejî
Dicle kujî , yarek kejî
Pêre dijî , hûn û ejî
      Yara min ew kurdistane
 
Law ew rustem , law ew deysem
Kar û berhem , dikin her dem
Ser me her dem , axîn û xem
      Yara min ew kurdistane
 
Ew hevale , pir delale
Hawîr lale , reng şemale
Bi kendale , cê hevale
      Yara min ew kurdistane
 
Dem ne mane , zû bazdane
Bik peymane , ser xwe cane
Bo welatê , kurdistane
      Yara min ew kurdistane

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…