EZBENÎ ! – 7 – EZ Û BERIYA MÊRDÎNÊ Û PENABERÎ

Konê Reş

Ezbenî !
   Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di buharan de, min bi têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û gulanê de, di nav şebnem û aviya gul û kulîlkên wê de şildibûm.. Di beyarên wê de, min stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re dinihirandin…

   Bejna min bi şînahiya zeviyên wê kesik dibû û pêlava min bi xunava xaka wê sor dibû..
   Isal, niha ez û toz û tirabêlka wê bûne dost û heval. Cinarên me bi piranî hejar, belengaz, jar û xizan in.. Perîşanî ji dêmê wan difûre… Erê xelkên wê ji tengezarî riyên mala xwe şaş dikin, mîna bê xwedî û bê Xwedan xuya dikin..!!
   Kî dikare çareseriyekê ji vê penaberiya xelkên Beriya Mêrdînê re bibîne, ev penaberiya ku cihê xwe di hundirê her malekê de çêkiriye..?!! Kî dikare min û gul û kulîlkên vê gulanê li hev bîne ? kî dikare vê xaka tî, têr av bike..û gurnijandinê li dêmê xelkên Beriya Mêrdînê vegerîne…?!
Erê ezbenî!
   Şevên Qamişlo, mîna kofiya dayika min in…Kolanên wê paqijin mîna kopalê bavê min in..Kalemêrên li dor Camiya Qasimo, şêrîn bûn li ber dilê min…Piraniya wan jî barkiriye… Niha ezbenî! Kolan, sikak û cade di ber tere derbas dibin û silavê nakin… Ew jî piştexuz û bargiran in…Ta bi dost, heval û hogirên te dema ku tu çav bi wan dikî, tu dibêjî qey ji welatê biyaniyan e, serê wan di ber wan deye, bi kul û derd dikulkulin û derbas dibin…
*     *      *
   Belê ezbenî, tu dihise ku dûrbûneke dirêj di navbera te û wan de hatiye raxistin… Dûrbûneke dirêj di navbera cinar û cinar de hatiye avakirin… Na na, tu dihise ku ew dûrbûn di navbera dergehê te û dergehê nêzîktirîn xizmên te de hatiye danîn…!!
   Ezbenî! Her yek bi kul û derdên xwe daketiye…Bi gera bi dûv pêkanîna gepa nanê zarokên xwe de dibeze…Erê ezbenî, penaberiyê bi xurtî konê xwe vegirtiye.. Penaberiyê cihê xwe di navbera gulîstan û gulê de çêkiriye…Penaberiyek mîna sînorê Serxet û Binxetê, bi mayîn û têldirî xaka Beriya Mêrdînê radimûse…
   Ezbenî ! kî dikare rastî û çareseriya vê penaberiyê şanî me bide, bela xwe eşkere bike…?!

Qamişlo

03/05/2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….